Koçberên li Idlibê ji ber nebûna dermanên bêpere zehmetiyan dijîn

Koçberên li Idlibê teqez kirin ku ji ber rewşa xirab a aborî, ew serî li navendên teduristiyê didin da ku dermanên bêpere ji xwe û zarokên xwe re peyda bikin, ji ber ku nikarin dermanan ji dermanxaneyan bikirin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Nexweşên li Idlibê ji ber krîza kêmbûna derman û buhayên bilind êşê dikişînin. Koçberên li Idlibê ku ji ber rewşa xirab a borî, serî li navendên teduristiyê didin da ku drmanên bêpere ji xwe û zarokên xwe re peyda bikin, ji ber ku nikarin dermanan ji dermanxaneyan bikirin.  

"Kêm caran dermanên bêpere li navenda tenduristiyê peyda dibe"

Rebîa El-Mihemed a 33 diyar kir ku ew hewl dide ku dermanê dijî înfalmatuar ji navenda tenduristiyê ya bêpere ya li nêzî kampa ku li ser sînorê Sûrî-Tirkî ji keça xwe ya pênc salî re peyda bike û wiha got: "Keça min tim nexweş e, lê ez nikarim tim dermanên wê bikirim. Hevjînê min di şer de birîndar bû û lingê wî seqet bû ji ver vê yekê qet kar nake. Ez her carê diçim navenda tenduristiyê da ku dermanê bêpere wergirim, ku kêm caran li navendê peyda dibe. Em ji ber nebûna dermanên bêpere êşê dikşînin û em nikarin derman ji dermanxaneyan jî bikirin."

"Ez ji ber êşa zêde ya laşê xwe her şev li benda mirinê me"

Fethiya El-Berhûm jî ya 70 salî anî ziman ku gelek nexweşiyên wê hene û wiha pê de çû: "Ez nema karim cûreyên dermanên girêdayî tansiyona xwînê, şekir û antîbiyotîkan bikirim yên ku hêdî hêdî ji navenda tenduristiyê ya belaş li kampa li Atma, ya ku ew lê dimîne, hatine qurtkirin. Ez ji ber êşa zêde ya laşê xwe her şev li benda mirinê me, ji ber ku nikarim dermanê xwe bikirim."

"Dermanxane êdî ji feqîran re merhemetê nakin"

Beraia El-Elî ya 38 salî jî rexne li nebaşbûna dermanên bêpere yên ku ji aliyê navendên tenduristiyê yên li kampan ve li ser nexweşan têne belavkirin, kir û wiha axivî:"Piraniya dermanan an bi eslê xwe Tirk in, bi bêbandoriya xwe têne zanîn, an jî dermanên dema wan qedyaye, ji feydê zêdetir zirarê didin. Dermanxane êdî ji feqîran re merhemetê nakin, bi hinceta buhabûna dolarê Amerîkî her demek kurt bihayê dermanan du qat dikin."

Dermansaz Urûba El-Ekrem a 42 salî, buhabûna dermanan bi cudahiya mezin di nirxan de di navbera dermanên xwecihî de rewa dike, ku êdî ji deverên rejîmê nagihêje wan ji bilî bi rêya qaçax û dermanên hinartî, ku gelek caran ji bihayên dermanên herêmî zêdetir e.

Di navbera xizaniya jinên derbider û bihabûna dermanan de, pirsgirêka peydakirina dermanan her ku diçe zêde dibe, ji ber ku Rêveberiya Tenduristiyê li Idlibê nikare dermanên bêpere ji beşeke mezin ji nexweşan re peyda bike.