Suweyda – Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan, îro li bajarê Suweydayê yê Sûriyê konferanseke hiqûqî ya bi navê “Mafên ji bo Rûmeta Mirovan” lidar xist. Di konferansê de têgehên mafên mirovan û rûmeta mirovan, girîngiya parastina mafên kesane, binpêkirinên ku tevî hebûna yasayên parastinê li dijî jinan tên kirin û rêyên hişyarkirina jinan a der barê mafên xwe û bikaranîna wan bi rêya yasayî hatin nîqaşkirin.
Parêzer, pisporên mafên mirovan û kesên eleqedarî mijarên hiqûqî beşdarî konferansê bûn. Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku mafên kesane mafên bingehîn ên her mirovî ye û ev maf ji mafên madî yên parastina beden û hebûna fizîkî û mafên manewî yên wekî rûmet, hest û navûdengê pêk tên.
‘Di pevçûn û şeran de mafên jinan bi awayekî giran tên binpêkirin’
Parêzer Merah Şûfî, diyar kir ku di demên pevçûn û şeran de mafên jinan bi awayekî giran tên binpêkirin û bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de, bêparkirina jinan ji mafê perwerdehiyê û zextên kevneşopî û adetên civakî yên li ser jinan. Merah Şûfî, balkişand ser girîngiya rêzgirtina mafên mirovan û zêdekirina hişyariya civakî.
Sedemên ku jinan ber bi bêdengiyê ve dibin
Endama Desteya Rêvebir a Şaxa Suweydayê ya Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan parêzer Faten Nadir, diyar kir ku jin rastî tundiya fîzîkî, derûnî û dîjîtal tên. Faten Nadir got ku adet û kevneşopiyên civakî, zextên civakê û tirsa demxebûnê dibin sedem ku gelek jin li dijî tundiyê bêdeng bimînin.
Faten Nadir, wiha got: “Li gorî qanûnên heyî, jin dikarin di rewşa tundiyê de serî li dozgeriya giştî bidin û gilî û gazincê pêşkêş bikin. Lê hinek jin ji ber zextên civakî û tirsa ji civakê neçar dimînin giliyên xwe paşde bikişînin.
Banga nûvekirina mekanîzmayên parastina qanûnî
Parêzer Maha Mesûd jî diyar kir ku mafên kesane yên mirovan mafên bingehîn û bênîqaş in û di tu şert û mercî de nikarin bibin mijara danûstandinê. Maha Mesûd, bal kişand ku tevî zêdebûna xebatên navneteweyî yên parastina mafên mirovan jî binpêkirinên giran hêj didomin.
Maha Mesûd, got ku pêwîst e yasayên Sûriyê li gorî pêşketinên civakî û teknolojîk bên nûvekirin û bal kişand ser zêdebûna şantaja elektronîk, binpêkirina nepenîtiyê û bikaranîna bê destûr a wêneyên kesane ku bi taybetî jin û zarokan hedef digre. Maha Mesûd, diyar kir ku pêşketina teknolojiyê bi heman lezê bi zêdebûna hişyariya civakî û pêşketina mekanîzmayên parastinê re nehatîye û lewma gelek jin û zarok nikarin xwe bigihînin piştgirî û parastina pêwîst.
Maha Mesûd, bang kir ku ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirina, hişyariya di nav malbat û civakê de bê xurtkirin, jin û zarok li ser mafên xwe û rêyên parastina wan bên agahdarkirin û yasa jî li gorî pêşketinên teknolojîk bên nûvekirin. Maha Mesûd, di dawiya axaftina xwe de girîngiya derxistina yasayên taybet a ji bo parastina komên herî zêde di bin xeterê de kir.
Ev konferans di çarçoveya xebatên yasayî yên ji bo belavkirina çanda mafên mirovan û hişyarkirina jinan a der barê mafên xwe û mekanîzmayên qanûnî yên parastina wan de hate lidarxistin. Beşdaran di konferansê de bal kişandin ser valahiya di navbera hebûna yasayan û pêkanîna wan a di jiyana rastîn de û girîngiya zêdekirina hişyariya civakî ya ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên li dijî jinan.








