Mamosteyên li Rojhilatê Kurdistanê du car tên çewisandin

Mûçeyên kêm, kêmbûna karmendan û nebûna çavkaniyan, mamoste kirine bin zextên giran. Li Rojhilatê Kurdistanê, ev rewş girantir bûye.

Mamosteyên li Rojhilatê Kurdistanê du car tên çewisandin

ZUHAN ŞERÎFZADE

Mahabad - Sîstema perwerdehiyê ya Îranê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye. Ji mûçeyên kêm ên mamosteyan û zehmetiyên aborî bigre, heta kêmbûna derfetên perwerdehiyê û personelên pêwîst, wiha ye. Ev şert û merc gelek mamoste neçar kirine ku dest bi karekî duyemîn an jî sêyemîn bikin. Ev bûne sedema pêleke îstifakirinê û ev jî di demekê de ye ku jixwe kêmasiyeke mezin a karmendan heye. Lê belê li Rojhilat, carna hewldana îstifakirinê jî berî ku bi temamî pêk bê, tê astengkirin.

Ji mûçeyên kêm heta karên duyemîn û sêyemîn

Li gorî amarên fermî, xeta xizaniyê nêzîkî 75 milyon tûmen e. Lê hin çalakvanên karkeran texmîn dikin ku lêçûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, derdora 90 milyon tûmen de ye. Digel vê yekê, tê gotin ku mûçeya navîn a mamosteyan tenê derdora 25 milyon tûmen e. Tanya K., mamosteyeke ku xwedî 7 sal ezmûn e, her meh piştî birînên ji bo sîgorte, teqawidî û dayîna deynan, tenê 13 milyon tûmen distîne. Her çend mûçeya wê ya giştî 22 milyon tûmen be jî. Tanya got ku “Bi mûçeyeke ewqas kêm, ez neçar dimînim ku deyn bikim da ku tenê pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bikim. Ger rewş bi vî awayî bidome, dê tu mûçeyek ji min re nemîne.”

Hebûna karekî duyem bandor li statuya civakî ya mamosteyan kiriye

Tanya, ligel gelek mamosteyên din ên ku bi rêya Zanîngeha Ferhengiyan (Zanîngeha Perwerdekirina Mamosteyan) hatine tayînkirin, girêdayî peymaneke xizmeta mecbûrî ne. Binpêkirina vê peymanê cezayên giran ên darayî tîne, ku ev yek bi pratîkî rê li ber ji îstifakirina wan heta heyama 8 salan digre. Ev rastî gelek ji wan neçar kiriye ku li karên duyemîn an sêyemîn bigerin. Bo mînak, Asrîn Ş. hem wekî mamoste û hem jî wekî terzî dixebite. Asrîn da zanîn ku hebûna karekî duyem bandor li statuya civakî ya mamosteyan kiriye û wiha domand: “Ev kar ji ajokariya taksî an otobusên dibistanê bigre, heta xebata li restorantan, firotgehan û hwd. diguherin. Gelek kêm mamoste hene ku tenê wekî mamoste dixebitin, ji ber ku dahata wan bi rastî têra debara wan nake.”

Divê bê zanîn ku mûçeyên mamosteyên jin bi awayekî berbiçav ji yên hevpîşeyên wan ên mêr kêmtir in. Ev yek hinekî ji ber wê ye ku mêr li gorî yasayê wekî "serokên" malbatê tên hesibandin. Her wiha di navbera mamosteyên li bajarokên biçûk û yên li bajarên mezin de jî, cudahiyên mûçeyan hene.

Dibistanên bê derfet, kêmasiya karmendan û zexta li ser mamosteyan

Kêmbûna derfetan a li dibistanan, ji bo mamosteyan rewşê aloztir kiriye. Li gorî gotina Gelawêj M. ku cîgira rêveberê dibistanekê li Mehabadê ye, peydakirina kaxezên A4 jî bûye pirsgirêkeke mezin. Gelawêj ragihand ku budceya ji bo her xwendekarek tê veqetandin, têra dayîna heqê elektrîkê jî nake û wiha pê de çû: “Mamoste neçar in bi pênûsên ku ji aliyê xêrxwazan ve hatine dayîn binivîsin. Kaxez û murekkeba çapkerê (printer) tune ye ku em pirsên azmûnan çap bikin. Bernameya perwerdê bi awayekî tê guhertin ku hînkirina hin mijaran bi pratîkî dike ne mumkin in. Di heman demê de, di warê awayê dayîna dersan de ti serxwebûnek ji mamosteyan re nayê dayîn.”

Ji bilî kêmbûna derfetan û astengiyên din ku rasterast bandorê li kalîte û pêkanîna perwerdeyê dikin, kêmasiya karmendan barê mamoste û dibistanan girantir dike. Ji bo gelek mamosteyan, bi taybetî di asta dibistana navîn de xebata zêde ne bijardeyeke bi dilxwazî ye. Lê belê, heqê vê xebata zêde ji bo her saetekê naghîje 100 hezar tûmenan jî. Di dema amadekirina vê raporê de, li du dibistanên seretayî yên Mahabadê yên bi navê Eqtedar û Mihemed Sefa, hîn jî dersên bê mamoste hene. Li gorî çavkaniyek ji Rêveberiya Perwerdê ya Mahabadê, ti mamosteyek qebûl nekiriye ku ji bo vê demê bi heqê 78 hezar tûmenan ji bo her saetekê, dersên zêde bigre ser xwe. Di encamê de, berpirsyariya perwerdekirina xwendekarên di van polan de, ketiye ser milê rêveberê dibistanê, cîgirên wî û dêûbavan.

Tepisandina sîstematîk a nerazîbûnên mamosteyan li Rojhilat

Di sê dehsalên borî de, mamosteyan ji bo anîna zimanê gilî û gazincên xwe, serî li rêbazên wekî bikaranîna medyayê, nivîsandina nameyan, komkirina îmzeyan û lidarxistina civînên giştî dane. Lê belê, li Rojhilat, heta çalakiyên herî sivik jî bi tundtirîn bertekan re rûbirû dimînin. Homa M., mamoste û çalakvana karker, rewşa heyî ya li Rojhilat wiha vegot: “Bajarên wekî Mahabad, Serdeşt, Pîranşar û Urmiyê bi bandor, wekî deverên şer têne hesibandin. Rêveberiya dibistanên li van bajaran, ji hêla nivîsgeha parêzgarê parêzgehê ve, bi hevrêziya Wezareta Îstîxbaratê ve tê çavdêrîkirin. Siyaseta serdest piştrast dike ku her girtina dibistanan bêyî ku sedema bingehîn çi be, bi hişkî tê kontrolkirin. Ev ji bo hêsankirina tepeserkirina bilez a herêmê hatiye çêkirin, ger greveke mamosteyan li seranserê welêt çêbibe.”

Mamoste Homa, derbarê îstifaya mamosteyan a li parêzgeha Urmiyê de, wiha got: “Rayedar tên fermankirin ku daxwazên îstifaya mamosteyan red bikin an paşde bixin. Bi hinceta xwezaya 'hesas' a jîngeha şer û mîna ewlehiyê, kiryara îstifayê wekî pirsgirêkek ewlehiyê bi bandor çarçove dikin.”

Li gorî vê çalakvanê, xwepêşandan û daxwazên ku ji hêla mamosteyên li van deveran ve têne raberkirin ji destpêkê ve hatine tepisandin. Dibêje ku ji ber sedemên siyasî an jî tenê ji ber ku mamoste Kurd in, hatine redkirin.

Di nav van pirsgirêkên bêhejmar de, aliyekî ku pir caran nayê dîtin, westandina derûnî ye ku bandorê li nifşek mamosteyan dike. Tam ji wan kesên ku bi perwerdekirina nifşê pêşerojê hatine erkdarkirin. Ev westandin ji debara bêewle ya mamosteyan pir wêdetir diçe. Zû yan dereng, ew ê bê guman di kalîteya perwerdehiyê û pêşeroja xwendekarên wan de jî, xwe nîşan bide.