Gûlale Elyasî sewqî girtîgeha Urmiyeyê hat kirin

Gûlale Elyasî ya ku ji ber sûcê ‘civîn û hevkariya sûcên li dijî ewlehiya netewî’ du sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn; ji bo kişandina cezayê xwe sewqî girtîgeha Urmiyeyê hat kirin.

Gûlale Elyasî sewqî girtîgeha Urmiyeyê hat kirin

Navenda Nûçeyan – Gûlale (Nazanîn) Elyasî ku li Mahabadê dijî, roja 14’ê Mijdarê ji bo cezayê du salan ê girtîgehê bikşîne, sewqî girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hat kirin. Li gorî raporên hatine belavkirin, Gûlale Elyasî piştî ji aliyê Buroya Bicîhanînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Mahabadê ve bangî wê hat kirin, wê şandin girtîgeha navendî ya Urmiyeyê.

Du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

Di Tebaxa 2026’an de, Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Mahabadê, bi serokatiya Dadwer Ehad Siyamî, ji ber sûcê ‘civîn û hevkariya ji bo kirina sûcên li dijî ewlehiya netewî’ du sal cezayê girtîgehê lê birî.

Berê bi kefalet hatibû berdan

Gûlale Elyasî du sal berê di 16’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de piştî ji aliyê Ofîsa Îstîxbaratê (Ettela'at) li Mahabadê bang lê hatibû kirin û wê biribûn navenda girtinê ya girêdayî Ofîsa Îstîxbaratê ya li Urmiyeyê, hatibû girtin. Piştî temamkirina pêvajoya lêpirsînê, Gûlale Elyasî şandibûn beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê lê di 10’ê Nîsana 2025’an de bi kefaleta demkî hatibû berdan.