Fezlekeya têkildarî qetilkirina Firdews Babat temam bû

Li Şirnexê fezlekeya ji bo Firdews Babat a ji aliyê Ahmet Babat ve hatibû qetilkirin hat amadekirin. Di fezlekeyê de îdiayên êrîşa zayendî tên piştrastkirin, guleyên ji bedena wê derketin jî tesbît bû ku ji çeka cerdevanê bi navê Ramazan Babat in.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex – Li Qilabana Şirnexê di 18’ê Tebaxê de Firdews Babat a 17 salî winda bûbû, rojek piştre cenazeyê wê di çemê Hêzil de hat dîtin. Piştî dîtina cenaze, Ahmet Babatê 21 salî ku hatibû tesbîtkirin herî dawî Firdews Babat dîtiye, hat binçavkirin. Dî îfadeyên xwe de îtiraf kiribû ku wê Firdews Babat bi çeka cerdevanê birayê xwe Remezan Babat qetil kiriye û hatibû girtin. Têkildarî mijarê serdozgeriya komarê ya Qilabanê fezlekeya xwe temam kir. Di fezlekeya bi sûcdariya “Bi qesd kuştina zarok” hat amadekirin, serdozgeriyê daxwaz kir ku Ahmet Babat were cezakirin, dosyaya lêpirsînê ji vekirina dozê şand Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê.

Kiryar di îfadeya xwe de êrîşa zayendî îtiraf kir  

Di fezlekeyê de raporên cihê bûyerê, rapora krîmînal û îfadeyên kiryar hene. Ahmet Babat di îfadeyên xwe de got ku roja bûyerê li malê wî û Firdews Babat hev dîtine, piştî ku nîqaş kirine çûne ber çemê Hêzilê. Li wê derê ji Firdews Babat re gotiye ez ê biçim avê bînim û çûye ji malê çeka birayê xwe yê cerdevan Remezan Babat aniye û ji dûr ve gule bera wê daye. Di îfadeyên Ahemt Babat de îdiayên êrîşa zayendî jî hatine îtirafkirin.

Mînakên xwîn û mûyan bi DNA'ya kiryar re wekî hev derketin

Di fezlekeya ku agahiyên rapora otopsiyê tê de hene tê diyarkirin ku Firdews Babat bi guleyên çekê hatiye qetilkirin, di bedena wê de 6 gule hatine dîtin. Di raporên lêkolînê yên li cihê bûyerê de jî mû û xwîna ku li cihê bûyerê hat dîtin, bi mînakên ku ji neynûkên Ahmet Babat hatin girtin re wekî hev derketin. 

Ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê hat

Birayê Ahmet Babat, Ramazan Babat ê cerdevan jî li navçeyê bi hinceta ku tecawizê zarokek kiriye û ser bûyerê bi pere girtiye du roj piştî bûyerê hat girtin. Piştî Firdevs Babat ji ber ku bûyera tecawizê derket holê Ramazan Babat, bi sûcdariya “Li dijî zarok êrîşa zayendî” hat girtin. Piştî bûyerê gelê navçeyê bertek nîşanî malbata Ramazan Babat da û wan ji navçeyê qewirand. Ji ber ku çeka Ferdews Babat pê hatibû qetilkirin, aydê Ramazan Babat bû lêpirsîna ku bi sûcdariya “kuştina bi qest a zarok” hatibû vekirin jî bi neşopandinê bi encam bû.