Endezyara teqawidbûyî qumaşên tên avêtin zindî dike

Endezyara teqawidbûyî Gulala Abdullah, bi marqeya 'Lalas' qumaşên avêtî vediguherîne xalîçeyên aborî û hunerî. Ev însiyatîfa jinan, hem jîngehê diparêze hem jî derfetên nû yên kar diafirîne.

HÊLÎN AHMED

Silêmanî – Di odeyeke biçûk a mala wê de, li qadeke ku dibe ji bo gelek mirovan asayî xuya bike, çîrokek cuda ava dibe. Li vir, bermahiyên qumaş ên avêtinê, ji nû ve zindî bûn û veguherîn xalîçe, berhemên xemilandina malê û berhemên ku bi destan tên çêkirin. Li pişt vê fikrê, jineke ku piştî teqawidbûnê naxwaze bêhna xwe vede heye. Wê odeyek di mala xwe de veguherandiye atolyeyek û hem ji bo xwe û hem jî jîngehê dest bi pêkanîna xeyalên xwe kir.

Ji odeyek biçûk ber bi karê atolyeyê ve

Endezyara teqawidbûyî Gulala Abdullah Muhemmed, bi 5 jinên ji malbata xwe re, her roj bermahiyên qumaş berhev dike, van qumaşên ku piranî caran piştî dirûtina cil û bergan tên avêtin bi di destên wan vediguherin berhemên nû yên hem estetîk hem jî xwedî nirxê aborî.

Gulala Abdullah Muhemmed, der barê xebata xwe de wiha axivî: "Her tişt bi fikreke hêsan dest pê kir. Dema ku min dît terzî her roj bi kîloyan perçeyên qumaş diavêjin çopê, min ji xwe re pirsî çima ev dibin çop? Dikarin veguherin tiştekî kêrhatî. Her tişt bi vê pirsê dest pê kir. Li gorî min ger her malbatek bikaribe beşek ji bermahiyên di malên xwe de ji nû ve bi kar bîne, hem jîngeh dê baştir bê parastin, hem jî wê bibe derfetek nû ya dahatê.”

Îro xeyala Gulala Abdullah Muhemmed ne tenê hilberîna xalîçe û berhemên destan e, bi riya însiyatîfa ku ava kirine, armanc dikin atolyeyeke biçûk biafirînin, qumaşan ji nû ve bi kar bînin. Di vê atolyeyê de ji bermahiyen qumaşan, wê xalîçe û berik werin hilberandin. Ger projeya Gulala bi ser bikeve, ew ê hem ji pirsgirêka bermahiyan re têkarî bike hem jî ji bo jinan derfetên kar ên nû biafirîne.

Dema ku cîhan, ji bo pirsgirêka bermahiyan li çareseriyan û riyên parastina jîngehê digere, çîroka Gulala Abdullah nîşan dide ku guhertin ne li kargehên mezin, piranî caran di odeyek biçûk a malekê de û ji destên jineke ku baweriya xwe bi xeyala xwe tîne, destpê dike.

‘Min marqeya Lalas bi armanca vegerandina qumaşan damezrand

Endezyar Gulala Abdullah Muhemmed, da zanîn ku piştî teqawidbûnê, dest bi hilberîna xalîçeyan ku demek dirêj xeyal dikir, kiriye got ku ki mala xwe, bi 5 jinên ji malbata xwe re li pey xeyala xwe çûye û çêkirina xalîçeyan a ji qumaşan veguherandiye karsaziyek biçûk a malê.

Gulala Abdullah Muhemmed, wiha got: "Nêzî sê sal in fikra min a çêkirina xalîçeyan hebû. Piştî teqawidbûnê, li malê vala rûneniştim. Min bi çend hevkarên xwe re, dest bi vegerandina qumaşên mayî kir û me ji bo xemilandina malê gelek sêwiranên xalîçe û berikan çêkir. Ez û hevalên xwe li jêrzemîna mala min, malzemeyên pêwîst berhev dikin û xalîçe û berhemên destan amade dikin. Piştre me vê pêşangehê vekir. Bi saya vê pêşangehê, Atolyeya Çanda Cîgereke ya li Silêmaniyê, ji bo me soza ofîsek biçûk da. Bi vî awayî em dikarin her roj werin atolyeyê û karê xwe bidomînin."

Gulala Abdullah Muhemmed, diyar kir ku ji bo vekirina pêşangehek hewldanên mezin dane lê gelek saziyan hewldanên wan paşguh kirine û got ku di dawiyê de Atolyeya Çanda Cîgereke piştgirî daye wan.

‘Ez bi hêz girêdayî karê xwe me’

Gulala Abdullah Muhemmed, axaftina xwe wiha domand: "Min karê xwe nîşanî gelek kesan da diyar kir ku ez ê bikaribim pêşangehek vebikim an jî karê xwe mezin bikim. Lê piştgirî nedan min. Di dawiyê de min bi Atolyeya Çanda Cigereke re têkilî danî û wan alîkariya me kir. Karê ku ez tînim li vir, ne tenê çêkirina xalîçeyan e. Ez karê benîştê daran û morîkan jî dikim. Ez tenê ji qumaş xalîçeyan çênakim her wiha ez bi karanîna benîştê daran berhemên cuda yên bi dest çêdikim. Ez bi morîk û malzemeyên xemilandinê sêwiranên cûrbecûr amade dikim. Dema ku şêwe yan jî modelek xweş dibînim, wêneyê wan dikşînim û heman tiştî çêdikim. Ez bi hêz girêdayî karê xwe me. Lewma dikarim her modela ku dixwazim hilberînim."

‘Ez dixwazim karê xwe berfireh bikim’

Gulala Abdullah Muhemmed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Piştî teqawidbûnê, li pey xeyalên xwe çûm. Ger armanca mirovek hebe, dikare xeyala xwe pêk bîne. Ji ber berpirsiyariyên min ên wekî dayîktî û karê min ê karmendî, ez nikaribûm vê karsaziyê zûtir vekim lê piştî teqawidbûnê, min dest bi xebatê kir û niha ez dixwazim karsaziya xwe zêdetir berfireh bikim. Îro gelek jin li malên xwe karsaziyên biçûk dimeşînin. Jin dikarin hewl bidin karê xwe mezin bikin. Ez hêvî dikim ku jin di kîjan temenê de bin bila bibin, pêkanîna xeyalên xwe bidomînin. Her wiha navê 'Lalas' ji navê min tê û armanca min ew e ku ez vê marqeyê bi piştgiriya malbata xwe û jinên li kêleka min dixebitin, mezintir bikim.”