Dua El-Wezîr: Çarenûsa aştiyê divê bi jinan re bê nivîsandin
Lêkolîner Dua el-Wezîr têkildarî rewşa Xezayê her wiha ji bo çêbûna aştiyê got ku li Xezayê aştiya civakî tenê bi xurtkirina rola jinan gengaz e û daxwaza kotaya ji sedî 30 ji bo jinan kir.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Aştiya civakî weke yek ji stûnên bingehîn ên civakeke saxlem tê hesibandin. Lê ev aştî çawa dikare di civakên ku hê jî ji bandorên tirsnak ên şeran û encamên wan ên wêranker ji bo kesan û civakê diêşin de were bidestxistin? Jin çawa dikarin di pêkanîna mekanîzmayên parastinê û çalakiyên wan ên serokatiyê û alîkariyê de çawa dikarin beşdarî vê pêvajoyê bibin?
Dua el-Wezîr, lêkolînerek Rêxistina Navneteweyî ya Piştgiriya Mafên Gelê Filistînê ye, balê dikşîne ku têgeha aştiya civakî, di wateya xwe ya herî hêsan de, tê wateya aramkirina civakê. Dide zanîn ku dema ev têgeh bi rola jinan ve tê girêdan divê perspektîfa teng a ku rolên jinan tenê bi malbatê ve sînordar dikin bi temamî werin derbaskirin. Dua el-Wezîr tekez dike divê destpêşxeriyên jinan ji bo xurtkirina aştiya civakî di ber çavan de werin derbaskirinin û bal kişand ku jin her roj ji bo parastina aştiya civakî di nava têkoşîneke cûrbecûr de ne.
Pêdivî bi mekanîzmayên parastinê û piştgiriya teknîkî û yasaî heye
Dua El-Wezîr diyar dike ku aştiya civakî tenê bi hevkariyeke bingehîn bi jinan re dikare were bidestxistin ku ev yek dê rasterast beşdarî avakirina civakeke aramtir û hevgirtîtir bibe. Her wiha tekez dike ku pêwîstiyeke lezgîn bi afirandina mekanîzmayên parastinê heye û destnîşan dike ku ev yek piştgiriya teknîkî û lojîstîkî ji bo jinan dihewîne.
Dua el-Wezîr balê dikşîne ser girîngiya alîkariya yasaî, wekî girtina rapor û serlêdanên ji wan jinên ku tundiyê dibinîn û her wiha avakirina mekanîzmayên gilîkirinê yên ku ne hewceyî gihîştina înternetê ne, da ku her jinek bikaribe mafê xwe biparêze.
‘Bêyî refaha jinan aştî nabe’
Dua el-Wezîr destnîşan dike ku li Xezayê îro kaoseke mezin heye, kêmbûna çavkaniyan û nebûna pêdiviyên bingehîn di asteke pir zêde de ne. Her wiha dide zanîn ku ev hemû bi hev re ewlehî û refahê ji bo jinan nahêlin û wiha dibêje: “Bêyî temînata refaha jinan, dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn û misogerkirina jiyana bi rûmet û mirovî, pêkanîna aştiya civakî bi temamî ne mimkûn e. Qeyrana heyî bandoreke giran li ser jinan dike û ji ber vê yekê divê çareserî destpêkê bi çareserkirina pirsgirêkên jinan dest pê bike.”
Ji perwerdeyê heya tenduristiyê
Dua El-Wezîr dibêje ku rolên rêbertiyê yên jinan rasterast ji berpirsyariyên wan ên jiyanî bi xwe derdikevin holê û diyar dike ku jin ji bo girtina van rolan bi tu awayî li benda îşareta kesê namînin. Dua gotinên xwe wiha didomîne: “Jin di nava kesên pêşîn de bûn ku bêyî piştgiriya aliyê derve navendên perwerdeyê ava kirin. Ên ku navendên tenduristiyê vekirin û bi giranî terapiya bedenî û karûbarên din ên pêwîst ji bo civakê pêşkêş kirin jin bûn.”
Dua el-Wezîr balê dikşîne ser komxebatên ku ji aliyê jinan ve hatine lidarxistin û rewşê wiha rave dike: "Jinan ji bo xurtkirina rolên pêşeng gelek komxebatên hişyariyê li dar xistin. Wan di çareserkirina nakokiyên li kampan û xurtkirina aştiya civakî de, bi taybetî li Zîvala Xezayê ku pergala dadweriyê tê de hilweşiyaye û ewlehî bi temamî ketiye xeterê, roleke dîrokî û girîng lîstine."
Tevlîbûna komîteyên avakirinê û têkoşîna li dijî zehmetiyan
Dua el-Wezîr her wiha diyar kir ku divê jin bi awayekî aktîf di komîteyên avakirinê û taxan ên di nava civaka sivîl û rêveberiyên herêmî de cih bigrin û beşdar bibin û da zanîn ku tevlîbûna jinên xwedî pisporiya yasaî di van komîteyan de dê bihêle ku jin bi awayekî rast beşdarî çareserkirina nakokiyan û bidestxistina aştiya civakî bibin.
Dua balê dikşîne ser astengiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin, zextên civakî û kevneşopiyên ku rolên jinan tenê bi malbatê ve sînordar dikin û wiha berdewam dike: “Girêdana aborî, bi xwe re tundiya aborî tîne jinan ji mekanîzmayên biryargirtinê dûr dixe.”
Kotaya mecbûrî û peymanên navneteweyî
Dua El-Wezîr ku pêşniyara hevrêzkirina yasadanîn û pejirandina pergalên kotayan ji bo misogerkirina aştiya civakî dike, dibêje ku divê hemû yasa, rêzikname û planên taybet ên hikûmetan der barê birêvebirina krîz û rewşên awarte de li gorî Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Peymana li ser Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) bi temamî werin danîn.
Her wiha pêşniyar dike ku ji bo temsîliyeta rasteqîn a jinan di komîteyên taxan û komîteyên awarte yên asta bilind de, bi taybetî ji bo kesên ku debara malê dikin û yên karên civakî bi rê ve dibin, kotayek mecbûrî û yasayî ya herî kêm ji sedî 30 li her derê bikeve meriyetê û tekez dike ku ev beşdarbûn divê ji bo rewatiya neteweyî û yasayî ya van komîteyan bibe şertek bingehîn.
Di dawiyê de, Dua el-Wezîr gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê li dijî biryarên îdarî yên dûrxistinê ku ji aliyê komîteyên awarte yên kevneşopî yan eşîrî ve tên girtin, bi biryardarî bertek werin raberkirin. Her wiha her komîteya ku jinan ji holê radike divê wekî ne yasayî were hesibandin û jin bi fermî û bi awayekî avakar di komîteyên lihevhatin û navbeynkariyê yên herêmî de cih bigrin. Divê were zanîn ku pêdivî bi temînatên destûrî yên xurt heye da ku nakokiyên navxweyî yên ji çavkaniyên kêm ên li navendên koçberiyê derdikevin bi awayekî adil werin çareserkirin.”