Têkoşîna jinên Yemenî: Di navbera çandinî, qeyrana avê û barê giran ê aboriyê de
Jin li Yemenê di piştgirîdayîna bazara çandiniyê û dabînkirina debara malbatên xwe de roleke bingehîn dilîzin. Bi saetan di karên giran û piralî de dixebitin; avê ji cihên dûr dikşînin, karê çandinî û xwedîkirina sewalan dikin.
REHMA ŞENZÛR
Yemen – Li gundewarên Yemenê, lêkolînên Bankaya Cîhanî nîşan didin ku nêzî ji sedî 95 jinan bi berdewamî di warê çandiniyê de dixebitin. Ev yek jî girîngiya berfirehkirina bernameyên hişyarkirin û şêwirmendiyê, xurtkirina derfetên binesaziya aborî ji bo wan derdixe pêş.
Li bajarê Teîzê, li devera El-Debab, Fatma Qaêd Seîd a 58 salî behsa zoriyên ku dikşîne dike dibêje ku bi salan e sebzeyan diçîne û li bazarên herêmî difroşe da ku hewcedariyên malbata xwe pêk bîne. Fatma di destpêka axaftina xwe de dibêje: “Ez bi salan e di warê çandiniyê de dixebitim. Ev yekane çavkaniya debara min e, ez pê hewcedariyên malbata xwe dikim û alîkariya xwedîkirina zarokên xwe dikim. Em karê xwe bi hilatina rojê dest pê dikin û roja me tenê bi avabûna rojê re, di navbera avdan û çandiniyê de bi dawî dibe.”
Ji ber kêmbûna avê rewş dijwartir bûye
Fatma tîne ziman ku salên dawî ji ber kêmbûna avê rewş dijwartir bûye, ji ber ku ava heyî êdî têrî avdana zeviya wê nake û diyar dike ku ev yek dibe sedem ji sibehê heta êvarê saetên dirêj li avê bigere da ku sebzeyên çandine hişk nebin.
Fatma wiha didomîne: “Pirsgirêka herî mezin a ku em îro pê re rûbirû ne, kêmbûna avê ye. Gelek caran ez bi saetan li avê digerim da ku şitil neçilmisin. Kêmbûna avê bandorê li ser berhemdariya me kir û ji ber hişkesaliyê hinek berhemên me hişk bûn.”
Astengî tenê bi krîza avê re sînordar namînin; xirabûna rewşa aborî ya li welat bûye sedema kêmbûna hêza kirînê ya welatiyan ku ev yek rasterast bandorê li firotina wê jî dike. Ew êdî nikare wekî berê hemû berhemên zeviyên xwe bifroşe. Fatma wiha dibêje: “Heta dema ku berhem baş bin jî em wekî berê kesên ku bikirin nabînin. Ji ber ku şert û mercên aborî bûn sedem mirov nikaribin her tiştê ku em li bazaran pêşkêş dikin bikirin.”
Fatma Qaêd Seîd piştrast dike ku jinên li gundan dijîn bi riya xebata berdewam a di çandiniyê de, anîna avê û xwedîkirina sewalan, roleke sereke di xwedîkirina malbatê de dikin û destnîşan kir ku tevî sitemkarî û zehmetiyên giran, ew bi xêra karê xwe yê çandiniyê dikaribûye zarokên xwe mezin bike û debara malbata xwe bike.
Di navbera çandinî û şivantiyê de
Zoriyên jinên gund tenê bi çandiniyê re sînordar nîn in; gelek ji wan çandinî û xwedîkirina sewalan bi hev re dikin da ku hewcedariyên malbatên xwe pêk bînin.
Li heman herêmê, Meryem Mihemmed a 62 salî behsa jiyana jinên gund dike û diyar dike ku ew her roj şivantiyê û karên xwedîkirina sewalan dike. Her wiha dide zanîn beşdarî karên cuda yên çandiniyê jî dibe. Meryem dibêje: “Ez ji berbangê ve derdikevim da ku giya ji bo xwedîkirina pez bînim, paşê ez tevahiya rojê di navbera xwedîkirina sewalan û xebata li ser erdê çandiniyê de berdewam dikim, dema bêhnvedanê tune ye.”
Meryem Mihemmed wiha didomîne: “Her roj em ji bo malbatên xwe dest bi rêwîtiyeke nû ya têkoşînê dikin. Em erdê dikolin, daran dibirin, berheman datînin, zeviyan av didin û şivantiyê dikin. Tevî zehmetiya van karan, jin van hemûyan bi tenê dikin.”
Meryem piştrast dike ku tevî temenê xwe yê mezin jî berdewamiya wê ya di kar de ji ber berpirsiyariya wê ya li hemberî malbatê ye. Ew destnîşan dike ku jinên gundan di bin şert û mercên giran ên aborî de her diçe barên girantir digrin ser milên xwe û ji bo dabînkirina debara xwe bi awayê bi rûmet tu çareyek din ji bilî berdewamkirina kar tune ye.
Nifşê nû jî bi heman zoriyan re rûbirû ye
Ev rastî tenê ji bo jinên temenê wan mezin nîn e, keçên ciwan û nûgihandî yên li gundan jî heman jiyanê derbas dikin. Xulûd Feysal a 21 salî jineke ciwan e, dibêje ku jinên gundan piraniya berpirsiyariyên jiyana rojane, çi di hundirê malê de û çi li derve, digrin ser milên xwe.
Xulûd Feysal diyar dike ku jiyana jinên li gundan pir zehmet e, bi taybetî di werza havînê de û wiha didomîne: “Em bi bilindbûna pileyên germê re pir zoriyan dikşînin, tevî vê yekê jî di vê werzê de karên çandiniyê zêdetir dibin ku ev yek saetên kar dirêjtir û zortir dike.”
‘Piraniya keçên ciwan nikarin zanîngehê bixwînin’
Der barê rawestandina xwendina xwe de jî wiha dibêje: “Piraniya keçên ciwan heta qonaxa amadehiyê dixwînin, paşê dizewicin û derfeta xwendina bilind bi dest naxin. Ji ber ku hinek civakên li gundan hê jî difikirin ku cihê jinan mal e û karê wan tenê çandinî ye.”
Gotinên Fatma, Meryem û Xulûd rastiya bi hezaran jinên li gundan ên li Yemenê nîşan dide. Yên ku di bin siya astengiyên giran de berpirsiyariya çandinî, xwedîkirina sewalan û birêvebirina karûbarên malbatê digrin ser milên xwe. Astengiyên herî pêşîn, kêmbûna avê, lawaziya piştgiriya çandiniyê, xirabûna şert û mercên aborî, sînordarbûna derfetên perwerdeyê û berdewamiya hinek adetên civakî ne ku pêşeroja keçan asteng dikin. Ev rewş nîşan dide ku bihêzkirin û piştgirîdayîna jinên gund ji bo xurtkirina ewlehiya xwarinê û başkirina debara jiyanê di civakên gund de pêwîstiyeke lezgîn e.