Navenda Nûçeyan – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Ji bo Jinan (UN Women) û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Tiryak û Sûcan (UNODC), rapora xwe ya nû ya bi mebesta 25’ê Mijdarê Roja Navnetewî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de, bi sernavê ‘Femicides in 2025: Global Estimates of Intimate Partner/Family Member Femicides’ weşandin. Li gorî raporê, di sala 2025’an de li cîhanê nêzîkî 78 hezar jin û keç bi qestî hatine kuştin. Ji van kuştinan 47 hezar, ango nêzîkî ji sedî 60’î, ji aliyê hevjîn an endamên malbatên wan ve hatine kirin.
Ev hejmar nîşan dide ku bi navînî her saetê 5 jin û keç, ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tên kuştin.
Rêjeya herî bilind li Efrîkayê ye
Li gorî rêjeya kuştina jinan a ji aliyê hevjîn an endamên malbatê ve, Efrîka bi rêjeya 2,9 kuştinan a ji bo her 100 hezar jinan, di rêza yekem de cih digre. Piştre Emrîka bi rêjeya 1,4, Okyanûsya 1,1, Asya 0,6 û Ewropa bi 0,5 kuştinan tên.
Di raporê de hate destnîşankirin ku kuştina jinan gelek caran bi awayekî ji nişka ve pêk nayê û wiha hat domandin: “Gelek caran berî kuştinê tehdît, kontrolkirin, îstîsmar û şîdet heye û ev pêvajoyên şîdetê dikarin bi kuştinê bi dawî bibin.
Mal, ji bo gelek jinan, hîn jî cihê herî xeternak e
Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî bal kişandin ku kuştina jinan ji aliyê hevjîn an endamên malbatê ve, di nav malê de, binpêkirina mafên mirovan e ku dikare pêşî lê bê girtin.
Di raporê de bang li hikûmetan hate kirin ku mekanîzmayên parastinê xurt bikin, zû destwerdanê bikin, ji bo jinên di bin xetereyê de rêyên ewle yên alîkariyê peyda bikin û pêşî li bêcezabûna sûcdaran bigirin. Rapor nîşan dide ku tundiya li dijî jinan ne tenê di qadên giştî de, her wiha di malên ku divê cihê ewlehiyê bin de jî, dikare bi mirinê bi dawî bibe.
Ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan, nasîna zû ya nîşanên tundiyê, parastina jinên di bin xetereyê de û gihîştina wan a mekanîzmayên dadmendiyê girîng e.




