Sirwe Ebdulwelid: Gaza Kurdistanê talan dikin

Parlementera Îraqê Sirwe Ebdulwelîd bi parvekirina xwe ya li ser medya civakî da diyarkirin ku ên gaza Kurdistanê talan dikin, divê baca wê bidin.

Navenda Nuçeyan - Endama Encûmena Nûneran a Parlemana Îraqê parlementera Sirwe Ebdulwelîd di malpera xwe ya tora civakî de li ser talankirina gaza Kurdistanê nivîsek par kir û  da zanîn ku divê hesab ji yên gaza Kurdistanê talan dikin bê pirsîn. 
Parlementera Îraqê Sirwe Ebdulwelîd di peyama belav kir de wiha got: “Li gor yasaya neft û gazê ku di desturê de heye, bêyî agahiya Parlemanê Kurdistanê ku di girêbesat Kompanya DNA ya gazê de hemû karên kampanyayê û talankirina gaza herêma Kurdistanê ne yasayî ye û nikarin ihrac bikin. Îro be yan sibê be lêpêçuna yasayî li gel dike û divê baca hemû wan ziyanan bidin.”