Li Tûnisê hewldana ji bo dûrxistina jinan a ji qada çapemeniyê

Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê ragihand ku li welêt ji bo dûrxistina jinan a ji qada çapemeniyê êrîşên serhêlî tên kirin, yek ji wan kampanyaya nîjadperest û zayendî ya li dijî rojnamevan Yosra El-Belayîlî ye û peyama piştevaniya ji bo Yosra da.

 NAZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Rojnamevan Yosra El-Belayîlî ku ji bo malpera Al-Katîba dixebite û seroka Komîteya Azadiyan a Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê ye, di demê dawî de rastî kampanyayek serhêl a li ser tora dijîtal hat. Kampanya wê bi awayekî kesane hedef digre, neteweya wê û nasnameya wê ya Tûnisê pirsyarî dike û hewl dide ku pêbawerî û yekparebûna wê ya rojnamegeriyê têk bibe.

‘Ev hewldan dê negihîjin armancên xwe

Seroka Çavdêriya Neteweyî ya Tûnisê ya ji bo Ewlekariya Rojnamevanan Xewle Şebeh diyar kir ku ji bo ku pêvajoyên qanûnî yên pêwîst ji bo parastina rojnamevan bên destpêkirin, ev kampanya tê şopandin û hemû binpêkirin tên belgekirin. Xewle di destpêkê de piştrast kir ku kampanyaya dawî ya li dijî rojnamevan û seroka sendîkayê Yosra El-Belayîlî kampanyayeke şermezar e ku wê li ser astên kesane, pîşeyî û sendîkayî hedef digire. Xewle wiha axivî:“Ev yek ji çalakiyên wê yên sendîkayî yên wekî seroka Komîteya Azadiyan a Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê, xebata wê ya rojnamegeriyê li Al-Katîba û belavkirina agahdariya wê ya kesane derdikeve holê. Kampanya li ser bingeha zayendî hatiye avakirin û armanc dikir ku Yosra El-Belayîlî tepeser bike, her wiha wê ji qada giştî û xebata sendîkayî dûr bixe. Lê belê, ev hewldan dê negihîjin armancên xwe.”

Kampanya ji bo çalakiyên yasayî xalek destpêkê ye

Xewle destnîşan kir ku Yosra El-Belayîlî kesayetiyeke girîng a di nava Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisê de ye, ku bi rêya pêvajoyeke hilbijartinê ya zelal hatiye hilbijartin. Wê da zanîn ku ew niha di pozîsyoneke sendîkayî de ye û endama desteya rêveberiyê ya berfirehkirî ye. Hedefgirtina wê, di heman demê de êrîşek e li ser Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisê û dezgeha medyayê ya "Al-Katîba" ku ew lê dixebite ye. Xewle Şebeh da xuyakirin ku ev kampanya di çarçoveya teşwîqkirinê de pêk tê û ew wekî karekî nepejirandî bi nav kir. Wê ragihand ku Yekîtiya Rojnamevanên Tûnisê di civîneke çapemeniyê de êrîşên li dijî Yosra El-Belayîlî şermezar kirine û hevgirtina xwe bi wê re nîşan dane.

Xewle Şebeh anî ziman ku yekîneya çavdêriyê ya Yekîtiya Rojnamevanên Tûnisê ji destpêka kampanyayê ve dest bi belgekirina hemû awayên hedefgirtin û teşwîqkirina li dijî rojnamevan kiriye, ku hejmarek çalakvanên medyaya civakî jî beşdarî vê kampanyayê bûne. Xewle ragihand ku yên li pişt van kampanyayan bi dijminatiya xwe ya li hember azadiya çapemeniyê, hedefgirtina çalakvanên sendîkayî, civaka sivîl û siyasî bi tohmetên xiyanet û heqaretê tên nasîn. Xewla destnîşan kir ku ev kampanya li ser bingeha zayendî ye û armanc dike ku Yosra El-Belayîlî sînordar bike û ji qada giştî û dîjîtal veqetîne. Wê da zanîn ku wan bi Yosra El-Belayîlî re têkilî danîne û piştgiriya xwe ya tevahî nîşan dane. Xewla got ku ev kampanya dê bibe xalek destpêkê ji bo girtina tedbîrên yasayî yên pêwîst da ku kesên berpirsyarê van êrîşan hesab bipirsin û bê ceza nemînin.

Hewldanên sînordarkirina hebûna jinan a di qada giştî de

Di dewama nirxandina xwe de, Xewle destnîşan kir ku kampanyaya li dijî Yosra El-Belayîlî ne ya yekem a bi vî rengî ye. Wê got ku rojnamevan Xewle Boukrim jî rastî kampanyayekê hatiye ku welatparêziya wê tê pirsîn, dijminatî li dijî wê tê kûrkirin û êrîşî jiyana wê ya taybet tê kirin. Her wiha bi wêne û vîdyoyên çêkirî yên ku ne girêdayî wê ne, hatiye xwestin ku navûdengê wê xera bibe û ji qada giştî bê dûrxistin. Xewle lê zêde kir ku kampanyayên bi vî rengî gelek rojnamevanên jin, di nav de Emîra Mihemed (Emîra Mohamed), Moniya Arfawî û yên din jî hedef girtine. Wê destnîşan kir ku hin çalakvanên li ser medyaya civakî bi zanebûn rojnamevanên jin tacîz dikin bi armanca ku wan ji qada giştî dûr bixin.

Li gorî nirxandina Xewle Şebeh, hedefgirtina rojnamevanên jin bi helwesta wan a di piştgiriya mafên jinan, parastina maf û azadiyan û bi berdewamî îfadekirina ramanên wan ên li ser polîtîkayên giştî ve girêdayî ye. Xewle tekez kir ku îfadekirina ramanan, çavdêrîkirin û rexnekirina polîtîkayên giştî ji bo xebata rojnamegeriyê tiştên xwezayî ne, ji ber ku ew mekanîzmayeke bingehîn in ji bo beşdarbûna di reform û guhertinê de.