Jinên Iraqê ji bo mafên xwe têkoşînê rêxistin dikin

Yekîtiya Jinên Iraqê der barê xurtkirina beşdariya jinan a civakî û siyasî, derxistina yasayên parastina mafên jinan û berfirehkirina çalakiyên rêxistinî û astegiyên ku rastî wan tên her wiha riyên çareseriyê de nîqaş kirin.

Jinên Iraqê ji bo mafên xwe têkoşînê rêxistin dikin

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda –Sekreteriya Yekîtiya Jinên Iraqê, bi hevkariya şaxa xwe ya Bexdayê, di 14’ê Mijdarê de li Hola Çandî ya Beytuna li Bexdayê civînek berfireh a rêxistinî li dar xist. Di civînê de rewşa heyî ya xebatên rêxistinî, rêbazên başkirina wê û xurtkirina hebûn û çalakiyên Yekîtiyê li paytext û herêmên cuda hatin nîqaşkirin.

Di civînê de mijarên wekî başkirina çalakiyên Yekîtiyê û zêdekirina performansa rêxistinî, berfirehkirina tora ragihandinê ya jinan bi riya bandorkirina çalakiyan û her wiha astengî û zoriyên li pêşiya karên yekîtiyê hatin nîqaşkirin û pêşniyar û çareserî ji bo derbaskirina wan hatin pêşkêşkirin.

‘Em hewldanên xwe yên ji bo guhertina yasayan didomînin’

Sekretera Yekîtiya Jinên Iraqê Şemîran Marûkel Odîşo diyar kir ku ji bo parastina mafên jinan xebatên xwe yên ji bo guhertina yasayên Iraqê didomînin. Şemîran Marûkel Odîşo, anî ziman ku wan ji bo tundiya li dijî jinan serî li Dadgeha Federal dane lê doz li gorî wan bi dawî nebûye.

Şemîran Marûkel Odîşo destnîşan kir ku ew bi rêxistinên civaka sivîl ên jin re ji bo ku hinek xalên Yasaya Rewşa Kesane biguherînin, dixebitin bal kişand ser xala 59’an a der barê welayeta zarokan de û got ku li qadê ji bo yasayên nû yên ku zirarê didin mafên jinan bên derxistin gav tên avêtin û wiha domand: “Xebata parêzvaniyê bi lez û bez bi pêş dikeve. Carna ji ber sedemên cuda, weke dînamîkên hêza siyasî di nava hikûmetê de, têkçûn çêdibin. Derxistina yasayan ne erka rêxistinên civaka sivîl an çalakiyên gel ên li kolanên Iraqê ye, erka Meclîsa Nûneran e.”

‘Yekîtî ji bo parastina mafên jinan û çareserkirina pirsgirêkan dixebite’

Şemîran Marûkel Odîşho bal kişand ser xebatên yekîtiyê û diyar kir ku karê wan digihîje torên ragihandinê yên bi rêxistinên li Bexdayê û bajarên din û xebatên wan mijarên weke têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê, xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan û misogerkirina gihîştina wan a mekanîzmayên biryardayînê digre nava xwe. Şemîran Marûkel Odişo bal kişand ser girîngiya di şekildana polîtîkayên dewletê bi giştî û polîtîkayên ku bi taybetî jinan hedef digrin.

‘Yekîtî mafên jinan diparêze’

Şemîran Marûkel Odişo bal kişand ku yekîtî bi berdewamî mijarên bandorê li jinan dikin diparêze û weke beşek ji pergala navnetewî ya li dijî tundiyê şer dike, mafên jin, zarok û malbatan diparêze  û got: “Hewl tê dayîn ku Yasaya Pêşîlêgirtina Tundiya Navmalê ya berê çend caran hatiye xwendin û ji hêla Serokwezîr û Serokkomariyê ve hatiye pêşkêşkirin li benda pejirandina parlamentoyê ye, bê pejirandin.”

‘Alîkariya jinên koçber û yên ji tundiyê rizgar bûne didome’

Şemîran Marûkel Odîşo da zanîn ku armanca wan ew e bi kampanyaya 16 Rojên Çalakiyên li Dijî Tundiya li ser Jinan balê bikşînin ser vê pirsgirêkê û hewldanan zêde bikin got ku ev mijar yek ji armancên civîna rêxistinî ya bi Şaxa Bexdayê re hatiye lidarxistin bûye. Şemîran Marûkel Odîşo destnîşan kir ku hevkariya bi rêxistin û saziyên Êzidî yên alîkariya jinên koçber û yên ji tundiyê rizgar bûne re berdewam dike û got: “Çareseriya van pirsgirêkan nikare tenê di berpirsiyariya rêxistinan de be. Pêwîstî bi tedbîrên bilez û bi bandor ên hikûmetê û destwerdana rayedarên têkildar heye.”

Destkeftiyên yekîtiyê yên derketine pêş

Tevî zorî û paşketinên ku di pêkanîna bernameyan de, Şemîran Marûkel Odîşo bal kişand ser destkeftiyên berbiçav ên yekîtiyê û da zanîn ku xebatên wan ji derveyî Bexdayê, li bajarên din û dîasporayê hene û wan sûd dane gelek torên li ser asta herêmî, welatên Ereb û yên navnetewî.

Şemîran Marûkel Odîşo, ragihand ku yekîtî endama Federasyona Cîhanî ya Jinên Demokratîk (WIDF) ye, ji bo sekreteriya federasyonê hatiye hilbijartin û niha weke Cîgira Serokê Federasyonê kar dike, da zanîn ku ew armanc dikin beşdarî konferansa tê plankirin di Kanûna Pêşîn de li Meksîkayê bê lidarxistin bibin. Amaje bi wê yekê kir ku ew ê di konferansê de raporên rewşa jin û zarokan li Iraqê û her wiha pêşketin û destkeftiyên girîng di vî warî de ronî dikin pêşkêş bikin û tekez kir ku pêwîst e hikûmeta Iraqê peymanên navnetewî yên li ser mafên jinan erê bike.

‘Astengiyên civakî rê li ber beşdariya jinan digrin’

Endama şaxa Bexdayê Karîma El-Saidî, der barê zehmetiyên ku yekîtî di dema xebata xwe de rastî wan tê de, anî ziman ku xebata li Bexdayê li gorî xebata li derdorê zehmetiyên cuda pêşkêş dike û wiha domand: “Şert û mercên civakî beşdarbûna jinan a di platform û semînerên çandî û hişyarkirinê de sînordar dikin. Hinek mêr rê li ber beşdarbûna jinan di van çalakiyan de digrin.”

Kerîme El-Saidî her wiha got ku yekîtî di xebatên xwe de girîngiyê dide beşdarkirina jinên li herêmên cuda, bi taybetî li deverên niştecihbûnê lê ev yek astengiyeke mezin çêdike û wiha pêl da gotinên xwe: “Jinên li deverên gundewar bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Tirsa ji civak û malbatê nahêle  gelek jin cesaret bikin li ser pirsgirêkên xwe biaxivin. Bi riya semînerên ku em organîze dikin, em jinan teşwîq dikin ku êşên xwe bînin ziman û li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Bi hevkariya komîteyên yasayî yên girêdayî yekîtiyê alîkariya wan dikin ku çareseriyên guncaw bibînin.”

‘Dilsoziya min a bi yekîtiyê re xwe dispêre dîrokê’

Alaa Qasim a di civînê de axivî, anî ziman ku tevlîbûna wê ya Yekîtiya Jinên Iraqê xwe dispêre baweriya wê ya bi dîroka dirêj a rêxistinê û pozisyona wa ya di têkoşîna jinan de derketiye holê û wiha domand: “Yekîtî ku kokên xwe digihîje salên 1950’an, xebata xwe ji bo misogerkirina edaletê ji bo jinan û parastina bi awayekî rastgo didomîne. Yek ji taybetmendiyên herî cihêreng ên dîroka yekîtiyê ew e ku ji hêla Dr. Nezîha El-Duleîmî ve hatiye damezrandin, beşdariyek baş di hewldanên derxistina Yasaya Rewşa Kesane ya Hejmar 188’an a 1959’an de kiriye.”

Alaa Qasim bal kişand ser girîngiya berdewamiya vê mîrateya têkoşînê di parastina mafên jinan û xurtkirina cihê jinan di civakê de.

Civîn bi nirxandinên li ser pirsgirêk û astengiyên li pêşiya xebatên rêxistinê û bi pêşkêşkirina rêzek pêşniyar û çareseriyan bi armanca başkirina performansa yekîtiyê, başkirina çalakiyên wê û xurtkirina rola wê ya di parastina mafên jinan de bi dawî bû.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.