"Li hemberî êrîşên dewleta tirk divê jin di nava berxwedanê de cih bigirin"

Yek ji jinên ku roleke mezin di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîstiye Asya Îsmaîl diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser Minbicê pêwîste jin di nava berxwedanê de cih bigirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Dewleta tirk a dagirker di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Senaryoya çaverêkirî çi ye? Û divê jinên herêmê di rûbirûbûna her êrîşeke muhtemel de rola xwe çawa bilîzin? Ji bo bersiva van pirsan ajansa me bi yek ji rûyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçbereke ji Serêkaniyê û endama Kombûna Jinên Zenûbiya Asya Îsmaîl re hevdîtin pêk anî.

"Jinan roleke mezin di bersivdayîna vî şerê 2012'an de lîstin"

Asya Îsmaîl diyar kir ku di sala 2012'an de bi gelek tecrubeyên berxwedanê li Serêkaniyê wan ezmûn girt û wiha pê de çû: "Me gelek qurbanî da, lê di berdêla de em bi ser ketin. Şerê ku wê demê dest pê kir ne hêsan bû ji ber ku nêzî 4 mehan bi hovîtî êrîşî me kirin. Ji bo têkbirina êrîşan em hemû bi hev re bûn alîkar. Jinan bi alîkariya birîndaran, amadekirina xwarinê û hilgirtina çekan roleke mezin di bersivdayîna vî şerî de lîstin, piştî ku hejmarek ji wan di vî warî de hatin perwerdekirin. Bi vî awayî me destên xwe dan hev û me êrîşên dijmin ên li ser me pûç kir. Berxwedana ku gel û şervanan kir yek, moral û enerjî da şervan û birîndaran."

"Dîrok şahidiyê dike ku jin di tevahiya dîrokê de aştîxwaz in"

Asya Îsmaîl eşker kir ku dîrok şahidiyê dike ku jin di tevahiya dîrokê de aştîxwaz in û wiha got: "Ji bo parastinê me çek hilgirt û xwe di nava Hêzên Parastina Cewherî de bi rêxistin kir. Jinan di tunekirina gelek çeteyên ku bi îdîaya sivîl in, hewl dan bikevin herêmên me, roleke girîng lîstin. Bi saya vê berxwedan û hevgirtinê me rêveberiya xwe ya xweser û tevgerên jinan ava kir û bi têkoşîn, hevgirtin û baweriya xwe bi vîna xwe ewlekarî li bajarê xwe belav kir. Di şerê dawî de tirkiyê hemû rêbazên xwe yên hovane bikar anî, bê navber bomberdûmanek bi ser me de barand, ji ber wê jî em neçar man malên xwe biterikînin û ber bi herêmên ewle ve biçûn, tevî vê yekê jî gel axa xwe berneda. Gel li ser daxwaza Yekîneyên Parastina Gel-Jin malê xwe terikandin ji bo parastina jiyana sivîlan, ji ber ku tirkiyê dudilî nebû ku wan bike hedef û gelek komkujî li ser wan pêk anî."

"Divê gel ezmûna Serêkaniyê ji xwe re mînak bigire û xwe biparêze"

Asya Îsmaîl da zanîn ku dewleta tirk a dagirker her kesî hedef digire û wiha axivî: "Ger hûn di nava bajarê xwe de bimînin, planên dagirkeriya dewleta tirk red bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin, hûn ê ji bajarê xwe re serkeftinek mezin biafirînin. Jiyan û mirin yek car ji aliyê mirovan ve tê jiyan kirin, yanî jiyana bi rûmet an mirina bi rûmet ji jiyaneke dirêj ya heqaretê çêtir e. Divê gel ezmûna Serêkaniyê ji xwe re mînak bigire û xwe biparêze û axa xwe biparêze û dev jê bernede. Bajarê Minbicê bajarê şoreşê ye ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê terazûyê serûbin kir. Gerek em li bajarê Minbicê pêlavên xwe derxin û bi lingên tazî li ser bimeşin, ji ber ku her milekî axa wê bi xwîna şehîdên me av daye. Wê wijdanê me çawa bihêle tirkiyê derbasî Minbicê bibe û wê qirêj bike?

Ev bajar gelek êş kişandiye, jinên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û kurên wê li qadan hatin daliqandin, ji ber vê yekê divê gelê Minbicê rojên tarîtiya DAIŞ'ê ji bîr nekin û dubarekirina vê yekê bi destê dewleta tirk a dagirker qebûl nekin. Yên ku herî zêde ji zilma DAIŞ'ê zerar dîtine jin in, lewma divê li dijî dagirkeriyê bisekinin û di refên herî pêş ên berxwedanê de cih bigirin. Heger tu hêz nede xwe, tu kes nikare piştgiriya te bike, ger tu axa xwe azad bixwazî, divê tu xwe bispêrî îradeya xwe ne bi dewlet û hêzên derve."

"Erdogan dixwaze Kurdan qir bike û Sûriyeyê parçe bike"

Asya Îsmaîl got ku erdogan ne tenê dixwaze kurdan tine bike, dixwaze Sûriyê jî parçe bike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ger bikariba, wê Sûriyê ji Helebê heta Şamê û ji Dêrikê heta El-Bûkemalê û heta bi axa Iraqê dagîr bikira da ku planên xwe li herêma Kurdistanê temam bike. Gel êdî ne wekî beriya sedsalî ye, bûye xwedî doz û ramana azad û xwedî hêzeke leşkerî ye û cîhan bi berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hay bûye, ji ber vê yekê dagirkirina herêmê ne tiştekî hêsan e û dawiya erdogan wê li Sûriyê be. Helwesta rêjîma Sûriyê şerm e, eger diyalog bi Rêveberiya Xweser re qebûl bikira, tirkiyê nikarîbû beşek ji axa me dagîr bikira, Rûsya û Amerîka jî wê valahî û nakokiyên di navbera me de bikar neanîn û alên xwe ser axa me bilind nekirana."

Yekîtî astengiya sereke ya li pêşiya dagirkeriyê ye""

Asya Îsmaîl anî ziman ku hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dewleta tirk yekdeng in, ji ber ti gel ji xirabiya wê rizgar nebû û wiha got: "Yekîtî di asta Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê de tê dîtin, jin ji pêkhateyên xwe yên cuda di nava xebatên xwe de cih digirin û doza wan yek e, parastina jinê ye, Rêveberiya Xweser û saziyên leşkerî hemû kur û keçên gelên herêmê dihewîne. Yekîtî astengiya sereke ya li pêşiya dagirkeriyê ye. Ez bi nakokiyên di navbera partî û tevgerên siyasî yên Kurdistanê de pir diêşim. Divê partî û serokên wan li hermberî dagirkeriya tirkiyê yek dest bin û xewnên gel bi agirê berjewendiyên xwe yên şexsî neşewitînin, ji ber ku wê her kes bi vî agirî bişewite ji ber em Kurd in û çarenûsa me yek e. Çawa ku me hemû herêm ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin, em ê bi hev re karibin wan biparêzin jî. Divê em hemû bibin yek û peywendiyên xwe yên derve bihêz bikin û rêjîm li ser maseya diyalogê rûne."