Nêrgiz Mihemedî derbarê komkujiyên Çileyê de bang li rêxistinên navneteweyî kir

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî di peyama ji civîna ‘One Young World’ şandî re kuştina xwepêşanderan di 8 û 9’ê Çileya 2026’an de wek yek ji wehşetên herî sosret û hovane yên dîroka Îranê bi nav kir.

Nêrgiz Mihemedî derbarê komkujiyên Çileyê de bang li rêxistinên navneteweyî kir

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta mafê mirovan û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî peyamek bi dîmen ji civîna navneteweyî ya ‘One Young World’ (Ciwanên Cîhanê) re şand. Nêrgiz Mihemedî di peyama xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku li dijî kuştina xwepêşanderan di 8 û 9’ê Çileya 2026’an de gavên cidî û berbiçav bavêjin û pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin.

'Serhildana Çileya 2026 wek yek ji komkujiyên herî sosret dîroka Îranê de ye'

Di vê peyama ji Tehranê hatî tomarkirin de, Nêrgiz Mihemedî balê dikşîne ser xwepêşandan û tevgerên civakî yên ku bi dehan salan e li Îranê berdewam dikin. Xwepêşandanên li wargehên zanîngehan, çalakiyên jinan li dijî hîcaba bi zorê, Tevgera Kesk, serhildanên Çileya 2018 û Mijdara 2019 û tevgera şoreşger a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wek mînak nîşan dide. Nêrgiz Mihemedî serhildana Çileya 2026 wek yek ji komkujiyên herî sosret û sûcdar ên dîroka nûjen a Îranê bi nav dike.

Nêrgiz Mihemed da zanîn ku kesên di salên 2018, 2019 û 2022’an de û her wiha di Çileya 2026’an de hatibû girtin û piştî serbestberdana xwe ew rûbirûyî hemû astên bûyerên wek kuştinên girseyî yên xwepêşanderan, darvekirin, binçavkirin, îşkence, tecrîda li ser hucreyê û girtina çalakvanên siyasî an civakî hatiye.

Bang li rêxistinên navneteweyî kir

Nêrgiz Mihemedî anî ziman ku bêdengbûna li hember trajediyên wiha wek bê alî nayê hesibandin. Bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku kuştin, darvekirin û girtinan paşguh nekin û xwe bi daxuyanî û helwestên eşkere sînordar nekin.

Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser kombûna tundî, nefret, şer, newekhevî û cudakariyê li Îran û herêma Rojavayê Asyayê û hişyarî da ku encamên vê rewşê ne tenê bi welatekî an herêmekê ve sînordar in, ji bo tevahiya cîhanê wek hişyariyekê ye.

Nêrgis Mihemedî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li dubarebûna tundîtiyê û misogerkirina hesabdayînê, gavên berbiçav ji bilî şermezarkirinên devkî hewce ne.