“Di bazara kar de dijminatiya çanda baviksalarî ya li hemberî jinan”

Sînorên êş û azarên jinan bi erkên wan ên di hundirê malê de û zextên ku di encama pergala çanda civakê ya serdest de dibin sedem bi sînor namînin. Di heman demê de ev rewş digihîje bazara kar jî.

ASMAA FATHI

Qahîre- Jin di bazara kar de ji ramanên serdest êşê dikşînin ji ber ku zilamê serdest xwedî maf û îmtiyazên herî mezin e ku herî zêde nêzî nijadperestiyê ye di nava saziyan de. Ew bi hemû hêza xwe hewl dide hebûna xwe heta radeyekê ferz bike ji bo hevkara xwe aciz bike, mafên wê ji dest bigre.

Rapora jêrîn hin serpêhatiyên jinan di bazara kar de û çawaniya zivirîn û pêşketina meseleyê de pêşkêş dike. Ji ber ku hin ji wan têdikoşin ji bo îsbat bikin îdiayên exlaqî yên li dora wan tên raberkirin tenê hewldanek zilamên ku serdestiya xwe ferz dikin. Her wiha di rêzên jêrîn de dê diyar bibe ka çiqas êşên ku çanda civakê li ser jinên ku hewl didin debara malbata xwe bikin zextê dike, bi taybetî dema ku ew jin hevberdayî bin, zêdetir xwe ferz dike.

“Nêzîkatiya li jinên hevberdayî ji ber paşverûtiya civakê bi awayê neyînî ye”

Hoda Ebdilselam yek ji jinên xebatkar û hevberdayî ye, dibêje ku ji dema veqetîna wê ji hevjînê wê, zêdetirî du salan e, di 20 saziyan de kar kiriye û sedema sereke ya destberdana ji kar jî zextên li ser wan û binpêkirinên ku rast hatine ye.

Hoda Ebdilselam behsa êşên xwe dike û wiha dibêje: "Piştî ku hevserê min îxanet li min kir û min biryara hevberdanê da, ez rastî krîzek hatim. Ez rojê nêzî 12 saetan ji bo başkirina rewşa malbata xwe dixebitîm û di berdêla wê de wî dev ji min berda û piştî wê jiyan bi tevahî guherî. Ruxmî ku ez di wê dozê de mexdûr im jî ji ber ku navê hevberdanê ketibû ser min, mêran destdirêjiya qada min a kesane dikirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Nêzî du salan, ez bi aramî bi mijarê re mijûl bûm heya ku rêveberê min destdirêjî li min kir. Piştî wê ez ketim depresyonê ew mabû ku dawî li jiyana xwe bînim. Ger ku hevalên min piştgiriya min nekirina û neçûma bijîşkê derûnî ez baş nedibûm. Ez niha dermanên xwe dixwim û hewl didim qeyranên xwe derbas bikim lê tiştên ku min jiyan e ji bîra min naçin.”

"Zilma mêran a li ser jinan dîrokî û sîstematîk e"

Rojnamevan û lêkolîner Sîham Ebû Zîna got ku sedema zordestiya li ser jinan tê kirin, serdestiya wan a rastî ya li hemberî mêran di bazara kar de û fêrbûna mêr bi serdestî û rêbertiyê ye. Her pêşketina ku jin bi dest bixe, ji aliyê mêr ve weke kêmkirin ji wan re tê dîtin, weke ku dê hinekî ji heqê wan kêm bike.

Sîham Ebû Zîna ev nakokî bi mîrata çandî ya ku di hişê mêran de serdest e ve girêdide û da zanîn ku piraniya wan bawer dikin jin tenê ji bo kirîna alavên xweşikbûn û cilan dixebitin û li mezinahiya jinên ku malbatên xwe xwedî dikin nanêrin. Siham wiha didomîne: “Hemû îmtiyazên ku mêr bi dest dixin ji ber ku piştgiriya jin û malbata xwe dikin ew jî mijareke ku êdî rastiya wê tune ye. Jin bi xemsariyê tên tawanbarkirin ji ber ku ew dixebitin û rewşa jinên hevberdayî gelek xirab e.”

Jinên ku dixebitin neçar dimînin rolên xwe yên li malê kêm bikin

Lêkolîner û rojnamevan Sîham Ebû Zîna diyar dike ku jinên hevberdayî, bi taybetî dema ku kar dikin, ji xemsariya berdewam a paşguhkirina zarokên xwe û nelîstina roleke sereke di mala xwe de êşê dikşînin. Ew bi gelemperî zextek mezin li ser wan dike, nemaze heke ew jinên hevberdayî bin, ji ber vê yekê hemû cureyên destdirêjiyê li dijî wan tê kirin.

Rêjeyek heye ku ji bo kirîna hewcedariyên xwe dixebitin û hevserê xwe ji vê xercê xilas dikin lê ev rêje ji sedî 10 derbas nake. Ji sedî 90 ji jinên karker neçar in ku vê yekê bikin ji ber hewcedariya rastîn a pereyan ji bo debara malbatên xwe û vekirina derî ji bo dahatek zêde û di pir rewşan de  ji bo piştgiriya zarokên xwe bikin dixebitin.

"Fîlmkişandina mamosteyek di gera taybet de hewldanek mêran bû ku ji wê xilas bibin"

Gelek dîmen hene ku jin di encama mêran de ji bo desteserkirina îmtiyazên ku bi dest dixin, êşê dikişînin. Xirabtirîn delîla wê mantiqê, li gorî ku lêkolîner û rojnamevan Sîham Ebû Zîna ji min re got, bûyera mamoste bû ku di van demên dawî de di medyaya civakî de behsa wê hat kirin.

Sîham Ebû Zîna rewşên di wê bûyerê de çêbûn vedibêje û dide zanîn ku hevkarên kar ên zilam biryar dan ku ji hevkara xwe ya jin a dixebitî û hemû hêza xwe dida ji bo ku xwe îsbat bike û bi riyên nûjen û hêsan agahiyan bigihîjîne xwendekaran, xilas bibin. Di dema ku ew di geşteke taybet de bûn û her kes mijûlî reqs û şahiyê bû, wan dîmenê wê kişand û piştre vîdyo belav kirin, xwestin wê biçûk bixin û ev bû sedema dawiya jiyana wê ya zewacê.

“Bi vî rengî jin ji serdestiya baviksalarî bi bandor dibin”

Sîham Ebû Zîna da zanîn ku jin bi mêr re di nava şerekî nîv-daîmî de ne, ji ber ku ew bi hemû hêza xwe hewl didin serwerî û kontrolê li ser wan bikin. Mêr di encama çandeke ku di mejiyê wî de bi xurtî hatiye avakirin mezin bûye loma serkeftina jinan di serî de napejirîne lewre dizane ku ev yek serdestiya wî têk dibe.

Îham Ebû Zîna anî ziman ku hişyarî tekane çareserî ye ji bo derketina ji wê tengasiya, ji ber ku berdewamiya rewşê bi vî rengî jinan dixe nava dorpêçeke zorê ya derûnî û civakî û derfetên wan ji bo pêkanîna jiyana giştî û pêşketina di warê karê xwe de dikuje. Divê jin şarezahiyên xwe bi pêş bixin û rêbazên xwe bizanibin da ku di nav rêzeqanûnên ku vê dawiyê hatine derxistin de piştgirîya wan dikin, bi tevahî mafên xwe bi dest bixin.