Jinên Amedî ji ber bihayê zêde bertek nîşan dan

Li Tirkiyeyê ji ber fatûreyên zêde yên cereyan, av û gaza xwezayî û bihayê zêde yê pêdiviyên herî bingehîn di nava gel de bû sedema bertekên mezin. Jinên Amedê diyar kirin ku ew nikarin ji bo pitikên xwe mama û paç bikirin, nikarin pêdiviyên zarokên xwe pêk bînin, nikarin kirê û fatûreyan bidin, rûniştina li kafeyek û vexwarina çayê êdî gelekî luks e, bi gotina “Welatî nikarin fatûreya qeyranê bidin”, daxwaz kirin ku di zûtirîn demê de biha bên daxistin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di pêvajoya dawî de bi zêdebûna bihayan re qeyrana aborî di nava gel de bi awayekî zelaltir xwe nîşan da. Dema karsazên ku fatûreyên wan li gorî meha borî du-sê qat zêde bûne, dest ji kar berdan, bi hezaran kesên ku bertek nîşanî fatûreyên hatine dan, daketin kolanan. Me jî ji jinên ku diyar dikin pêvajoya tê jiyîn ber bi xelayê ve diçe, bi pirsa "Ma hûn dikarin debara xwe bikin?" pirsî. Dema ku me ev pirs ji jina ku nikare ji zarokê/a xwe re mama bikire bigire heya xwendekarên ku pereyê wan ji bo pirtûkên dersê namînin, pirs kir yekê ji wan jî negot "Em dikarin debara xwe bikin." Jinên ku dibêjin ji ber zêdebûna bihayan nikarin nan jî bîbin malên xwe, ji bo kêmkirina bihayên hatine û pêşî li bihabûna zêde bê girtin bang kirin. Jinên ku nikarin debara xwe bikin pirsgirêkên ku dijîn ji ajansa me re vegotin. 
"Ez nikarim pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînim" 
Berna Baran: Piştî pêvajoya dawî em bi tu awayî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Bursên tên dayîn bi tu awayî têr nakin. Dîsa çûnûhatin, pirtûk û xwarin pir biha ne. Me niha xwarin xwar û her çend em têr nebûn jî me serê kesî 50 lîre da. Jixwe ji aliyê civakî ve aktîvîteyên, sînema û ketina muzeyan jî diyar e. Em wekî xwendevan nikarin tiştekî bikin û em dixwazin ji vî welatî biçin. Em bi tu awayî der barê welat de tiştek baş nafikirin. Tu hevalên me nikarin debara xwe bikin. Xwarinên li yûrdan pir biha ne. Ez nikarim pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînim.
"Em nikarin ped bistînin" 
Weke jinekê niha di rojevê de pirsgirêka peda hîjyenîk heye. Em nikarin ped bikirin, jixwe bihayê zêde tê zanîn. Tu ya herî erzan û herî bê kalîte dikirî. Ez tişta ku pêşaniya min a sereke ye nikarim bistînim. Mînak telefona min şikestiye lê ez nikarim telefonê bidim çêkirin. Dema em bi hevalan re rûdinin tenê mijara me aborî ye. Ji xeynî vê em nikarin qala tiştekî bikin. Ji bo pêşerojê tu hêviyên min nîn in. Ji bilî nezelaliyê tiştek tune ye. Fikra tu kesî ya pêşerojê tune ye. Tiştekî ku welat bide min tune ye.
"Em nikarin deynê tiştên ku me ji dikanan kiriye bidin" 
Semra Tedik: Di pêvajoya dawî de ji ber zêdebûna bihayan em gelek zehmetiyan dikşînin. Niha hevjînê min naxebite û em çar zarokan didin xwendin. Debara jiyanê gelekî zehmet e. Ez nikarim tu tiştekî ku zarokên min dixwazin bigirim. Êdî xwarin pir hindik tê ser sifreya me. Hin roj hene ku em bi rastî nikarin yek tiştek bixwin. Em ji ber pirî deyn dikin êdî nikarin tiştekî bi deyn ji dikanan bikirin û em nikarin deynê xwe jî bidin. Ger wisa bidome dê komkujiyek mezin pêk were. Xwedê alîkariya me hemûyan bike, pir zehmet e. Kesê têr ji rewşa birçî fêm nake. Mirov êdî ji ber hêrsê nizane çi bibêje. Divê ji bo bihabûn û giraniyan tiştek bê kirin.
“Di malekê de deh kes jî bixebitin têrê nake” 
Bêrîtan Aras: Jiyan pir zehmet e. Em bi zehmetiyan fatûreyên xwe didin. Mirov êdî nikarin kirêya xaniyên xwe jî bidin. Mirov êdî nikarin li zarokên xwe jî binêrin. Em ji Şirnexê heta li vir ji bo bijîşk hatin, me tenê ji bo mûçeya muayeneyê 600 lîra da. Gel nizane çi bike. Di malekê de deh kes jî dixebitin têrê nake. Pîşeya tu kesî tune ye. Xwedê alîkariya me bike. Ez çi bibêjim? Her tişt biha ye. Kes nikarê êdî ne firingî, ne balîcan û ne jî bîberan bikire.
"Li cîhekî rûniştin û vexwarina çay bûye luks" 
Hatîce Aras: Dema dahata me nebe û em nikaribin bixebitin, jin rastî gelek zehmetiyan tên. Mûçeya asgarî pir kêm e. Kes bi wê nikare debara xwe bike. Bihabûn gelek aloziyan ava dike. Ev meh fatûre du-sê qat zêdetir hatin. Ji bo xaniyek yekqatî ji hezar zêdetir fatûre dinivîsin. Ji her tişt re bihabûn hat. Êdî kes nikare li cihekî rûnê û çayek vexwe. Gelek zehmetiyan dijî. Jiyan pir zehmet derbas dibe.
"Ez qet nizanim dê dawiya me çi bibe"
Yuksel Aslan: Her tişt pir zehmet e. Zarok nikarin debara xwe bikin. Mirov sebrê dide malbatên xwedî zarok. Berê bi 100 lîre re her tişt dihat kirîn. Lê niha ev ji bo tiştekî têrî nake. Ez qet nizanim dê dawiya me çi bibe. Divê di zûtirîn demê de ev bihabûn bên biguhere û her tişt li gorî bihayê xwe ji nû ve were sererastkirin. Welatî ne mecbûr in berdêla qeyranê bidin. Mirovan vê êşê û vê rewşê heq nekirine.
"Ez nikarim ji pitika xwe re mama bistînim" 
Ayşe Koçanarslan: Ez ne dikarim mama ne jî paça pitika xwe bikirim. Ji ber ku lêçûn pir zêde ye, em nikarin gelek pêdiviyên xwe bi cih bînin. Pir tiştan kêm dikin û didin. Nirxa mamayê zarokan 110 lîre ye, em an jî kesên din çawa biçin û bikirin? Divê demildest ev bihabûn bên daxistin. Ji ber ku ez nikarim bi tendurustî xwedî bibim zaroka min nebaş mezin dibe. Piraniya berhemên me yên xwarinê roj bi roj kêm dibin û em nikarin ên nû jî bikirin. Em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ez qet nizanim dê dawiya ve karê li ku biqede.