Şengal - Îro li Sinûna Şengalê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û bi beşdariya bi sedan jin û mêrên Êzidî, meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş ji Komîna Sinûnê heta çerxerêya Mam Zekî berdewam kir. Di meşa ku dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” hatin berz kirin de, pankartên “Li dijî qirkirina jinê, bibe dengê xweparastinê” û “Niha dema jinê ye; dema parastin û xwe rêxistinkirinê ye” hatin hilgirtin.
Piştî meşê li çerxerêya Mam Zekî ji aliyê berdevka Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen ve daxuyanî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di sala 2014’an de li Şengalê hovîtiya herî mezin a dîrokê li dijî jin û zarokên Êzidî pêk hatiye û wiha hate gotin: “Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin, revandin û wekî kole hatin firotin. Her wiha jinên ducanî bi saxî hatin binaxkirin û keçên biçûk rastî destdirêjî û tecawizê hatin.”
TAJÊ, balkişand ku ev hovîtî hêj bêyî edaletê maye û bi hezaran jinên Êzidî winda ne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 25’ê Mijdarê tenê roja bîranînê nîne, rojeke ji bo bilindkirina dengê edalet, wekhevî û azadiyê ye.
Pêngava ji bo azadiya dîlgirtiyên fermanê
TAJÊ, ragihand ku pêngava xwe ya bi dirûşma “Ji bo edalet û azadiyê, tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê” ku di 17’ê Tîrmehê de dest pê kiribû, di 25’ê Mijdarê de bi dawî kiriye: “Di çarçoveya vê pêngavê de, di nav pênc mehan de li hundir û derveyî welat gelek çalakî, hevdîtin û xebat hatine meşandin. Her wiha ji bo welatên ku qirkirina gelê Êzidî wekî jenosîdê nas kirine û saziyên navneteweyî nameyên fermî hatine şandin. Di wan nameyan de daxwaz û pêşniyarên ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan û misogerkirina edaletê hatine pêşkêşkirin.”
‘Heta azadiya hemû jinên dîlgirtî, em ê têkoşîna xwe bidomînin’
TAJÊ’, di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan, saziyên fermî û civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan gavên pratîk û cidî bavêjin û daxwaz kir ku çarenûsa jinên Êzidî yên revandî bê diyarkirin, tawanbarên fermanê li dadgehên navneteweyî bên darizandin û zagonên parastina mafên jinan bên xurtkirin.
TAJÊ, di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku heta ku jinên Êzidî yên dîlgirtî azad nebin û aqûbeta hemû windayan neyê zelalkirin, dê têkoşîna xwe bê navber bidomîne.
Daxuyanî bi dirûşmên “Na ji tundiya li ser jinan re!”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Azadî ji bo dîlgirtiyên fermanê, edalet ji bo Şengalê” û “Bijî têkoşîna azadî û berxwedana jinan” bi dawî bû.







