Behre Teyîb: Desthilatdar zanîngehên taybet weke projeyek dibînin

Zanîngeha Silêmaniyê, zanîngehek e cihê têkoşînê ye, niha ji ber sîstema sermayedar hatiye piştguhkirin û tu alî zanîgehên hikumetê weke berpirsyariya xwe nabînin û di sîstema xizmetguzariyê de kêmûkurtî heye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Sala 2021-2022’an a xwendina zanîngeh û peymangehan bi dawî bû lê belê di zanîngehên hikumetê de gelek kêm û kurtî, nebûna xizmetguzarî û muçeyên mamosteyan û gelek xwepêşandan ji bo dabînkirina pêwîstiyên beşên navxweyî bû. Li beramberî vê jî zanîngehên taybet rojek tenê baykota berdewam nakin û tenê carek jî behsa pirsgirêkan nayê kirin.

Cudahiyek mezin di navbera sîstema zanîngehên hikumetê û zanîngehên taybet de heye, dabînkirina pêwîstiyan, hebûna xizmetguzariya pêwîst û pêwîstiya mamosteyan. Ev cudahî ji aliyê desthilatdariya herêma Kurdistanê vê bi armanc hatiye avakirin.

Desthilatdar xwe weke xwediyên zanîngehên hikumetê nabînin û piştguh dikin, li beramberî vê di dema şahiyên temamkirina zanîngehên taybet de weke berpirs beşdar dibin û hunermendan ji welatên weke Tirkiye ya dagirker beşdarî şahiyê dikin, dikarin bi wê butçeya ku hunermend beşdarî şahiyê kirine şahiyek xweş bi rê ve bibin û kêm û kurtasiyên zanîngehên hikumetê dabîn bikin.

 “Sal bi sal rewşa zanîngehan ber bi xirabûnê ve diçe”

Mamosteya zimanê Îngilîzî ya koleja perwerdeya binyat a bajarê Silêmaniyê Behre Teyîb der barê xwendina zanîngehê de ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku zanîngeha Silêmanî di rewşek xirab de ye û di aliyê qalîte û darayî de bi temamî hatiye piştguhkirin. Berê zanîngeha Silêmaniyê li seranserî Iraqê di asta yekem de bû, niha jî di asta fêrbûn û zanistê de di asta yekem de ye lê belê di asta kalîteyê de zanîngehek ku hatiye paşguhkirin e û wiha got: “Kes nîn e guh bide pirsgirêk û kêmûkurtasiyên zanîngeha Silêmanî, wezîrê xwendina bilind heta niha nehatiye nava zanîngehê ku bibîne zanîngeh di kîjan astê de ye û rasterast pirsgirêkên mamoste û xwedekaran fam bike. Her çendî pêwîstiyên mamosteyan neyên dabînkirin jî mamoste bi riya pêwendiyên taybet hewl didin di warê zanyarî de xwe bi pêş bixin. Gelek proje radestî serokatiya zanîngehê kirine lê belê ev proje hemû hatin piştguhkirin û heta niha tu bersivek nedane. Li herêma Kurdistanê pirsgirêk nayê çareserkirin, dijberê wê pirsgirêk tên derxistin.”

“Ji bo desthilatdaran zanîngehên taybet projeyek in”

Mamosta Behre Teyîb diyar kir ku di nava qerta giştî û qerta taybet a zanîngehan de cudahiyek mezin heye û di zanîngehên taybet de hemû pêwîstî tên dabînkirin û bi qalîteyek zêde û tu kêm û kurtasiyên xwendekaran nîn in lê belê di zanîngehên hikumetê de her dem pirsgirêkên xwendekaran ên xizmetguzariyê hene û wiha domand: “Sedemên wê jî bûyîna zarokên kesên siyasî û desthiladaran di nava zanîngehên taybet de ye. Ji ber wê ev zanîngeh weke projeyek tên dîtin ne weke navendeke fêrbûnê. Tu desthilatdar û serokê partiyekê pirsgirêkên zanîngeha Silêmanî nabînin lê belê her dem amade ne pareyek zêde ji bo şahiya xwendekarên zanîngeha taybet temam kirine xerc bikin. Ew girîngiya ku desthilatdar didin zanîngehên taybet nadin zanîngeha hikumetê lê belê pirsgirêkan çareser nakin, heta ku pirsgirêk mezin nebe çareserî jê re nayê dîtin.”

“Armanca hikumetê jiholêrakirina çîna navîn e”

Mamosta Behre Teyîb bi bîr xist ku grîngîdayîna qerta teybet ne tenê li zanîngehan li hemû sazî û dezgehên weke tendirustî û perwerdeyê heye. Ji ber ku bi pere xeyalên hemwelatiyan bi cih tînin û li hember jî ne xwendekar fêrî asteke xwendina baş dibin, ne jî qerta tedirustiyê hemwelatiyan bi hinek pere çareser dikin. Ev cudahiya ku di nava qerta taybet û ya giştî de çêkirine, bûye sedema avabûna çînayetî. Nîha hikumet bi plan wisa dike ku çîna normal nemîne û bibe du beşên çîna hejar û çîna dewlemend.”