Navenda Nûçeyan – Bernameya Hevbeş a Neteweyên Yekbûyî ya li ser HIV/AIDS’ê (UNAIDS), îro derbarê keç û jinên ciwan ên li Efrîkaya bin Sahra de raporek girîng weşand. Bernameyê ragihand ku li Efrîkaya bin Sahra her hefte nêzîkî 3 hezar keçên ciwan û jinên ciwan, bi HIV’ê dikevin û ev agahî dan: “Di sala 2025’an de, li vê herêmê nêzîkî 380 hezar jin bi HIV’ê ketine. Li seranserê dinyayê jî jin û keç ji sedî 44’ê enfeksiyonên nû yên HIV’ê pêk tînin.
Gihîştina jinan a dermankirinê hîn jî ne wekhev e
Li gorî daneyên raporê, di sala 2025’an de ji sedî 84’ê jinên ku bi HIV’ê dijîn, gihîştine dermankirina antîretrovîral. Ev rêje di nav mêran de ji sedî 74 e. Lê belê, li Efrîkaya bin Sahra hejmara jinên ku nikarin bighîjin dermankirinê, ji ya mêran zêdetir e. Li vê herêmê nêzîkî 2,2 milyon jin û 1,9 milyon mêr, nikarin ji dermankirina HIV’ê sûd bigirin.
Qutbûna alîkariyên darayî bandorê li jinan dike
UNAIDS’ê diyar kir ku di sala 2025’an de piştgiriya darayî ya navneteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî HIV’ê, ji sedî 18 kêm bûye. Ev kêmbûn bi taybetî bandorê li bernameyên pêşîlêgirtinê û xizmetên tenduristiyê yên civakî dike.
Li gorî raporê, li hin welatan bernameyên ji bo parastina keç û jinên ciwan a ji HIV’ê, tên rawestandin an jî qada xebata wan tengtir dibe. Rapor destnîşan dike ku ev rewş, gihîştina wan a xizmetên tenduristiyê û rêbazên parastinê dijwartir dike.
Ev rapor çima girîng e?
Tevî pêşketinên zanistî û pêşveçûna rêbazên nû yên dermankirinê jî, jin û keç hîn jî beşek girîng a barê enfeksiyonên nû yên HIV’ê hildigrin.
Rapor destnîşan dike ku ji bo parastina jinan a li hember HIV’ê, tenê gihîştina dermanan bes nîne. Rapor dide zanîn ku ew hewce ne ku bighîjin çavkaniyên aborî, perwerdehiyê û xizmetên tenduristiyê yên bi ewle, bêyî cudakariyê.




