Navenda Nûçeyan – Cîgirê Rêveberê Perwerdeya Seretayî ya Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Sineyê, Ferhad Kasnazanî, ragihand ku wan tesbît kiriye, hezar û 695 zarokên di temenê dibistana seretayî de di pergala perwerdeya fermî de nehatine qeydkirin. Ev hejmar di encama anîna ber hev a qeydên nifûsê bi daneyên ji pergala agahdariya xwendekaran hatiye bidestxistin.
Hezar û 288 zarok qet neçûna dibistanê
Li gorî Cîgir, 407 zarokên ku hatine tesbîtkirin berê di dibistanê de qeydkirî bûn lê paşê dev ji dibistanê berdane. Hat diyarkirin ku hezar û 288 zarokên mayî qet neketine nav pergala perwerdeyê yan jî qet neçûne dibistanê.
Zarokên ku hatine tesbîtkirin di navbera 6-11 salî de ne
Cîgir da zanîn ku ev hejmar li gorî ji sedî 0.98’ê koma hedef a perwerdeya seretayî ya li eyaletê ye. Li gorî raporên hatine weşandin, zarokên ku hatine tesbîtkirin di navbera 6 û 11 salî de ne.
Cîgir destnîşan kir ku koçberiya malbatan û derketina ji xwe, tesbîtkirin û şopandina van zarokan dijwar dikin. Her wiha zehmetiyên aborî û malbatî, pirsgirêkên tenduristiya zarokan û rewşên ku dê û bav rê li ber berdewamiya perwerdeya zarokên xwe digrin weke sedemên ku hinek zarok li derveyî pergala dibistanê dimînin tên dîtin.
Cîgir tekez kir ku tenê diyarkirina navê zarokan ji bo çareserkirina pirsgirêkê têrê nake û anî ziman ku divê rewşa her zarokek bi awayek ferdî bê lêkolînkirin ji bo astengiyên li pêşiya gihîştina wan a perwerdeyê bên destnîşankirin û ji bo rakirina wan tedbîr bên girtin. Berpirsê perwerdeyê banga beşdarbûna dezgehên rêveber û piştgiriyê di pêvajoyên destnîşankirin, qeydkirin û ragirtina zarokan di dibistanê de kir û xwest ji bo vê armancê budçeyek taybet bê veqetandin.
Bang hat kirin
Her çendî berpirsên perwerdeyê radigihînin ku rêjeya qeydkirina zarokan dibistana seretayî li parêzgeha Sineyê ji sedî 98 zêdetir e jî; nasnameya hezar û 695 zarokên li derveyî pergala perwerdeyê nîşan dide ku gihîştina perwerdeyê ji bo hinek zarokên li parêzgehê hê jî tune ye. Xaleke din a balkêş ew e ku ji çar zarokan sisê jê qet derfeta çûyîna dibistanê nedîtine.
Vegerandina xwendekarên ku ji dibistanê dûr ketine di nava pergala perwerdeyê û dabînkirina derfetên perwerdeyê de ji bo kesên qet neçûne dibistanê tenê bi girtina tomarên îstatîstîkî yan jî diyarkirina navan ne gengaz e. Pêdiviya vê pêvajoyê bi desteka aborî ya ji malbatan re, çavdêriya civakî û rakirina astengiyên li pêşiya gihîştina perwerdeyê heye.




