Yekem fîzyoterapîsta Kurd a li Rojava: Divê navend bên zêdekirin
Fîzyoterapîst Dr. Xunav Yûnis wekî jina yekem ku ev 5 sal in navenda xwe li Rojavayê Kurdistanê vekiriye, ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û zêdekirina tevgera nexweş û bi taybetî jinan, daxwaza zêdekirina navendên fîzyoterapiyê dike.
SORGUL ŞÊXO
Amûdê – Jin li Rojavayê Kurdistanê di warê teknolojî, terapiya fîzîkî, pîşesazî, aborî, werzîş û gelek qadên din de dibin xwedî pîşeyên pir baş. Pîşeya ku fêr dibin an jî bi salan dixwînin jî, dixin xizmeta jin û civaka xwe.
Li ser asta kesayetî jî serxwebûna xwe radighînin û di cîhana ku ji xwe re cih tê de çêkirine xwe mezin dikin û ji jinên din re jî dibin pêşeng û çirayên rêya tarî ku jin ditirsin têre bimeşin, ronî dikin. Gelek mînakên şênber ên li asoyên Rojavayê Kurdistanê dibiriqin, hene.
Di nav şop û birînên şer, şehadet û birîndariyan de jinek li Rojava dibe fîzyoterapîst
Terapiya fîzîkî, mîna fîzyoterapiyê şaxek girîng a bijîşkî ye. Armanca wê, sererastkirina tevgerê, baştirkirina fonksiyonên laş û sivikkirina êşê ye. Bi saya van metodan, pir caran hewceyî emeliyat an dermanan jî nake. Ew xwedî girîngiyek mezin a bi qasî psîkoterapî û terapiya kîmyewî ye. Ji kesên ku pê bawer in û li gorî plana bijîşk diyar dike, dimeşin.
Li herêmek ku bi salan e şer lê diqewime, ji birîndarên ku parçeyên bedena xwe winda dikin an jî şopên şer hîn li ser psîkolojiya wan maye, heta dayîkên di hundirê malan de û heta zarok jî, sedîsed divê terapiya fîzîkî bibînin. Ne tenê ev, her wiha zarokên ku nû çêdibin jî ji bandor û şopên şerê ku zêdetirî 15 sal diqewime, zirarê dibînin.
Ji 2020’an ve nexweşan pêşwazî û derman dike
Li Rojavayê Kurdistanê gelek terapîstên fîzyolojîk yên mêr hene, lê belê ji nava malzaroka bajarê zana û rewşenbîran ango Amûdê, fîzyoterapîsta jin jî derketiye. Dr. Xunav Yûnis ji 2020’an ve nexweşan pêşwazî û derman dike. Extiyarên ku nikarin serlêdana klînîka wê bikin, tenê nahêle. Ew bi xwe diçe malên wan û xizmetê ji bo wan pêşkêş dike. Heman demê terapiya kûpan jî çêdike.
Dr. Xunav ji ajansa me re behsa dijwariyên ku wek jinek Kurd pê re rûbirû ma û girîngiya stratejîk a fîzyoterabî û kesên ku dikarin sûdê jê bigrin, kir.
Jin û fîzyoterapî bi hev re çawa bû navendek
Xunav di destpêkê de behsa dijwariyên vê gavê kir ku wek yekem jinek Kurd çawa dikarîbû navendeke fîzyoterapî li Rojava veke. Dr. Xunav têkoşîna ku raber kiriye bi van hevokan vegot: “Ji bo min zehmetiya wê ew bû ku jinek im, di nav civakekê ku hîn tênegihîştiye ka fîzyoterapî çi ye de, çawa bikaribim navendekê vekim. Tevî 5 salên derbasbûyî hê jî zehmetiyên ku dikşînim hene. Sal bi sal pisporiya min di vî beşî de jî pêre zêde dibin. Ji bo min wek Xunav zehmetiyên min tune bûn, çimkî dayîk û bavê min palpiştên min bûn yê her wext, zehmetî û rêyê bûn. Heta bi min re dihatin kilînîkê û vedigeriyan jî.”
Klînîka xwe li ber malê vekir!
Dr. Xunav got ku destpêkê wê klînîka xwe li ber malê vekiriye û sedema wê ya sereke wiha bilêv kir: “Ji bo dewama şev û roj û dûrbûnê, salên destpêkê min klînîka xwe li ber malê vekir. Sedem ew bû ku herî kêm hinek nêzî min hebin bi hawara min ve werin, dema ku bûyerek li dijî min biqawime an jî bûyerek nebaş bê serê min. Di rojên destpêkê de min tenê jin pêşwazî dikirin. Piştî demekê êdî min ciwan, mêr û zarok jî pêşwazî kirin. Qeyd û nêrînên civakê li beramberî jinan heta ku dibin bijîşk jî bandora xwe didomînin. Mînak destpêkê min bi tedawîkirina ciwanan destpê kiriba wê civakê bigota; çawa mêr an jî ciwan bi demjimêran di klînîka jinekê de dimîne. Lê ew nizanin her rûniştinek zêdetirî 30 xulek an jî demijmêrek dirêj dike.”
Fîzyoterapî nexweş naghîne bikaranîna dermanê kîmyewî û emeliyatan
Dr. Xunav bal kişand ser wateya fîzyoterapiyê û bingeha ku xwe dispêre wê jî kir û wiha got: “Fîzyoterapî kesa/ê ku rûbirûyî nexweşiyekê an jî bûyerekê hatiye, wê/î amade dike ku vegere jiyan û pîşeya xwe ya berê. Fîzyoterapî cûreyek dermanê xwezayî ye, zû nexweş naghîne asta bikaranîna dermanên kîmyewî jî. Ji lewra baştirkirina jiyana nexweş bi werzîş, tevger, plana dermankirinê û amûran ve girêdayî ye.”
Rêbazên ku tên bikaranîn
Dr. Xunav armancên sereke yên fîzyoterapiyê û sûdên wê li ser nexweş jî rêz kirin. Dr. Xunav destnîşan kir ku her nexweşek plana wê/î ya dermankirinê ji yê din cûda ye û wiha pê de çû: “Êşa nexweşên dîskê rihet dike. Ji bo nexweşên piştî emeliyatê, ji bo pêşîgirtina li kalsifikasyon û dejenerasyonê û ji bo hêsankirina vegera jiyana normal, ev cûre tedawî gelek bi sûd e. Heman demê ji kesên ku şikestinan di organên bedena xwe de dijîn, bi tevgerên fîzyoterapî dikare vegera pîşeya xwe ya berê.”
Dr. Xunav da xuyakirin ku ew destpêkê teknîkên destî wekî masajê ji bo baştirkirina nermbûna laş bikar tînin lê gava ku rewşa nexweş giran be dibêje ku ew dest bi van amûran dikin: “Handerên fîzîkî wekî bikaranîna germê, serma, ultrason, an jî herikînên elektrîkê yên ji bo aktîvkirinê bi baldarî hatine kontrolkirin. Heman demê tîrêj wekî rêbazek ne-cîrahî, ji bo ku êşê sivik bike û başbûna tevnan bilezîne, bi taybetî tîrêjên înfrared (Terapiya Înfrared), tê bikaranîn. Bê guman ev amûr ji bo tevahî nexweşan çênabe, her nexweşek biqasî êşa wê/î bi amûra tê xwestin derman dibe.”
Yên dest û lingên xwe winda kirine jî tên rehabîlîtekirin
Dr. Xunav nexweşiyên herî zêde li herêmê bi navûdeng in û hewcedarî fîzyoterapiyê ne jî vegotin. Dr. Xunav ev nexweşî wiha rêz kirin: “Herniya dîskê, êşa stû, spazm, birînên werzîşê û şikestin. Lê bi şerên ku li herêmê qewimîn, me ew kesên ku ling û destên xwe winda kirine fêrî meşê kirin û wan ji bo pêvekirina lingên protez rehabîlîte kirin. Terapiya fîzîkî piştî felcê bi teşwîqkirina "neuroplastîkbûnê", dibe kevirê bingehîn ê vegerandina tevger û serxwebûnê. Ev jî du meh ji tedawiyê pêwîst in ku nexweş vegere wek berê.”
Piştî têgihîştina sûdên fîzyoterapî hejmara serdana jinan zêde dibe
Xunav tekezî li ser jinan kir ku ew yê herî zêde pêwîstiya wan bi fîzyoterapî hene û wiha pêl da gotina xwe: “Çimkî karên giran û barên girantir hildigrin, ji lewra jin herî zêde hewcedara tedawîkirinê ye. Bi taybetî jinên piştî zarokanînê, bi salan êşa derziya anesteziyê ya piştê bi wan re dimîne, divê ku serî li navendên me bidin û tedawiya pêwîst bibînin. Destpêkê ev cûreya dermankirinê nedihat pejirandin û fîzyoterapî tenê wek masaj fêm kiribûn. Bêyî ku bîra sûdên wê ji hemû bedena xwe re, bibin û nas bikin. Lê belê bi demê re êdî têghîştinek çêbûye. Niha yên serlêdana klînîka min dikin herî zêde jin û zarok in berovajî ciwan û mêrên ku heta niha tênegiştine fîzyoterapî çi ye.”
Ji bo herêmên şer jiyane terapiya fîzîkî û tenduristiya derûnî girîng in
Fîzyoterapîst Xunav got ku ji bo kesên li herêmên ku bi salan di nav şer de mane terapiya fîzîkî û tenduristiya derûnî stratejiyek girîng in û wiha pê de çû: “Wext pêwîst e, çimkî hejmara nexweşan pir zêde ye û li herêmên me jî navendên wiha kêm in. Hêviya min ew e ku navendên terapiya fîzîkî zêde bibin û perwerdehiya tenduristiyê li ser terapiya fîzîkî jî ji civakê re bê dayîn da ku girîngiya wê bê zanîn. Ji bo dîtina encaman, divê hejmara nexweşan bi hejmara nexweşên ku dermankirinê distînin re wekhev be û divê hevsengiyek hebe.”
Xwestekên civakê
Dr. Xunav pêwîstiyên civakê ku civak bi xwe xwestiye, di dawiya nirxandinên xwe de wiha anî ziman: “Piştî salên dirêj ji şer, civak hawordorek, navendek û deverek dixwazin ku lê derûniya xwe baş bikin û çareseriyan bo pirsgirêkên xwe yê derûnî û tenduristî bibînin. Nexweşên li navenda min tedawiyê dibînin, pê re derûniya wan jî baş dibe. Ev gavek baş e ku nexweş bi xwe behsa wê dike. Ji bo wê hêviya min ew e ku navendên terapiya fîzîkî û tenduristiya derûnî li herêmê zêde bibin.”