Siyasetmedar Halîde Turkoglu hat berdan

Hevberdevka Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Halide Turkoglu ya ku bi iddiya îfadeya şahidekî hatibû girtin, ji ber şahid îfadeya xwe ya berê red kir, hat tehliyekirin.

Amed – Bi hinceta îfadeya şahida eşkere Kezban Kuday a gotibû "perwerdeya îdeolojîk dide" li Hevberdevka Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Halide Turkoglu doz hatibû vekirin.

Di danişîna li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Halîde Turkoglu û parêzerê wê Resûl Temur ên ku di nav wan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, PM û MYK'ê jî di nav de 10 kes hatin girtin amade bûn.

Halide li dijî îdiayan parastina xwe kir û da zanîn ku di dema tawanbariyên tên kirin de endama PM’a HDP’ê û Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê bû. Halide, diyar kir ku her partiyên siyasî di çarçoveya rêznameya xwe de perwerdeyan didin.

Îfadeya xwe ya berê red kir

Li ser vê yekê dadger pirsa îfadeyan ji şahid Kezban Kuday kir. Li ser vê yekê şahid wiha got: “Ez Halîde Turkoglû nas nakim. Tenê çend carekan li hinek deveran rast hatim. Me wisa hevdîtin kir. Min derheqê wê de tu îfade nedane. Min beriya niha negotiye ku perwerdeyên rêxistinî dide.” û îfadeya xwe ya berê red kir.

Dadgehê biryara berdana Halîde da û danişîn taloqî 9’ê kanûnê kir.