Muzeya Hunera Îslamî ya Qahîreyê hunerên kevneşopî vedijîne

Muzexaneya Hunera Îslamî li Misrê derfetan ji zarokan re peyda dike ku beşdarî çalakî, têkilî û fêrbûnê bibin û çend pêşangeh û karên curbecur ji bo vejandina mîrasê bi vejandin û teşwîqkirina hunerên destan ên kevneşopî pêşkêş dike.

ASMAA FATHI

Qahîre – Muzexaneya Hunera Îslamî ya herî mezin e li cîhanê, ji ber ku nêzî sed hezar  berhem tê de hene ku ji wan nêzî çar hezar û çarsed di salonên wê de tên pêşandan û gelek xizmetan pêşkêş dike. Muzexaneya Hunera Îslamî li Misrê derfetan ji zarokan re peyda dike ku beşdarî çalakî, têkilî û fêrbûnê bibin û çend pêşangeh û karên curbecur ji bo vejandina mîrasê bi vejandin û teşwîqkirina hunerên destan ên kevneşopî pêşkêş dike. Ji hundire muzexaneya herî mezin a hunerên îslamî li cîhanê, me bi rêvebera beşa perwedeyê ya muzexaneyê Reşa Cemal re hevdîtinek pêk anî. Ji bo ku em li ser yek ji girîngtirîn beş û deverên xizmetguzariyê li muzexaneyekê ku reng û şêwazên cihêreng ên çalakiyan pêşkêş dike nas bikin.

"Em ji bo zarokan pêşangehan li dar dixin"

Reşa Cemal diyar kir ku muzexane xizmetên cûrbecûr pêşkêşî mêvanên xwe dike û wiha got: "Muzexane ne tenê cihek e ku berhemên arkeolojîk nîşan dide, ew wekî saziyeke perwerdehî û çandî ye bi riya wê em xizmetan pêşkêşî mêvanan dikin. Beşa perwerdeyê li ser çend dosyayên girîng kar dike, di nav de vejandina hunerên kevneşopî, atolyeyên perwerdeyê û pêşangehên perwerdeyî û hunerî hene. Ji bo zarokan kursên perwerdeyê hene, nemaze di heyama havînê de. Em hewl didin mîras nêzî wijdanê zarokan bikin. Em ji bo zarokan pêşangehan li dar dixin. Her wiha em hunerên kevneşopî û pêşangehên din ên civakî nîşan didin. Hemû xizmet belaş tên pêşkêşkirin."

"Di navbera beşan de sîstemeke cuda ya hevkariye heye"

Reşa Cemal anî ziman ku wê beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Qahîreyê qedandiye û wiha got: "Min di warê mîmariya Îslamî de bawernameya masterê girtiye. Ez ji sala 2018'an ve li muzexaneyê dixebitim. Di navbera beşan de sîstemeke cuda ya hevkariyê heye kar li vir li ser bingeha hezkirinê ye û em hemû muzexaneyê wekî mala xwe ya duyemîn dihesibînin. Em bi hezkirin û daxwaziya xwe dema xwe didin da ku bigihîjin astên herî bilind ên serkeftin û serfiraziyê. Beşa perwerdeyê li ser bernameya jinên ku bi tena xwe debara malbatên xwe dikin û vejandina hunera destan kar kir. Bi taybetî ku ev yek beşeke ji hunera îslamî ye û gelek kesan jê sûd girtin. Her wiha zarok jî ji çalakiyên ku li hundirê muzeyxaneyê ji wan re hatin pêşkêşkirin, bi bandor bûn. Di pêşangeha dawî de, me xwest hemû atolye û çalakiyên ku di salên borî de pêk hatine û sûdên wan nîşan bidin. Em pêşangehên civakî jî li dar dixin. Di sala 2020'an de di Roja Jinên Cîhanê de kesên ku karên hunera destan dikin vexwend û hejmara beşdarên ku hemû jin bûn gihîşt 35 jinên ku di warê mîrasê de dixebitin."

"Navê muzexaneya Hunera Îslamî navekî kevnar e"

Reşa Cemal da zanîn ku navê muzexaneya Hunera Îslamî navekî kevnar e û wiha anî ziman: "Ev avahî di sala 1903'yan de hatiye avakirin. Lê mixabin rastî teqînekê hat lê dûre bi awayekî profesyonel hat restorekirin. Ew li ser du beşan hatiye dabeşkirin beşa rojhilat û beşa rojava di navbera wan de salona pêşwaziyê heye. Hemû vexwendnameyên çalakiyan vekirî ne û bi riya rûpela wê ya fermî tên ragihandin. Piştre jî mimkun e ku bi me re têkilî daynin û beşdarî çalakiya ku hatiye ragihandin bibin."