Jin li dijî tundiya aborî projeyên xwe bi pêş dixin

Li hemû cîhanê jin rasti gelek rêbazên tundiyê tên. Jinên ku rastî tundiya aborî tên bi xwe projeyan ava dikin û bi wê rêbazê hewl didin li ser piyên xwe bisekinin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Jin ji bo xwe ji îstîsmara civakê rizgar bikin gava yekem weke bihêzbûna jinan a di warê aborî de pênase dikin. Di vî warî de projeyên ku bi pêş dixin dixwazin ji aliyê saziyên dewletê û civaka sivîl ve piştgiriyê bibînin. Jinên ku li Qahîreyê dijîn ji bo aboriya xwe ya serbixwe ava bikin rastî gelek zehmetiyan tên.

Projeyên xwe ava kirin

Şêwirmenda malbat û perwerdeyê ya navenda psîkolojiya darêj Salma El-Nadî diyar kir ku bi sedemên bingehîn ên qeyrana aborî re rastî gelek bûyeran hatiye, li bajarê Îsmailiyeyê jî gelek malbat di qeyranên piralî re derbas dibin û sedemên vê yên herî mezin zextên aborî û dahata kêm e û wiha got: “Piraniya jinan dibe ku ne xwedî dîplomayên zanîngehê bin lê belê gelek ji wan bi karên destan û bi fikrên veberhênanê projeyan ava dikin. Ji ber kêrhatiyan gelek ji zaroktî ve tê û hinek ji wan bi awayek gelek baş bi pêş dixin. Min gelek jinên ku dixwazin projeyên xwe bixin meriyetê nas kirin. Ên ku xwedî wê kêrhatiniyê ne hewl didin xwe bi pêş bixin. Saziyên dewletê yên eleqedar û saziyên civaka sivîl jî piştgiriyê didin projeyên wan.” 

Bi xwe projeya xwe ava kir

Salman Al-Nadî destnîşan kir ku gelek sazî di girîngiya pêşxistina aboriyê de ne û li bajar bi konseya jinên navneteweyî re di nava hemahengiyê de ne, bal kişand ser gelek projeyên girêdayî wezaretê û got: “Ez xwedî projeyek ku bikeve meriyetê me û wiha domand: “Ev proje avakirina navendeke rênîşandana perwerdeya pîskolojîk û malbatê ye. Wezareta yekitiyê, meclisa jinên navneteweyî, wezareta ciwan û sporê gelek din jî di nav de em bi gelek saziyan re em di nava hemahengiyê de ne, her jin divê kêrhatiyên xwe bi pêş bixe.”

Bi xwe hînê karên destan bû

Salwa Adel jinek ku ji hevjînê xwe tundîtûjiyê dibîne û dayika 4 zarokan e, hevjînê wê 15 salan jê mezintir e got: “Ez bi agahiya hevjînê xwe fêrî karên destan bûm, min xwest makîneya dirûtinê bînim lê belê hevjînê min destûr neda. Ez ji bo pêşxistina kêrhatiyên xwe li benda piştevaniyê me.”