Li gundê Cirnikê jiyana komunal tê jiyîn

Zeyneb Şero ya ji Gundê Cirnika Bicûk ku ev nêzî 43 sal in li wir jiyan dike, qala jiyana gundê xwe ya komînal û alternatîf dike û di heman demê de dibêje ku çi bibe jî dê ji gundê xwe nederkeve.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Mirov ji bo bi mirovên din re tevbigere û ji hev hez bike hatine afirandin. Helbet jiyana civakî û komînal jî aliyekî jiyana mirovî ye nayê paşguhkirin ku têkiliya di navbera ferd û civakê wê de bi hevdû ve girêdayî ye û bi xurtî bandorê li hev dikin. Bêguman di roja me ya îro de jî ev yek ne hatiye windakirin, bi taybet pergalek li Rojavayê Kurdistanê heye ku her dem bi demokratî, jiyana komînal û bihev re tevgerandin bang dike. Li Kolana Cirnika Kevin ku wekî gundekî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hesibandin, hîn jî ev rihê komunaltî di kesayetiya mirovên vî de winda nebûye. Şêniyên vî gundî tevî hemû şerên ku li herêmên hatiye jiyîn jî, hîn jî tê de dijîn û bi hev re wekî yekmalbat jiyana xwe bi rê ve dibin. Zeyneb Şero ya ku li Gundê Cirnika Kevin a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ev 43’ê sal in lê jiyan dike, der barê jiyana gund de ji ajansa me re axivî.

Hemû şêniyên wê yên biçûk bihev re pîr û kal bûn e

Gund ew cihê ku hilma aramiyê û xwezayê jê tê ye, Gundê Cirnika Bicûk mînaka vê hevokê ya herî mezin e. Di vî gundê ku belkî 50 sal in hatiye avakirin de rihê komînaltî û alternatîfiyê bingeh e. Çiqas êrîş bi ser de hatin û gelek koçber li xwe hewandin jî, lê belê tu kes ji malên xwe nederneketiye. Cîranê wan ê herî nû ji ev 15 salin hatine gund. Hemû şêniyên wê yên biçûk bihev re kal bûne.

Jiyana komînal a li Gundê Cirnikê

Zeyneb Şero qala jiyana komînal a di hundirê Gundê xwe de kir û wiha dest bi axaftinê kir: “Nêzî 43 sal in ez hatime vî gundî, destpêkê vala bû û mal tê de tune bûn.  Ji ber Rejîma Baas’ê qedexe kiribû ku gel ji xwe re malan ava bike û şaredariya wan malên avakirî xerab dikirin, lewma kesê dixwest ji xwe re odeyek ava bike êvarî destpê dikirin û bi rengekî veşartî heta sibehê bidawî dikirin. Tevî vê yekê jî jiyana me ya bi hev re a komînal me bi hêz dike. Ewqas sal derbas bûn û zarokên me jî mezin bûn. Em hemû karên xwe bi hev re diqedînin û çi çêkirina xwarinek be, çi vekirina doşekekê û çi jî mûnet be alîkarî hev dikin, tu kes bi tenê kar nake em giştî bi hev re dibin alîkar.”

“Gum guma top an bû, lê dîsa jî em ji gundê xwe ne derketin”

Zeyneb Şero bal kişand ser taybetmendiya Gundê Cirnikê ku ev 45 sal in  gelê wê jê derneketine û wiha pêde çû: “Pir tişt hene ku Gundê Cirnik ji cihekî din cuda bike, cudahiya wê jî ew e ku piştî ji şoreşê 11 sal e ji gelên wê ji mala xwe derneketiye û heya roja îro tê de jiyan dikin. Gelek êrîş ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Gund xwedî li gelek koçberan derket. Me gelek caran hewandin lê em ji malê xwe ne reviyan, li gund cîranê me yê herî nû hatine 15 salen van xilas bû. Tevî hemû êrîşên dewleta tirk ku gelek caran top û keşif ser serê me digere ku me koçber bike dîsa jî em ne derketin. Gelê Gundê Cirnik gelekî bi axa xwe ve girêdayî ne, di xweşî û nexweşiyê de jî bi hev re ne.”

“Em ji vir narevin, em di mal û axa xwe de bimirin”

Zeyneb Şero tekez kir ku di çi rewşê de bin jî, ew e heta deqeya dawî ji gundê xwe narevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em bi şoreşa xwe ve girêdayî ne û bedena me li ber wê ye ku me tê de zarokên xwe dan û bi hezaran birîndar û şehîd dan. Heya ji min dihat di Mala Jin de çi karê cebhewî be û çi jî karê medenî be min dikir. Çi dibe bila bibe em ji gundê xwe narevin, bila em di malên xwe de û ser axa xwe bimirin. Heya ji destê me bê, em ê nehêlin ku mal û milkê me bi dijmin bîmîne. Dîsa jî em ji vir naderkevin û rê nadin wan çeteyên dewleta Tirk ku destê xwe deynin ser malên me û axa me dagir bikin.”