Komeleya Jinên Beysûr ji bo bihêzkirina jinan û başbûna rewşa aborî dixebite

Li Lubnanê Komeleya jinên Beysûr bi projeva “Navenda Hilberîna Xurek a Rojava” a ji sala 2008’an heya niha kar dike, hewl didin tevahî jinan di warê aborî de bihêz bikin û rewşa aborî baştir bikin.

 
SÛZAN EBÛ SAÎD
Beyrûd- Xureka xwezayî li Lubnanê modeleke kooperatîfa civakî ye ku di nav aloziya aborî de piştgiriyê dide jinan û rabûna aborî pêk tîne. Dema em têkoşîna çar salan a Jinên Baysûrê dişopînin, em jê piştrast in ku ji aliyê jinên Beysûrê ve hilbijartina hevkarên projeya ‘Navenda Hilberîna Xurek a Rojava’ ne rasthatinekê ecêb e. Navenda Hilberîna Xurek ji sala 2008’an ve piştî avabûnê di xebatên xwe de xwedî dîrokek erenî ye, projeya rabûna aborî ya ku jinan dike hedef û wan bihêz dike, dimeşîne.  
Navenda Hilbêrîna Xurek a Rojava 
Seroka Komeleya Jinên Beysûr a li Navenda Hilberîna Xurek a Rojava Hiyam Malaib dibêje ku rêjeya projeyê di sala 2014'an de bi civîneke di navbera şaredariyên herêmê, Yekitiya Şaredariyên Xerbê û Şehhar El- Ala û komeleyên li herêmê de dest pê kir. Gelek pêşniyar hebûn, heta ku biryara avakirina kooperatîfeke çandiniyê hat, ji ber çend sedeman, ji wan jî pêwîstiya herêmê bi projeyên geşedanê, her wiha hebûna beşek mezin ku di warê çandiniyê de kar dike, ji bilî hebûna enerjiyê û potansiyela ku nayê bikaranîn." 
Hiyam Malaib diyar kir ku peymanek bi USAID û saziya Caritas re di çarçoveya bernameya Baladî de û her wiha bi komeleya "Destê Kesk" re hat çêkirin û her yek ji van hevkaran beşek ji projeyê wergirt û di birêvebirina wê de pêşîniyek me hebû, ew ji bo jinan hê zêdetir û baştir bi hêz bibin beşdar dibe."
Hiyam Malaib destnîşan kir ku di destpêkê de ne tenê ji bo armanceke aborî, ji bo çarçoveyên civakî û hevkariyê bişkînin ew dikaribûne jinan ji malên wan derxin û wiha domand: "Heta hin jin bi armanca ku derkevin derve, bi dilxwazî belaş kar kirin. Her wiha projeyê serxwebûna aborî ji bo hejmareke mezin ji jinan dabîn kir û hinek jin ji ber ku jinebî û bê dahat in hatin hilbijartin û beşdariya wan di vê projeyê de destpêka guhertineke girîng bû li hemû astan de."
Hiyam Malaib der barê Komeleya Jinên Beysûr de jî wiha got: "Komeleya Jinên Beysûr ku di sala 2008'an de hatiye damezrandin, ji bo bi şêweyên curbicur pêşxistin û bihêzkirina jinan û her wiha ji bo bilindkirina asta çandî û şaristanî kar dike. Zêdebarî teşwîqkirin û rêzgirtina medyaya Lubnanî û mirovên afirîner ji Beysûr û derveyî welat bi riya lidarxistina çalakî, şevbuhêrk, civîn û semîneran, di heman demê de xebat ji bo pêşxistina çanda hevjîniya çandî bi komeleyan re û guhdana tenduristiyê bi pêşkêşkirina alîkariyê tê kirin û em ji bo avakirina muzexaneyek folklorî kar dikin. Her wiha li Baysûrê jî xebateke me heye û her wiha bi bûrsdayînê girîngî bi perwerdeya zarokan tê dayîn û ji bo tiştên pêdivî piştgirîdayîn jî di nav xebatên me de cih digre.”
Destpêka hilberînê
Hiyam Malaib behsa wê yekê jî kir ku qonaxa pîşesazî di Gulana 2019'an de dest pê kiriye û wiha got: "Beriya destpêkirina qonaxa kar û berhemanînê gelek amadekarî hatin kirin. Me jinan di perwerdekirina xwarinê de beşdar kirin û niha proje rasterast û berdewam xizmeta 18 jinan dike, ji ber ku hinek ji wan demsalî yan jî li gorî pêwîstiyan û ji malên xwe kar dikin û sedema vê jî rewşa aborî û krîza dolar û nexweşiya koronayê ye. Tevî kêşeyan jî xebata me didome. Di vî warî de, "Caritas" di deh mehên dawî de piştgiriya me kir ku ev serdemek rekor e, ji ber bi gelemperî tenê di navbera 3 û 6 mehan de piştgirî dide komeleyan, bi dabînkirina mûçeyên karkeran, ev yek jî ji ber ku em yek ji sê kooperatîfên çandiniyê yên herî mezin li ser asta Lubnanê tên hesibandin. Bi mebesta teşwîqkirina me li ser pêşketina hilbirînê, me dikaribû di hilberînê de berdewam bikin."
Der barê hejmara berhemên di kargehê de, Hiyam Malaib anî ziman ku hejmara berheman ji 40  derbas bûye, di nav wan de cureyên şîraniyê, tirşo, xwarinên cemidî, konserveyên berhemên çandiniyê yên hişk û şil (kompost, makdûs û yên din) û xwarinên demsalî hene. Mînak, zivistanê em kibbeh, şîş barek, kek, şîranî û yên din amade dikin."
Hiyam Malaib têkildarî pirsgirêkên ku komele rastî wan tên, wiha got: "Yek ji zehmetiyên herî girîng ên ku em pê re rû bi rû ne, di serî de bazarkirina berheman e û ji ber krîza kerabeyê dabînkirina pêdiviyên kargehê ye û em niha temamkirina tedbîrên rûtîn dişopînin ji bo qeydkirina wê ya tam û fermî, ji ber ku hê di bin çêkirinê de ye."
Stratejiya kirûbirê ya yekbûyî
Endama Desteya Rêveber Jumana Malaib li ser projeyên xwe yên li ser herêmê wiha axivî; “Projeya kargehê di çarçoveya bernameyek pîşeyî ya yekbûyî de ye ji bo herêma Aliya li bajarokê Eynab ê li tenişta bajarê me û ji bilî hilberîna xwarinê, ew hunerên pîşesaziyê û hilberîna kevneşopî kom dike, ji bo çend armancan, di nav de piştgirîkirina aboriya dorhêl, teşwîqkirina kirûbirê û bihêzkirina jin, cotkar û xwediyên karsaziyên biçûk."
Jumana Malaib da zanîn ku wan bi armanca geşedan û berfirehbûnê û ji ber pandemiyê, rêbaza kirûbira elektronîkî şopandine û beşdarî gelek pêşangehan bûne bi riya rûpela wan a taybet li ser malpera medya mecazî "Facebook" û awayên din ji bo peydakirina hilberînan bi awayekî rasterast ji xerîdar re û wiha berdewam kir: "Lê belê ruxmî kêşeyan em hewl didin stratejiyek kirûbirê ya yekgirtî, bi hevkariya komeleyên din bi pêş bixin, ji bo rêvebirin û zêdekirina hilberînê û ji bo bidestxistina bêtir xweragiriyê û tevlibûna gelek ji jinan pêk bînin."
Endama Desteya Rêveber, Howaida Malaib, wiha got: "Rêjeyek me ya mezin û cihêreng ji berheman heye lê kirûbira di nav vê krîza aborî ya xirabtir de dimîne astengek mezin e ku em di vê heyamê de kar dikin ku wê derbas bikin. Hemû hilberîn tên amadekirin û paqijkirin, di heman demê de ew bi kalîte û ceribandinên laboratîfê ve girêdayî ye ku hişt em heşt cureyên hilberînên xwe bişînin welatên Xelîcê.”
Der barê projeyên berê de, Howaida Malaib got: "Em berê beşdarî projeyeke ji bo cudakirina bermahiyan ji çavkaniyê bûn û me li hin devêrên diyarkirî dest pê kir û bi hêzek mezin berdewam kir lê ev proje ji îmkanên me derbas bû. Gelek komele hene ku xizmeta bajarokê dikin lê belê em komeleya tekane ne ku jinan ji malbatan kom dikin."
Pêşketin û nûbûn
Çavdêra hilberînê ya Komeleya Kooperatîfê Înam El-Erîdî anî ziman ku behremendiya wê di warê nûjenkirina madeyên nû û pêşxistina hilberînê de heye û wiha bilêv kir: "Me dest bi pêşxistina berhemên nû kir, ji bo du armancan. Ya yekem ew e ku em berhemên xwe cuda bikin û ya duyem jî derxistina berhemên cotkaran û piştgirîkirina wan bi kirîna berhemên wan e da ku ew li zeviyên xwe bimînin û çandiniya xwe berdewam bikin û ji gund koçber nebin. Mînak, me ava îsotan û ya bacanan çêkiriye û ev berhem ji nûjeniya me ne û bi awayekî mezin hatine qebûlkirin."