Gelê Semsûrê wê bi jiyana komînal birînên xwe derman bike

Piştî erdhejê şêniyên Semsûrê hatin cem hev û komîsyonên taxan ava kirin. Bi komîsyona ku ji aliyê mexdûrên erdhejê ve hatiye avakirin armanc jiyana komînal e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr - Gelê Semsûrê ku ji ber erdhejê wêran bûye, ji roja ewil û vir ve li ber xwe didin. Welatiyên Semsûrê yên ku bi piştgiriya tîmên dildar û seferberiya gel hewl dan birînên xwe bipêçin, ji bo piştî pêvajoya ku jiyane êdî mexdûr nebin, komîsyonên taxan ava kirin. Armanc bi avakirina komîsyonê ew e ku hevgirtinê zêde bikin û bigihîjin her kesê. Di komîsyonên ku ji bo jinan jî lêkolînên cuda tên kirin de wê gel bibe xwedî biryar.

Şêniyên bajar di komîteyan de tên cem hev

Li bajarê ku piştî erdhejê 3 roj bûn alîkarî ji dewletê nehat, gel bi derfetên xwe cenazeyên xwe ji nava xirbeyên avahiyan derxistin. Welatiyên ku 3 rojan di wesayîdan de razan û rûxmê xwarin û vexwarinên ku ji aliyê gel ve tên şandin debara xwe dikin jî tevî ku hefte derbas bûne jî di warê stargehê de pirsgirêkên cidî dijîn. Welatiyên ku mehek bi hevgirtin û alîkariya gel derbas kirine, ji bo hevgirtina heyî zêde bikin û careke din heman mexdûriyetê nejîn, komîsyona taxê ava kirin. Di komîsyona ku ji aliyê mexdûrên erdhejê ve hatiye avakirin de, pêşniyar, rexne û xebatên ku dê ji bo taxên wan bên kirin tên nîqaşkirin.

'Dema gel hêza xwe dît me dest bi rêxistinbûnê kir'

Welatiyê ji erdhejê rizgar bûye Eşxan Şiyar ku me li ser mijarê hevpeyvînek kir, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên piştî erdhejê hatine jiyîn çareseriyeke bi vî rengî dîtine û got: "Tu hêz nikare rastiya vê hilweşandinê biguherîne. Me dît ku hemû kesan piştî erdhejê çawa alîkariya hev kirin. Mirovan bi destên xwe kavilan rakirin û mirovan derxistin derve û di wê kêliyê de hevkarî û hevgirtin pir mezin bû. Li pişt vê hevgirtinê hikûmetek tunebû. Em bi rehetî dikarin bibêjin ku dewlet ji roja ewil a erdhejê ve ne li vir bû. Ji ber ku tu alîkarî ji me re nehat, gel li vir xwe bi rêxistin kir. Şêniyên ku di karesatê de bi tena serê xwe man hatin cem hev û komîsyona taxê ava kirin. Em di pêvajoyek avabûnê de ne ku vê hevgirtinê hembêz dike û jiyana komînal ji xwe re esas digre.”

'Şêniyên bajar hefteyê du caran kom dibin pêşniyar û nîqaşan dikin'

Eşxan Şiyar diyar kir ku ew ê di komîsyona jinan de xebatên xweser bimeşînin, konê jinan vekin, li fîlman temaşe bikin û xebatên hunerî bimeşînin û wiha gotinên xwe domand: “Niha komîsyon hefteyê du caran tên cem hev. Li vir hemû pêşniyar û rexne bi hev re tên nîqaşkirin. Fikra me hebû ku em bi hevalên dildar re werin cem hev û komîsyonek ji bo jinan ava bikin. Me gava yekem a vê yekê bi vekirina konê jinan da destpêkirin. Em bi jinên li wir re di nava piştevaniyê de ne. Pêşandana fîlm û xebatên me yên fermî hene. Em bi jinan re li wir tên cem hev û hewl didin pirsgirêkên heyî parve bikin û çareser bikin."

'Pêvajoyek bi jiyana komînal li benda me ye'

Eşxan Şiyar bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Sedema bingehîn a avakirina komîsyonên taxan yekbûna hêza xweser a gel e. Di vê yekitiyê de ji roja ewil ve haya me ji hêza hundirîn a gel hebû. Me komîsyonên xwe ava kirin. Pêvajoyeke ku em ê bi gel re bi awayekî komînal û hevpar bin li benda me ye. Em ê birînên xwe bipêçin.”