Li Mexribê tevî darvekirina dawî ya 33 sal berê hê di zagonan de ev ceza heye
Li Mexribê tevî ku di ser bicihanîna cezayê darvekirinê yê herî dawî de 33 sal derbas bûye jî; di mewzûat û biryarên dadgehan de hê ev ceza heye û li ser hebûna wî ya di pergala ceza de nîqaş didomin.
HENAN HARÊT
Mexrib – Di salên dawî de mijara cezayê darvekirinê li Mexribê ku lê darvekirina dawî di 5'ê Îlona 1993'an de pêk hatibû dîsa ket rojevê. Ev yek di çarçoveya nîşaneyên siyasî û yasayî yên guhertina hêdî de pêk tê.
Di Kanûna 2024'an de, Mexrib ji bo cara yekem dengê xwe da biryareke Neteweyên Yekbûyî ku daxwaza rawestandina demkî ya darvekirinan dikir. Her wiha di Hezîrana 2026'an de, Wezîrê Dadê ragihand ku Keyatî dê mazûvaniya 10'emîn Kongreya Cîhanî ya li Dijî Cezayê Darvekirinê bike.
Lê ev pêvajo bi berdewamiya dayîna biryarên darvekirinê ji aliyê dadgehan ve hevdem e. Li gorî rêxistina "Bi Hev Re li Dijî Cezayê Darvekirinê" (Ensemble contre la peine de mort) di dawiya sala 2024'an de 88 kes ku di navbera wan de jinek jî hebû li benda darvekirinê bûn û di sala 2025'an de şeş biryarên nû hatin dayîn lê tu yek ji wan nehat pêkanîn.
Ev cudahiya di navbera tevgera ber bi dijberiya ceza û berdewamiya sepandina wî de, nîşaneya nîqaşeke çaresernekirî ye û pirseke bingehîn derdixe pêş, piştî zêdetirî 30 salan pêkneanîna darvekirinan. Gelo cezayê darvekirinê hê jî roleke rêgirtinê (deterrent) dilîze, yan berdewamiya wî têgihîştineke dadmendiyê nîşan dide ku wê weke cezayekî guncav ji bo tawanên herî giran dibîne?
Di navbera rêgirtinê û parastina kuştiyan de
Parêzer Karîma Salama nîqaşa li ser cezayê darvekirinê li Mexribê bi pêşveçûna mafên mirovan û gotara yasayî ya di salên dawî ve girê dide. Karîma balê dikşîne ser zêdebûna daxwazên ji bo rakirina vî cezayî û dibêje: "Ev daxwaz ji ber pêwîstiya lihevanîna yasayên Mexribê bi erkên navneteweyî re derketine holê. Bi taybetî têkildarî mafê jiyanê û peymanên navneteweyî yên ku Mexribê pesend kirine.
Karîma Salama balê dikşîne ser destûra bingehîn a sala 2011'an, bi taybetî xala 20'an ku mafê jiyanê weke mafê bingehîn ê mirov misoger dike. Karîma anî ziman ku nîqaşa li Mexribê li dora du nêrînên dijber dizivire. Yek ji bo rakirina cezayê darvekirinê ye da ku rêz li mafê jiyanê û pabendiyên navneteweyî were girtin û ya din jî diparêze ku giranî û cidiyeta hinek tawanan pêwîst dike cezayên herî giran werin parastin.
'Divê mafên kesên hatin darvekirin û malbatan li ber çavan werin girtin'
Karîma Salama diyar dike ku li Mexribê ji sala 1993'an ve tu darvekirin pêk nehatiye û niha kêm caran cezayê darvekirinê tê dayîn. Her wiha sîstema yasayî gelek tedbîrên parastinê û rêkarên taybet ên têkildarî vî cezayî dihewîne û got: "Divê nîqaş ne tenê bi aliyê cezakirinê ve sînordar bimîne divê mafên kuştiyan û malbatên wan her wiha bandora kûr a tawanên giran li ser malbatan jî li ber çavan bigre.
Rawestandina demkî ya înfazan bes nîn e
Parêzer Naîma Kallaf rawestandina înfazan li Mexribê ji sala 1993'an û vir ve weke destkeftiyeke girîng a mafên mirovan dibîne. Lê Naîma amaje dike ku hebûna berdewam a bendên yasayî yên ku cezayê darvekirinê ferz dikin, ligel berdewamiya dadgehan di dayîna biryarên darvekirinê de, derî ji bo destpêkirina dubare ya înfazan vekirî dihêle.
Naîma Kallaf dide zanîn ku rawestandina demkî ya pratîkî (de facto) têrê nake ger bi guhertinên di Yasaya Ceza û Yasaya Dadweriya Leşkerî de her wiha bi betalkirina wan bendên ku cezayê darvekirinê ferz dikin, neyê piştgirîkirin. Naîma bawer dike ku derbasbûna ji rawestandina demkî ya pratîkî ber bi rakirina wê ya yasayî ve dê pratîka Mexribê bêthir bi erkên navneteweyî û Xala 20'an a Destûra Bingehîn a ku mafê jiyanê misoger dike re, li hev bîne.
Di Kanûna 2024'an de Wezareta Dadê ragihand ku Mexrib dê ji bo cara yekem dengê xwe bide biryara Neteweyên Yekbûyî. Ev yek di pêvajoyeke ku welat berê di dengdanên li ser neh biryarên din ên têkildarî rawestandina cezayê darvekirinê de, xwe ji dengdanê dûr girtibû de pêk hat.
Naîma Kallaf gava mayî bi giranî mijareke îradeya siyasî û yasayî dibîne ji bo guhertina yasayan û rawestandina dayîna biryarên darvekirinê. Naîma tekez dike ku ger ev pêvajo berdewam bike, rakirina cezayê darvekirinê tenê mijareke demê ye.
'Sûc divê ne tenê bi cezayên dawî dest pê bike'
Der barê kuştina jinan de Naîma Kaalf tekez dike ku çareserkirina van sûcan divê ne tenê bi cezayê dawî dest pê bike, bi pêşîgirtin û parastinê dest pê bike. Ev yek tê wateya xurtkirina qanûn û polîtîkayên ku ji bo parastina jinan hatine çêkirin, pêşxistina çandeke wekheviyê, piştgiriya perwerde û rahênanê û pêşvebirina serxwebûna aborî û civakî, ligel rola medyayê di belavkirina çandeke mafên mirovan û toleransê de.
'Divê li şûna darvekirinê giranî bidin cezayên alterntîf'
Naîma Kallaf li ser êşa kûr a malbatên kesên hatine darvekirin dibêje ku divê mafê wan ê edaletê were pejirandin û diyar dike ku li ser darvekirina kesek din edalet nayê damezrandin. Naîma îdia dike ku dewlet dikare civakê biparêze û sûcdarên ku sûcên giran dikin bi riya cezayên alternatîf ên wekî hepsa heta hetayê bê berdana şertî ji bo sûcên herî hovane ceza bike. Di heman demê de tezmînat û piştgiriya psîkolojîk û zagonî ji malbatên qurbaniyan re peyda bike.
'Bicîhanîna cezayê mirinê xeletiyek dadwerî ye'
Naîma Kallaf hişyarî da ku bicîhanîna cezayê mirinê, xeletiyek dadwerî ya bêveger e. Naîma tekez kir ku mafê jiyanê divê ji bo her kesê derbasdar be û li gorî wê pêşîgirtina li sûc û çareserkirina sedemên wê yên bingehîn jjxwespartina cezayê dawî pir girîngtir e.