Zohreh Amirî ya Afganî mala xwe ji bo zarokên keç kir cihê perwerdeyê

Bi vegera Talîbanê û dûrxistina zarokên keç ji dibistanê re, gelek mamoste li malan perwerde didin zarokan. Zohreh Amirî ya dibêje; "Perwerdeyê derbeyek mezin girt" deriyên mala xwe ji zarokên keç re vekir.

BAHARÎN LEHIB

Kabil – Talîbana ku rêveberiya Afganistanê desteser kir, qedexekirinên xwe yên dijî jin û zarokên keç didomîne. Talîbanê li welat xwendina dibistana navîn û amadeyî ji zarokên keç re qedexe kir her wiha di mijara ku jinên ciwan ên ji xeynî laçikên reş, laçikên rengîn bi kar bînin negirin zanîngehê de jî biryar girt. Lê hemû jinên Afganî li dijî hemû binpêkirinên rû bi rû dîminin û dûrxistina ji jiyana perwerdeyê bi înadek mezin li ber xwe didin. Yek ji mînakên “bi înat” a dilê mirov xweş dike jî Bamyanê ye. Zohreh Amir mala xwe ji bo zarokên keç ên pola şeş û jorîn veguherand dibistanê.

Jin li dijî Talîbanê xwe birêxistin dikin

Jinên Afgan, li dijî rejîma Talîbanê ku bi dijminahiya jinan tê naskirin, bi awayekî spontanê rêxistinên xwe mezin dikin. Jin ji bo zarok perwerdeya xwe bidomînin gelek rê û rêbazan diceribînin. Jinên ku bertek nîşanî pêkanînên Talîbanê didin, di her fersendê de kolanan tijî dikin. Jin li gel çalakiyên kolanan hewl didin bênavber perwerdeya xwe jî bidomînin.

Ji bo zarokên keç perwerde dide

Zohreh Amirî ya ku ji bo zarokên keç wek dilxwazê ​​perwerdeyê dixebite, li bajarê Bamyanê yê welat dijî. Zohreh Amirî ku mala xwe ji bo perwerdeya zarokên keç vekir, wiha got: “Deriyê mala min bi taybetî ji bo zarokên keç ên ku perwerde girtina wan hatiye astengkirin vekiriye. Ez qurs û dersên bêmûçe didim. Ez bi taybetî zarokên keç ên malbatên ku dahata wan a aborî nebaş e qebûl dikim.”

“Derbeyek mezin li perwerdeyê ket”

Zohreh Amir destnîşan kir ku perwerde bi taybetî zarokên keç ji bo hemû zarokan girîng e û wiha axivî: “Bi hatina Talîbanê re deriyên dibistanan ji zarokên keç re hatin girtin. Perwerdeyê derbeyek mezin girt. Hewl didin derbeyeke mezin li zarokên keçên ên îro û jinen sibêrojê bidin. Zarokên ku îsal dest bi dibistanê kirin di meha ewil a salê de jî hema bêje perwerde negirtin. Guhertinên rejîmê yên li welat astengiyek mezin li pêşiya perwerde û jiyana keçan çêdike. Ez dixwazim kêmasiya mezin a ji bo keçan çêbûye, her çend ev hewldanek biçûk be jî bigrim û ji ber vê min deriyên mala xwe ji bo zarokên keç vekir…”