Jin di gihandina pozîsyonên biryardayînê de rastî astengiyan tên

Lêkolînera femînîst Yasmine Abd El-Aty got ku pergala baviksalarî bi hemû hêza xwe kar dike ku qalibên zayendî yên li ser jinan di qada giştî de pratîze bike û bal kişand ku ji aliyê hejmarî ve li Misirê di beşdariya siyasî de temsîliyeta jinan ne adile

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Jin hewldaneke mezin didin û têdikoşin da ku bigihîjin pozîsyonan an jî di nav civakek ku bi qalibên zayenda civakî bi wan re mijûl dibe û li derveyî malê îtîrafê bi rola wan nake, beşdarî siyasetê bibin. Ji ber vê yekê, gihandina wan a ji bo destkeftiyên zagonsaz an cîbcîkar gelek caran wê ramanê ji holê radike.

"Di qada giştî û siyasî de qutbûneke civakî ya ji ber qalibî zayendî li dijî jinan heye"

Lêkolînera femînîst Yasmine Abd El-Aty, alîkara hîndekar a zanistên siyasî li Fakulteya Aboriyê, got ku pergala baviksalarî bi hemû hêza xwe kar dike ku qalibên zayendî yên li ser jinan di qada giştî de pratîze bike û bal kişand ku ji aliyê hejmarî ve, li Misirê di beşdariya siyasî de temsîliyeta jinan adil nîn e û di qada giştî de hêzeke femînîst a jinan a şeklî û ne diyarker heye.

Yasmine Abd El-Aty di berdewamiya axaftina xwe de got ku tevî hebûna kota û cudakariya erênî ji bo jinan, pêwîstiya jinan bi dem, hewldan û xebatê heye ji bo bi rastî bi hêz bibin, ji ber ku bi dawîhatina kotaya ku di demeke sînorkirî de ye, jin dê nikaribin di hilbijartinan de hevrikiyê bikin û hêviyên xwe yên li ser beşdariya siyasî bi dest bixin. Jixwe gelek astengî hene ku rê li ber beşdarbûna jinan di siyasetê de digirin û nahêlin ku jin bigihîjin cihên biryardanê, hinek ji wan jî siyasî û civakî ne bi qalibên zayendî ve girêdayî ne her wiha nebûna bersivdayîna zayendî di hilbijartinan de bi xwe. ye

"Pergala baviksalarî bi zanebûn rola jinan sînordar dike"

Ji aliyê din ve, rojnamevan Heba Anis got ku hê jî beşdarbûna jinan a siyasî di astên biryardanê de mijareke bi nakok e û da zanîn ku ji bo jin bikaribin xwe bigihîjînin van navendan, ne pevçûn û ne jî tevger bi dawî nebûye û tevî ketina hin ji wan navendan jî heta niha negihîştine tişta ku dixwazin. Ev jî ji ber pergala baviksalarî ya ku her tiştê girêdayî jinan kontrol dike.

Heba Anis di wê baweriyê de ye ku astengiyên li pêşiya beşdariya jinan bi giranî ji ber kontrolkirina ku jin di nav malê de dibîne ye û vê yekê weke "Namûsa malbatê" bi nav dike. Jin berpirsa hundirê malê û mezinkirina zarokan e û ya li derve jî erkê mêr e ger karibe li derve jî kar bike, dikeve bin kontrola mêr de ku rê li ber gihandina wê bo cihên biryardanê digre.

“Hebûna jinan a di astên biryardayînê de aştiya civakî pêk tîne”

Heba Anis da zanîn ku yek ji wan astengiyan jî nebûna pêşketina siyasî ya jinan e û nekirina zagonan li ser esasê wekheviya rasteqîne di mafan de û ne wekheviya eşkere ye û hemû jî berhemên serdestiya baviksalarî ne ku bi mîrateya çandî û civakî û pergala baviksalarî ve girêdayî ye ku ji bo jinan dûr bixe.