Li Fransayê namzeda serokkomar a partiyên çep Christiana Taubarî ye

Wezîra berê ya edaletê ya Fransayê Chistiana Taubarî, weke namzeda serokomara partiyên çep hat hilbijartin. Ji bo hilbijartina namzedên serokomariyê ku wê di meha Nîsanê de were sazkirin, 392 hezar û 738 hilbijêran deng dan.

 
Navenda Nûçeyan – Chirstiana Taubarî ya li Fransayê di pêvajoya serokkomariya François Hollande de weke Wezîra Edaletê xwedî erk bû niha jî weke namzeda serokkomara partiyên çep hat hilbijartin.   
Di hilbijartina ku di 27’ê Çileyê de dest pê kir û 392 hezar û 738 hilbijêr deng dan, dengê herî zêde Christiana Taubarî bi dest xist. Li gor rêzê Jadot, Melenchon, Larroutoro, Hidalgo, Machandise, Agueb-Porterie, li pey Christiana Taubarî bûn.  
Christiana Taubarî ya piştî daxuyaniya encaman axivî, destnîşan kir ku ji bo civak bêtir adil û di nav piştevaniyê de be ew ê bixebite. 
Hidalgo, Jadot û Malenchon jî dan xuyakirin ku ew ê encama vê hilbijartinê nas nekin û ji bo hilbijartina serokkomariyê dê pêşbaziyê berdewam bikin.