Mamosteyên Fars li hemberî cezayan li Bûşehrê bertek nîşan dan

Sendîkaya Mamosteyên Parêzgeha Fars daxwaza betalkirina cezayên ku di îtîrazê de li ser sê endamên Sendîkaya Mamosteyên Buşehrê hatine dayîn kirin.

Mamosteyên Fars li hemberî cezayan li Bûşehrê bertek nîşan dan

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Parêzgeha Fars daxuyaniyek weşand, cezayên zindanê û cezayên zêde yên ku li ser sê endamên Komeleya Pîşeyî ya Mamosteyên Parêzgehê, Buşehrê Reza Amanîfar, Esxer Hajeb û Ruqiye Torabpour hatine sepandin şermezar kir.

Yekîtiyê diyar kir ku ev biryar li dijî mafên sivîl, azadiya rêxistinbûnê û mafê mamosteyan ê tevlîbûna çalakiyên sendîkayî ne.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku daxwaza mafên pîşeyî û protestokirina bi aştiyane ya neheqiyan nayê wateya sûc an jî gefê, mafên bingehîn ên welatiyan e. Yekîtiyê diyar kir ku veguherandina daxwazên sendîkayî û çalakiyên sivîl ji bo dozên dadwerî û ewlehiyê baweriya gel têk dibe, qada diyalogê teng dike û pêvajoyên reformên civakî û pêşveçûnê bêhtir asteng dike.
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Fars hevgirtina xwe bi sê endamên Komeleya Pîşeyî ya Mamosteyên Buşehrê re ragihand.

Divê zexta dadwerî ya li ser endamên sendikaya mamosteyan were bidawîkirin

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku cezayên li wan hatine birîn di îtîrazê de werin betalkirin, Reza Amanîfar tavilê were berdan da ku dermankirina wî û parastina tenduristiya wî gengaz be û zexta ewlehî û dadwerî ya li ser endamên sendîkaya mamosteyan were bidawîkirin.

Her wiha hat tekezkirin ku divê mafên mamosteyan ji bo damezrandina rêxistinên serbixwe, îfadekirina nêrînên xwe, rexnekirina polîtîkayan û şopandina daxwazên xwe yên pîşeyî werin naskirin.
Hat destnîşankirin ku her çendî ji mamosteyan tê xwestin nifşek hişmend bi pirsyarî û ramana rexnegir mezin bikin jî ew bi xwe nikarin ji mafê pirsyarî, rexnekirin û nerazîbûnê bêpar bimînin. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Daxwaza ji bo mafên xwe ne sûc e; parastina edaletê berpirsyariyeke mirovî û civakî ye.”