Kesên ku li bajarê Taizê yê Yemenê ji ber mayînan astengdar bûn êşê dikşînin

Delîla Muhemed Muqbil wekî bi hezaran mirovan ket ber çerxa şer û bedelên giran dan. Di şeran de hejmara qurbaniyên jin pir e û piştî ku jin li cihên şer, tevî êş û pirsgirêkên dijwar rastî astengdariyê tên, barê wan girantir dibe.

RANIA ABDULLAH

Yemen- Delîla Muhemed Muqbil yek ji qurbaniyên mayînan e li bajarê Taizê ku di destpêka sala 2018'an de di encama teqîna mayîneke li ber deriyê mala xwe astengdar bû. Delîla dibêje: "Em qurbaniyên şer in, kî dê êşa me hîs bike.”

Delîla Muhemed Muqbil a 30 salî ji gundê EL-Şeqib yek ji gundên bajarê Taizê li başûrê rojavayî Yemenê ye wiha dibêje: "Beriya daweta min bi rojekê lingê min qut bû ji ber min pêl mayînek li pêş mala me kir û lingê keça apê min jî qut bû dem ku hewl dida min rizgar bike.”

Delîla Muhemed Muqbil tevî astengdariyê jî teslîm nebû, ji jiyanê dûr neket, wê jiyana xwe berdewam kir: "Rast e piştî ku lingê min qut bû ez bi dijwarî jiyana xwe berdewam dikim lê ez teslîmê astengdariyê nebûm, min projeyek xwe ya taybet a bi navê "kişk" ava kir ji bo bi hewceyî tu kesê nebim.”

Mexdûrên mayînan jin û zarok in

Li gorî Hevbendiya Çavdêriya Mafên Mirovan a Yemenê (Hevpeymaniya Resd), ji Nîsana 2015'an heta Adara 2022'an, hejmara qurbaniyên mayînên bejahî gihîştiye (549) ku ji wan 92 zarok, 49 jin û 33 kesên pîr û kal bûn û her wiha hejmara qurbaniyên birîndar gihîşt 824 birîndaran ku 155 zarok, 51 jin û 38 extiyar hene.

Mayîn ji bo mirovan tiştên herî bi xeter in

Çalakvana mafên mirovan Ensiya El-Hemzî di wê baweriyê de ye ku Hûsiyan tawanên mezin li dijî sivîlan li bajarê Taizê kirine û sivîl hatine bombebarankirin. Piraniya qurbaniyan jin û zarok in û wiha got: "Tiştê herî dijwar ew e ku ev kom piştî vekişîna ji cihên ku di destên wan de ye sûcekî mirovî yê mezin e dike ew jî danîna mayînan e.

Ensiya El-Hemzî ev yek diyar kir: "Piştî azarên dûr û dirêj ji koçberî û penaberiyê, malbat vedigerin malên xwe lê mayin li gund, mal û erdên wan sivîlan veşartî ne. Mayînan jiyana hejmarek jin û zarokan herimand û hejmareke mezin ji wan seqet kirin. Tiştên ku di encama mayînan de diqewimin, dibe sedema jiyana gelek kesan, hebûna mayînan ji tank û topan pir xeternaktir e.

Anisa El-Hemzî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin ji bo rakirina mayînan berî ku sivîl vegerin malên xwe, ji bo kêmkirina hejmara qurbaniyên ku ji ber mayînan dimirin an jî seqet dibin

Bandorên psîkolojîk ên kûr

Derûnînas Reem El-Ebsî got: "Nexweşiyek bi jinên birîndar re heye ku jê re tê gotin (nexweşiya dîsmorfîkî a bedenê) û nexweş bi gelemperî rojane saetên dirêj xema seqetiya xwe de derbas dike ku her parçeyek bedenê digre nav xwe. Çêbûna her zêdebûnek an kêmbûnek bandorê li wêne û şeklê bedena jinan dike û bibe sedema tevliheviyek ku dikare bigihîje hestên bêhêvî û depresyonê û ev hest du qat dibe û mezin dibe ger mirov lingekî xwe winda bike.”

Girîngiya piştgiriya civakî

Reem El-Ebsî da zanîn ku bandor û nîşaneyên ku bandorê li derûniya jinan dikin hene, wek "Rewşa damayî ya giran, hesta şermê, bêhntengiya xewê û bêhêzbûna xwarinê, dûrketina ji bûyerên civakî yên ku hesta kêmbûnê çêdikin, ramana zêde ya li ser deformasyona xuyangê, kêmbûna kar û performansa malbatê.

Reem El-Ebsî dibîne ku divê alîkariya bijîjk û pisporên derûniyê ji bo dermankirina vê rewşê, bi girîngiya piştevaniya civakî, bi taybetî ji malbat û xizman, bên girtin.