Jinek Efgan li Bamyanê ji jinan re derfetên kar peyda dike
Şakîla Ehmedî ya li bajarê Bamyana Efganistanê dikaneke hunerên destan vekir, ji bo 75 jin û jinên ciwan ên ji mafê perwerdê bêpar hatine hiştin, derfeta kar û bidestxistina aborî peyda kir.
BAHARAN LEHÎB
Bamyan – Li bazara bajarê Bamyanê, dikaneke biçûk heye ku dengê jinên dixebitin û keda wan tê bihîstin. Cilên bi dest hatine çêkirî, şalên neqşandî û berhemên kulav, di pencereyên dikanan û firoşgehên biçûk de bala mirovan dikşîne. Ev tişt berhemên keda wan jinan e ku derfeta berdewamkirina perwerda xwe winda kirine û îro li malê bi hilberîna hunerên destan mijûl dibin.
Di vê bazarê de hinek jinan bi sermayeya biçûk karsaziyên xwe ava kirine û hinek jî bi piştgiriya saziyên cûrbecûr ên wekî rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, xebatên xwe yên aborî didomînin. Tevî sînorkirin û destwerdanên rayedarên Fermana Qencî û Qedexekirina Xerabiyê jî, jin li rêyên domandina kar û bikaranîna jêhatiyên xwe digerin.
Yek ji van jinan Şakîla Ehmedî ye ku beriya 7 salan dest bi karê hunera destan kiriye. Şakîla, îro bi dabînkirina madeyên xam û sêwiranên pêwîst, ji 75 jinan re derfeta kar û bidestxistina aborî peyda dike. Me serdana Şakîla Ehmed kir û derbarê xebatên wê û jinên ku di malên xwe de beşek ji vê zincîra hilberînê ne de agahiyan girt.
Ji bo 75 jin û jinên ciwan derfeta kar û bidestxistina aborî peyda dike
Şakîla Ehmedî, bi van gotinan xwe dide naskirin: “Ez nêzî 7 sal in, li beşa hunerê destan a li Bazara Hunerê ya li parêzgeha Bamyanê dixebitim. Bamyan parêzgeheke ku hunerên destan lê demsalî ye. Em zivistanê hildiberînin û biharê jî difroşin. Li vir 6 mehên salê, germ e. Bamyan zivistanê pir sar e. Tûrîst, di werza havînê de tên. Firotina me di van şeş mehan de baştir dibe. Em nikarin berhemên xwe zivistanê pir zêde bifiroşin, em bêtir hilberînin û di biharê de hilberên xwe difiroşin.”
Şakîla Ehmedî, da zanîn ku berhemên wan piranî ji aliyê jinên malê ve tên hilberandin û wiha pê de çû: “Keçên ciwan ên ku niha ji perwerdê bêpar in û li malê ne, bi piranî cilên destçêkirî, şalên bi destan hatine çêkirin û berhemên bi vî rengî amade dikin. Em malzemeyên pêwîst ji wan re peyda dikin û sêwiran jî didin wan. Ew malzemeyan ji firoşgeha digrin û li malê xwe dixebitin. Piştre berhemên xwe tînin û her yek ji wan ji bo karê xwe pere distîne. Nêzî 75 karkerên min ên daîmî hene. Ew materyalan dibînin û bi awaye komên malbatî yên ji çar an jî pênc kesan pêk tên, dixebitin. Li ser navên wan yek tê malzemeyan bi awayekî bêpere distîne û li malê bi hev re dixebitin.”
Jin bi keda xwe pere qezenc dikin
Şakîla Ehmedî, diyar kir ku pêlavên kulav û tiştên din ên ji kulav pêk hatine jî çêdikin û ev kar bi piranî ji aliyê jinan ve tê kirin. Şakîla wiha got: “Cilên hunerê destan û şalên bi destan hatine çêkirin, ji aliyê jinên ciwan ve tên amadekirin. Ew pir zirav û bi baldarî dixebitin û kedek mezin didin. Ji bo keda xwe mezin pere digrin û ev yek ji bo wan pir baş e. Di vê serdema ku bêkarî berfireh e û hêviyên ji bo perwerdehiyê, zanîngeh û dibistanê ji destên wan hatiye girtin de, bi karên hunerê destan re mijûl dibin.”
Şakîla Ehmedî, ragihand ku beriya vêya karê mamostetî dikir û wiha domand: “Ez berê mamoste bûm û li dibistanên taybet ders dida. Ez bi xwe jî xwendekara zanîngehê bûm. Piştre fikirîm ku divê ez tiştek bikim ku çanda me zindî bimîne û karên destan hilberînim. Ji ber ku ez di vî warî de xwedî jêhatî bûm. Piştre min li vir dikanek vekir. Di destpêkê de min bi çar jinan re dest bi xebatê kir. Bi demê re hejmara karmendên min ên daîmî gihîşt 75’an. Ew nêzî 5 sal in jin bi min re dixebitin. Fikirîm ku divê ez li vir dikaneke hunerê destan vekim û çanda xwe zindî bihêlim, biparêzim û derfetên kar ji bo jinan peyda bikim. Ji ber ku piraniya jinan nikarin ji malên xwe derkevin û destûr nayê dayîn ku werin bazarê.
Şakîla Ehmedî, da zanîn ku li Bamyanê gelek jin bi bazirganiyê re mijûl dibin û wiha axivî: “Mînak jinên ku li navçeyan dijîn û ji ber ku zarokên wan hene, nikarin werin vir. Ew him karên malê dikin û him jî li malê karên destan çêdikin. Em malzeme û modelên pêwîst ji wan re peyda dikin. Ew jî bi hêsanî berhemên xwe amade dikin, ji me re tînin û em jî difiroşin.”
‘Bila jin bihêz bin, hewl bidin û têbikoşin’
Şakîla Ehmedî, bi van gotinan peyama xwe ya ji bo jinên Efganî anî ziman: “Peyama min ji bo jinên wêrek ên Efganistanê ev e; Bila tu caran hêviya xwe winda nekin. Ger deriyek bê girtin, dê deriyek din vebe. Divê jin hewl bidin û têbikoşin. Rast e, dibe ku niha nikarin perwerdeya xwe binîn. Ez jî dema ku xwendekara sala duyemîn a zanîngehê bûm, ji perwerdehiya xwe bêpar mam. Lê min qet hêviya xwe winda nekir. Min berê xwe da bazirganiyê û ev karê ku ez niha dikim hêviyek mezin dide min.”
Şakîla Ehmedî, di dawiya axaftina xwe de ji bo jin û jinên ciwan ên Efgan banga têkoşîna kir: “Mûçeya min a mamostetiyê têr nedikir ku hewcedariyên xwe pêk bînim. Ez niha bi bazirganiyê re mijûl dibim û ev ji bo min pir baş bû. Karê ku ez dikim ne tenê ji min û malbata min e, di heman demê de ji bo 75 jinên din ên ku bi min re dixebitin jî sûdmend e. Min derfetên kar ji wan re peyda kirin. Bila jin bihêz bin, hewl bidin û têbikoşin. Divê hemû jêhatiyên xwe bikar bînin û ji jêhatiyên xwe sûd bigirin.”