Ayşe Acar Başaran: Tecrîd amûreke şer e

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk a serdema nû, li hev civiyan.

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Jinan a HDP'ê bi rojeva tifaqa demokrasiyê, êrişên li ser destketiyên jinan, tecrîda li Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û 8'ê Adarê bi civîneke serhêl li hev civiyan.
Axaftina vekirinê ya civînê Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran kir. Ayşe Acar Başaran a ku diyar kir sala 2021'an saleke di bin êrîşên dijwar de derbas bûye, lê li hemberî vê yekê jî ew bû salek ku berxwedana li hember wê zêde bû, bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk. Ayşe Acar Başaran da xuyakirin, ku der barê rewşa Aysel Tugluk de gavan neavêtin, nîşaneya zêdekirina êrîşên hikûmetê ye.
“Tecrîd amûreke şer e”
Ayşe Acar Başaran a destnîşan kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşaneya nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e, wiha axivî: “Hikûmet bi sorkirina neteweperestiyê hewl dide bi tecrîdê li ser piyan bimîne. Bi daxuyaniyên têkildarî Birêz Ocalan li raya giştî têne kirin, manîpulasyonê tê armanc kirin. Ger gotineke Birêz Ocalan hebe, wê demê divê pêşî lê bê vekirin ku karibe bi xwe bêje. Ji ber ku em zanin ku hikûmet tecrîd tîne rewşa amûrek ji şerê psîkolojîk.”
Jin dê hevgirtinê mezin bikin
Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe de van îfadeyan bi kar anî: “Sala 2021’an bû sala êrîşên li dijî destkeftiyên me. Vekişîna ji Peymana Stenbolê, 6’emîn Paketa Dadweriyê hat rojevê, cezayê ku li Ayşe Gokkan hat birîn, cezayê li Leyla Guven hat dayîn, bû berdewamiya van êrîşan. Rejîma hikûmet li ser jinan ferz dike ku di nava hin sînoran de bisekine. Me ev yek di êrîşên li dijî hunermend û rojnamevanên ku li dijî hikûmetê cih digrin de dît. Civînekê ku em ê 8'ê Adarê biaxivîn were li darxistin. Yek ji rojên ku zîhniyeta bi serweriya mêr jê ditirse 8'ê Adarê ye ku em lê li hev kom dibin. Dema em diçin 8'ê Adarê divê em derkevîn dervayî  perspektîfeke ku tenê maf û destkeftiyên me diparêze. Ji ber ku dema sala 2021'an bû sala êrîş pir dijwar bûn, di heman demê de civînên ku têkoşîn dikare bibe hevpar jî pêkhatin. Em dikarin nîqaşan ku jiyanek nû ya jinê pêwîste çawa bibe bikin. Em jin li qadan û li kolaan li hev dicivin. Divê em biaxivin û nîqaş bikin ka em çawa dikarin tifaq û hevgirtina jinan mezin bikin.”