“Me hêz ji perspektîfa Rêber Apo ya giringiyê dide pêşengiya jinê girt”

Hevseroka desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel têkildarî salvegera komploya navnetewî ya li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Em xwe dispêrin bîrdoziya Rêberê xwe, me şoreş û pergala nû jî li ser vî bingehî ava kir û em diparêzin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdana gel ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji salên 1979`an de destpê kiriye û heta vê rojê didome. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, gelê Rojavayê Kurdistanê ku xwe li ser bingehê bîrdoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxstin kirbû ku bi wê hêzê şoreşa 19`ê Tîrmehê di 2012`an de li darxistin. Di nava pêlên şoreşê d pergala xwe ya civakî li ser wî hîmî honan, ji lewra pergala  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku xwe dispêre Şaristaniya Demokratîk ava kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî vê mijarê dibêje: "Heger Netewa Demokratîk ruh e, Rêveberiya Xweser jî bedena wê ye." Rêveberiya xweser ev ji bo xwe kir rêgeza xebatê û li ser wê dest bi ji nû ve avakirinê kir. Têkildarî vê mijarê hevseroka desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel axivî.
Firyaz Berkel di destpêka gotina xwe de komplo û encama wê wiha şirûve kir: "Di vê mehê de hemû roj ji bo me tarî ne, di vê mehê de dewleta tirk û gelek dewletên navnetewî jî Rêber Apo di encama komployekê de girtin. Hêzên serdest û hegemon biryara qirkirina gelê Kurd dabûn, ji lewra komployeke bi vî rengî hat pilan kirin. Lê belê Rêber Apo bîrdoziyek ji me re pêşkêş kir,  ji ber vê me bi vê felsefeyê bawer kir û di hundir xwe de çand. Seroketî jî behs dike û dibêje ku ez fîzîkî di girtîgehê de me, lê fikir û ramanên  min di nava gelê min de ye. Mirov dikare mînakekê jî li ser vê mijarê bide, dema ku mirov xaniyekî ava dike yê herî dijwar çêkirina zemîn e. Ji ber vê yê me weke gelê Kurd Rêber Apo zemînekî bihêz û xûrt ji me re ava kir, ji bo vê jî lêkirin hêsantir bû. Li ser vê bingehê me dikarbû ku em gavên gelek mezin bavêjin, bê guman ev gav ango piroje bi rengekî pilankirî hatin çêkirin. Pergala ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tê bi kar anîn, berhemên bîrdoziya Rêber Apo ye." 
"Me hêz ji perespekfîta pêşengiya jinê girt"
Firyaz Berkel bal kişand ser rola jin di şoreşa 19`ê Tîrmehê de û got: "Rêber Apo gelek xebat, piroje û perspektîf ji me re hîştin, ji ber vê bi taybet weke jin me di nava vê pergalê de lêkolîn kir, xwe perwerde kir û em roleke çawa di nava civakê de bilîzin. Dema ku di 2011`an de Bihara Gelan destpê kir, jinan jî cihê xwe di wan serhildanan de girtin. Lê jinan daxwazên xwe yên ji bo nasname û mafê jin pêkêş nekir, daxwazên wan yên di wan çalakiyan de weke yên giştî bûn. Lê şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê destpê kir û çirûska wê ya yekemîn li Kobanê bû, di destpêkê de jinan behsa azadiya xwe kirin, her wiha behsa wekhevî û mafê xwe yên di qadên siyasî, leşkerî, aborî, civakî, tendiurstî û di cihên biryarê de kir. Jinan bi îsrar têkoşîna bi destxistina van xalan kir ku me daxwazên xwe bi cih anîn. Ji ber vê şoreşa me bala tevahî cîhanê kişand." 
"Em li dijî hişmendiya paşverû têdikoşin"
Firyaz Berkel wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pergala Rêveberiya Xweser de wekheviya zayendana xaleke girîng e. Di pergala dewletên desthilatdar de jin weke wezîfedar dixebite, lê di Rêveberiya Xweser de jin di tevahî cihên biryarê de di komîn û heta meclîsên herî bilind de cih digre. Ev jin ne weke şekl cih digirin, lê belê xwe bi bîrdoziya Rêber Apo perwerde dikin, xwe û civakê jî birêxistin dikin. Bê guman mirov nikare di çend salan hişmendiya civakê bughere, ji ber vê li rex destkeftiyên jinan heta niha gelek jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ev hişmendiya baviksalar û serdest ya mêr li kêleka dijmin, dijminekî din e. Em dîsa jî bi ramanên Rêber Apo têkoşîna li dijî vê hişmendiyê dewam dikin."
Hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku komplo encam negirt û got: "Her ku bîrdoziya Rêber Apo belav dibe û pirojeyên wî pêk tên, hêzên komploger tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin. Ew hêz hewil didin ku bi girankirina tecrîdê re gelê Kurd dorpêç bike, destkeftiyan têk bibe, hebûna Kurdan qir bike û bide ji bîr kirin. Lê ev yek tu carî pêk nayê, a niha di nava pergala Rêveberiya Xweser de gelek pêkhate cih digirin. Ew ji me re dibêjin Rêber Abdullah Ocalan ne tenê yê gelê Kurd e, ew rêberekî netewî ye. Her wiha di gelek zanîngehên cîhanê de pirtûkên Rêber Apo tên xwendin. Ev nêrîn teqez dike ku bîrdoziya Rêber Apo ne milkê gelê Kurd e, lê belê ew xelasiya tevahî netewên bindest e. Me jî weke pêkhateyên ku xwe dispêrin bîrdoziya Rêber Apo biryara azadiya rêberê xwe daye. Bi taybet jî weke jin, emê pêşengiya pêkanîna vê biryarê bikin."