Mamosteyê tecawizkar hat girtin

Mamosteyê polê D.B. ku par li Pîranê dibistanek seretayî êrîşa zayendî li 4 xwendekaran kiribû di danişîna ewil de hat girtin, malbatan xwestin edalet pêk were û mamosteyê bersûcê êrîşa zayendî cezayê pêwîst bigre.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Mamosteyê bi navê D.B. ku di cotmeha sala borî de li navçeya Pîrana Amedê li dibistanek seretayî ya navenda navçe mamostehiya polê dikir, li dijî 4 zarokên temenê wan di navbera 8-9 salî de êrîşa zayendî pêk anî. Bersûcê êrîşa zayendî D.B ku piştî rûdana bûyerê bi serîlêdana giliyê malbatên çûne cendirmeyan, ji peywirê hat dûrxistin. D.B. ku di çarçoveya lêpirsînê de nehat girtin, di danişîna ewil a dosyayê de bi biryara dadgehê hat girtin û şandin girtîgehê.

Piştî rûdana bûyerê malbatan gilî kirin

Bûyera êrîşa zayendî ku di çapemeniyê de jî cih girt, bi vegotina zarokên di polê de derket holê. Piştî îfadeyên zarokan 4 zarokên ku rastî êrîşa zayendî hatin, birin Qereqola Cendirmeyan a Pîranê û piştre birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) a Amedê. Zarokên ku nekarin li vir îfade bidin, tiştên jiyane piştre ji malbatên xwe re vegotin. Piştî vegotina zarokan malbat çûn qereqolê û der barê mamosteyê bi navê D.B. de gilî kirin.

Mamosteyê bersûcê êrîşa zayendî di danişîna ewil de hat girtin

Piştî giliyan der barê mamosteyê bi navê D.B. de lêpirsîn hat destpêkirin. D.B. di çarçoveya lêpirsînê de memoste ji peywirê hat dûrxistin, di îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin de hat xwestin D.B. bi sûcê "êrîşa zayendî ya di asta destavêtinê de" bê cezakirin. Bersûc D.B. danişîna ewil a di 14'ê Hezîranê de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de bi biryara dadgeha hat girtin û şandin girtîgehê.

"Hejmara zarokên mexdûr ji 4 kesan zêdetir e”

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin, di dosyayê de 4 zarokên mexdûr hene lê hat hînbûn ku ji malbatan tu kes giliyên xwe paşve nekişandine. Dadgehê der barê bûyerê de mutala neda, duyemîn danişîna dosyayê dê di 3'ê Mijdarê de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Ferdên malbatên ku me der barê mijarê de hevdîtin bi wan re hat kirin, diyar kirin ku ew ê heta dawiyê şopderên bûyerê bin, dan zanîn ku mamosteyê 8 sal li dibistanê dixebitî ye û hejmara zarokên mexdûr bûne ji 4’an zêdetir e.

“Daxwaza me pêkanîna edaletê ye”

Malbatan destnîşan kir ku piştî rûdana bûyerê, zarokên wan bi hefteyan neçûne dibistanê û di nava tirsê de dijîn. Malbatan diyar kirin ku di vê pêvajoyê de yekane daxwaza wan edalet e, xwestin bersûc cazayê pêwîst bigre.