NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo - Tundî, li ser jinan di şertên şer û bêaramiyê de, ne tenê gefek li ser ewlehiyê ye, her wiha astengiyek li pêşiya maf, azadî û beşdariya wan a li jiyana civakî ye jî. Li hemberî vê yekê, têkoşîna jinan ji bo parastina xwe û redkirina tundiyê, dibêje ku azadî bê parastina maf û hebûna jin nayê avakirin.
Di çarçoveya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, ajansa me bi yek ji fermandarên Tabûra YPJ’ê ya li Dêrikê Viyan Lezgîn re, li ser rola YPJ’ê ya di parastina jinan û têkoşîna li dijî tundiyê, rewşa jinan a di dema şer û pevçûnan de û girîngiya berxwedana jinê ya ji bo jiyaneke azad, bi ewle û bi rûmet hevpeyvîn kir.
Fermandar Viyan Lezgîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan. Fermandar Viyan destnîşan kir ku ev roj ne tenê ji bo jinan e, ji bo hemû civakê, desthilatdar û dewletan jî rojeke berpirsyariyê ye û wiha got: “Tundiya ku li ser jinan tê meşandin, ne tenê mijara jinan e, lê berpirsiyariyeke civakî ye ku hemû kes divê li hemberî wê rawestin. Ev roj pêwîst e bibe rojeke bilindkirina têkoşînê û bîranîna jinên ku di vê riyê de canê xwe feda kirine.”
‘Têkoşîna wan ji bo me mîrateyek girîng e û em jî didomînin’
Viyan Lezgîn behsa têkoşîna jinên ku li dijî desthilatdariya Trujillo di Komara Domînîkê de hatin qetilkirin jî, kir. Wê diyar kir ku îrade û berxwedana wan bûye mîrateyek girîng ji bo têkoşîna jinan a îro û wiha pê de çû: “Di sala 1960’an de jinên ku li dijî desthilatdariya Trujillo têkoşîn dikirin, bi awayekî dijwar hatin qetilkirin. Em îrade, hêz û berxwedana wan bi bîr tînin, ji ber ku têkoşîna wan ji bo me mîrateyek girîng e û em jî têkoşîna xwe didomînin.”
Viyan Lezgîn da zanîn ku bîranîna jinên ku ji ber têkoşîna li dijî zilm û desthilatdariyê hatine qetilkirin, têkoşîna îro xurtir dike û ev mîrate bi derbasbûna salan re nayê jibîrkirin. Fermandar Viyan wiha domand: “Em tundiya li ser jinan di hemû cureyên wê de red dikin û li hemberî wê serê xwe natewînin. Em têkoşîna xwe didomînin û ji bo vê têkoşînê amade ne, çi şert û merc derkevin holê.”
Viyan Lezgîn mîrateya jinên berxwedêr ên li hemû cîhanê û Rojhilata Navîn, bi taybetî jinên Kurd, nirxand û destnîşan kir ku berxwedana wan a li dijî zilmê û ji bo azadiyê bûye çavkaniya hêzê ji bo jinên îro. Fermandar Viyan hestên xwe wiha anî ziman: “Di dîrokê de gelek jin li hemû cîhanê berxwedan û ji bo azadiyê têkoşîn kirine, hinek ji wan hatine qetilkirin. Di Kurdistanê de jî jinên Kurd bi tundiyê re rûbirû bûne, lê berxwedan û îradeya xwe nîşan dane. Ev mîrate ji bo me heta îro tê û têkoşîna me bi têkoşîna wan ve girêdayî ye.”
‘Ruh, îrade û têkoşîna wan jinan ji bo me wekî jin hestkirin û fêmkirin e’
Viyan Lezgîn bal kişand ser girîngiya xwedîderketinê li ser mîrateya jinên ku ji bo maf û azadiyê hatine qetilkirin jî. Wê diyar kir ku têkoşîna wan bandoreke mezin li têkoşîna îro dike, tevî ku gelek jin hîn wan nas nakin. Fermandar Viyan wiha got: “Ruh, îrade û têkoşîna wan jinan ji bo me wekî jin hestkirin û fêmkirin e. Bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina li ser vê mîrateyê, nirxekî mezin e.”
Fermandar Viyan Lezgîn destnîşan kir ku Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, derfetek girîng e ji bo bilindkirina dengê jinan, xurtkirina hevdengiyê û berxwedanê li hemberî zihniyet û desthilatdariya ku tundiyê dimeşîne û wiha axivî: “Ji bo me ev roj rojeke girîng e ku em dengê xwe bilind bikin, hevdengiyê xurt bikin û li hemberî hemû cureyên tundîê, hovîtî û desthilatdariya li ser jinan rawestin. Em tundiyê şermezar dikin û têkoşîna xwe bi îrade û baweriyê didomînin.”
Fermandar Viyan diyar kir ku tundî ne tenê bi awayê fizîkî tê meşandin, her wiha tundiya derûnî, aborî, civakî û ya li ser fikir, îrade û azadiya jinê jî di nav de ye. Wê destnîşan kir ku hemû cureyên tundiyê divê bên redkirin û wiha domand: “Tundî ne tenê ew e ku jin tê lêdan, tundiya derûnî, aborî, civakî û tundiya li ser fikir û îradeya jinê jî heye. Em li hemberî hemû cureyên tundiyê radiwestin û şermezar dikin.”
‘Ji bo me têkoşîna azadî û parastina îradeya jinê pîvaneke exlaqî û bingehîn e’
Bi bîranîna jinên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, Viyan Lezgîn destnîşan kir ku feraseta paşverû û desthilatdariya mêr ji hêza jinên xwedî îrade û têkoşer ditirse û wiha got: “Hevalên me yên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo azadiya jin û civakê li hemberî hemû cureyên tundiyê têkoşînek dijwar meşandibûn. Ew bûn hedefa feraseta paşverû û desthilatdariya ku ji hêza jinê ditirse. Ev rastî divê ji aliyê civakê ve were zanîn û fêmkirin.”
Viyan Lezgîn bal kişand ser girîngiya bilindkirina dengê jinan a li hemberî zêdebûna tundiyê û diyar kir ku têkoşîn, hevdengî û rêhevaltiya jinan hêza wan xurt dike û dihêle ku tu cureyê destdirêjî û tundiyê qebûl nekin. Fermandar Viyan wiha berdewam kir: “Hêza ku me ji têkoşîna xwe girtine û rêhevaltiya rast, dihêle ku em tu cureyê tundiyê û destdirêjiyê qebûl nekin. Îradeya me xurt e û hêza me mezin e, em mirinê jî li ber çavan digirin, lê li hemberî tundiyê û desthilatdariya li ser jinan serê xwe natewînin.”
Fermandar Viyan di heman demê de diyar kir ku têkoşîna ji bo azadî û parastina îradeya jin pîvaneke bingehîn e û wiha domand: “Ji bo me têkoşîna azadî û parastina îradeya jinê pîvaneke exlaqî û bingehîn e, ji ber ku di têkoşîna azadiya jinê de cewher û nirxên mirovahiyê tên parastin.”
‘Em wekî YPJ’ê ne tenê di qada leşkerî de ne’
Viyan Lezgîn destnîşan kir ku tevî hemû bedêlên ku jinê di dîrokê de dane, têkoşîna wan îradeya jin xurtir kiriye û berxwedana wan li hemberî tundiyê û desthilatdariyê didomîne û wiha got: “Tevî hemû tundî, qetlkirin, revandin, tecawiz û zextên ku li ser jinan hatine meşandin, jin bi têkoşîna xwe hêz û îradeyeke mezin qezenc kirine. Îro jin li hemberî hemû cureyên tundiyê sekineke bi hêz raber dikin û ev têkoşîn roleke girîng di azadiya hemû jinan de heye.”
Fermandar Viyan behsa bedêlên ku jin di dîrokê de ji bo maf û azadiyê dane kir û diyar kir ku her xwîna ku ji bo azadiyê hatiye rijandin, bûye soz û biryara xurtkirina têkoşînê. Viyan Lezgîn wiha got: “Me gelek bedêl dan, lê bi vê bedêldayînê serbilind in, ji ber ku her dilopek ji xwîna hevalên me bûye soz û biryara bilindkirin û xurtkirina têkoşîna hemû jinan.”
Fermandar Viyan rave kir ku rola YPJ’ê jî ji qada leşkerî wêdetir di qadên rêxistinî, civakî, dîplomatîk û siyasî de berfireh bûye û wiha got: “Em wekî YPJ’ê ne tenê di qada leşkerî de ne, di qada rêxistinî, civakî, dîplomatîk û siyasî de jî xebatê dimeşînin. Îro jinên ji hemû netew û zimanan di vê têkoşînê de cihê xwe digirin, ji ber ku di vê têkoşînê de jin maf, nirx, îrade û hêza xwe dibîne û diparêze.”
Viyan Lezgîn bang li hemû jin, mêr û dewletan kir ku li hemberî tundiya li ser jinan rawestin, dengê xwe bilind bikin û feraseta paşverû û desthilatdar biguherînin û wiha got: “Em dixwazin dengê me bighîje her derê cîhanê û hemû kes vî dengî bibhîze. Hêza jinê di têkoşîna ji bo demokrasî, azadî û aştiyê de roleke girîng dilîze. Eger feraseta desthilatdar û paşverû were guherandin, jin dikare di avakirina civakeke demokratîk û azad de bandoreke mezin bike.”
‘Fikr û ramanên Rêber Apo rêya hevaltî û azadiya rast bi jinan re vedike’
Viyan Lezgîn her wiha bang li jinên li her derê cîhanê kir ku bi hev re bibin yek, destê hev bigirin û li hemberî tundiyê û desthilatdariyê serê xwe natewînin û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku bi destê hev bigirin, têkoşîna xwe bilind bikin û tu carî li hemberî desthilatdarî û tundiyê serê xwe natewînin. Em li her derê ku tundî li ser jinan tê meşandin, ji bo parastina jinan û xurtkirina têkoşînê amade ne. Gelek hevalên me ji bo vê têkoşînê bedêlên giran dane, lê em ê riya wan bidomînin.”
Di dawiyê de, Fermandar Viyan Lezgîn bal kişand ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadiya jinê û diyar kir ku bawerî, îrade û têkoşîna jinan ji bo avakirina civakeke azad bingehek girîng e. Fermandar Viyan wiha got: “Em bawer dikin ku fikr û ramanên Rêber Apo rêya hevaltî û azadiya rast bi jinan re vedike. Em dixwazin hemû jin bibin xelatên azadiyê, li dora vê felsefeyê bicivin û têkoşîna xwe xurt bikin. Bawerî, hêz û îradeya me ji têkoşîna me tê û em hêvîdar in ku azadiyê ji bo hemû jinan pêşerojê misoger bikin.”




