Kongra Star: Her roja me 25’ê Mijdarê ye û her qad qada berxwedanê ye

Koordînasyona Kongra Star, bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û bang li hemû rêxistinên jinan kir ku li dijî polîtîkayên serdestiyê yên ku azadiya jinan dikin hedef, têkoşîna hevpar xurt bikin û xetek berxwedanê ya radîkal ava bikin kir.

Kongra Star: Her roja me 25’ê Mijdarê ye û her qad qada berxwedanê ye

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Kongra Star, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de ji Xwişkên Mirabal heta Besê Anûş, ji Sakîne Cansiz heta Hevrîn Xelef û Sosin Birhat, hemû jinên ku di têkoşîna azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minetdarî hate bîranîn û soza mezin kirina têkoşîna wan û gihandina mîrateya wan a azadiyê ya ji bo nifşên pêşerojê hate dubarekirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 25’ê Mijdarê ne tenê rojek di salnameyê de an jî rojeke bîranînê ya sembolîk e, rojeke têkoşîna bênavber e li dijî tundiya li ser jinan, kuştina jinan, feraseta mêrperest û hemû polîtîkayên ku îradeya jinan tune dihesibînin. Di daxuyaniyê de gotin ku jiyan, rêxistinbûn û têkoşîn bi hişmendiya 25’ê Mijdarê berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Jin dibin hedefa şer û polîtîkayên mêrperest

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro li seranserê cîhanê jin dibin hedefa şer, dagirkerî, polîtîkayên mezhebî û zayendperest, pergala mêrperest û hêzên paşverû yên olî û wiha hate gotin: “Tenê di sala 2025’an de nêzî 47 hezar jin ji aliyê hevjînên xwe an jî endamên malbatên xwe ve hatin kuştin. Ev hejmar tê wateya ku her roj bi navînî 129 jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên kuştin.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêmeke fireh a ji Rojhilata Navîn heta Efrîkayê, destkeftî û azadiyên jinan di nav armancên sereke yên rêxistinên radîkal ên olî û desthilatdariyên mêrperest de ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku jin ji mekanîzmayên biryargirtinê tên dûrxistin, qadên jiyana wan tên sînordarkirin û hewldan tên kirin ku îradeya wan a civakî bê kontrolkirin û bûyerên revandin, binçavkirin û tundiyê yên li dijî jinên Elewî û Durzî jî wekî mînak hatin nîşandan ku jin di pêşberî şer û polîtîkayên mezhebî de dibin hedef.

‘Bêdengiya li dijî êrîşên li ser jinan, piştgirî dayîna pergala mêrperest e’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li hemberî êrîşên li ser mafê jiyanê, beden, nasname û îradeya jinan bêdeng mayîn tê wateya hevpariya bi polîtîkayên pergala mêrperest re. Hate gotin ku divê li dijî hemû nêrîn û ferasetên ku dixwazin jinan ji jiyana civakî dûr bixin, mafên wan ên bi dest xistine ji holê rakin û azadiya wan di çarçoveyên olî û kevneşopî de bihêlin, têkoşîn bê mezinkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha rola modernîteya kapîtalîst8 a di kedxwariya ked, beden û nasnameya jinan de hate rexnekirin. Hate destnîşankirin ku dîtina keda jinan a wekî hêza kar a erzan, veguherandina bedena wan a ji bo parçeyek ji çanda xerîdarîyê û sînordarkirina azadiya wan di nav têkiliyên girêdayîbûna aborî de, serdestî û zordariya vê pergalê eşkere dike.

Kongra Star, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nikare tenê bi rawestandina êrîşên kesane re bê sînordarkirin, divê di heman demê de li dijî pergala kapîtalîst a ku jinan di nav têkiliyên êrîşên zayendî de dihêle jî were meşandin.

Banga têkoşîna hevpar

Koordînasyona Kongra Star, di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên jinan kir ku li dijî polîtîkayên serdestiyê yên ku azadiya jinan dikin hedef, bingeha têkoşîna hevpar xurt bikin, piştgiriya jinan bê sînor mezin bikin û xetek berxwedanê ya biryardartir û radîkaltir ava bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku xurtkirina îradeya hevpar û piştgiriya jinan şertê bingehîn ê avakirina civakeke azad e û hate destnîşankirin ku di pêvajoya heyî de lawazbûna dengê jinan û kêmbûna nerazîbûna wan a rêxistinkirî, bûye çavkaniyeke fikarê.

‘Her roja me dê 25’ê Mijdarê be û her qad dê bibe qada berxwedanê’

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiya jinan têkoşîneke hevpar e ku bi sînor, nasname û erdnîgarî nayê parçekirin û mîrata berxwedanê ya ji Xwişkên Mirabal heta Sakîne Cansiz, îro jî rêya jinan ronî dike û wiha hate gotin: “Em bi boneya 25’ê Mijdarê careke din bi dengekî bilind dibêjin: Em ê li dijî kuştina jinan, pergala mêrperest, polîtîkayên şer û hemû êrîşên ku îradeya jinan dikin hedef, têkoşîna xwe mezintir bikin. Her roja me dê 25’ê Mijdarê be û her qad dê bibe qada berxwedanê.”