“Têkoşîna li dijî tecrîdê navnîşana siberoja demokratîk e”

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna rojeva heftane de diyar kir ku demokrasî û serkeftin encax bi çareseriya pirsgirêka Kurd dikare were Tirkiyeyê û got: "Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo siberoja demokratîk a Tirkiyeyê ye."

Enqere - Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya li navenda giştî ya partiya xwe de geşedanên têkildarî rojeva Tirkiyeyê nirxand.

Ebru Gunay diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên civakî û qeyrana aboriyê her ku diçe kûrtir dibe û wiha axivî: “Li ku derê pêşniyareke çareseriyê hebe, êrîşê wê derê dike, hewl dide bitepisîne û derfetên çareseriyê ji holê rake. Mînaka şênber a vê yekê polîtîkayên AKP'ê yên li ser Îmraliyê ne. Her kes baş dizane ku dema birêz Ocalan bikeve dewrê derfetên çareserî û aştiyê xurtir dibin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî derfetên aştî û çareseriyê weke gefekê li dijî desthilatdariya xwe dibînin. Bi israra di polîtîkayên şer û tecrîdê de bersivê dide îradeya çareseriyê. Tenê derdekî wan heye, ew jî parastina desthilatdariya xwe ye. Naxwe têkçûna welat ne xema wan e. Bi kûrkirina polîtîkayên şer hewl didin neçareseriyê mayînde bikin.” Ebru Gunay, anî ziman ku yekane navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî ye, li ser doza Kobanê jî rawestiya û destnîşan kir ku tevî peyamên ji qadên Newrozê derdikevin jî hikûmet polîtîkayên xwe yên tecrîdê didomîne.

“Bi taybetî xizanî û îstîsmarkirina kedê hemû pirsgirêkan kûrtir dike. Dema birêz Ocalan bikeve dewrê ne tenê derfeta çareseriya pirsgirêka Kurd mezin bibe dê derfeta demokratîkbûna Tirkiyeyê jî mezin bibe. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna siberoja demokratîk a Tirkiyeyê ye. Gelê Kurd di nava her şert û mercî de ji bo polîtîkayên aştî û çareseriyê têdikoşe û heta aştî pêk were û deriyên Îmraliyê bêne vekirin ev têkoşîn dê berdewam bike. Ev yek di heman demê de pêvajoyeke girîng e ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji bo vê jî wê têkoşîn berdewam bike. Em ê jî bi wan re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo aştî û çareseriyê têkoşînê berdewam bikin."

“Yên ku çav berdaye pariya nanê gel AKPî ne”

Ebru Gunay di civîna çapemeniyê de bal kişand ser bandora qeyrana aborî û wiha axivî: “Ev pergal ne rêveberiya dewletê êdî melekeyên zîhniyeta civakê hedef digre. Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya çend roj berê da got ku têkoşîna xwe li dijî kesên ku li pey qezenca zêde ne didomînin. Serokê giştî yê AKP’ê Erdogan digot faîz sedem û enflasyon encam e. Her ku serokomar Erdogan faîze dadixîne, xwe ji serokê giştî yê AKP’ê ku hem faîza reel û enflasyonê zêde dike, aciz dike. Ji ber ku yên li vî welatî herî zêde qezenc dikin, AKP’î ne. Yên ku çav berdane pariyên nanê gel, alîgirên AKP’ê ne.”