Jinên Helebce:Îro jî li ber çavê cîhanê êrîşên kîmyayî tên kirin.

Birîndarên kimyabarana Helepçe nerazîbûna xwe diyarkirin û destnîşan kirin ku beriya 34 salan ji ber nebûna ragihandinê bi awayek baş dengê me nehat bihîstin. û divê qirkirina ku li hember gelê kurd tê meşandin were sekinandin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Beriya 35 salan di kimyabarana Helepçe de bi hezaran kes bûne qûrbanî, winda bûne  û koçber bûne. Heta niha jî gelek kesên ku ji kimyabaranê bandorê bûne hene. Komkujiya ku beriya 35 salan çêbûye hîn jî bi şêwazek din berdevam dike. Di roja me îro de jî sînorên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kimyayî tê bombaran kirin.

‘Li dijî xwendekarên li Rojhilatê Kurdistanê jî  li hemberî gerîla jî li çekên kimyayî tê bikaranîn’

Rojnamager Kelsûm Mihemed destnîşan kir ku Kurd li cihê ku lê her Kurde, dema ku Helepçe dihat kimyabaran kirin, me dixwest bi rêya ragihandinê ji komkujiyê agahdarbin, lê kes ji me re negot agahiya dewletên serdest jê nîne, ji ber wê helepçe weke pêwîst nehat teyîsandin. Tenê ji sala 2003’an heta niha hewla tunakirina belgeyên kimyabaran Helepçe didin. Ne tenê li herêmê li ser asta cîhanî ev yek tê kirin û wiha got: “Kurd amêrekê li hatiye ku desthilat û sîstema sermayedar nêz dibe. Mixabin piştî Helepçe, em rojane dibinin li dijî xwendekarên li Rojhilatê Kurdistanê û gerîla jî li çiyayên Kurdistanê bi çekên kimyayî tê bikaranîn. Dewletên serdest vê yeke dibîne, dizane ku çekek qedexekiriye û neba ku were bi karanîn, lê bele li beramberî bikaranîna çekên qedexekirî bêdengin. Kurd li çi cihê be, rastî êrîş û dagirkeriyê tê. Em ji weke gelê Helepçe, divê ji hemû kesê zêdetir di dema êrîşan de piştgiriya Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê bikin.”

‘Kimyabarankirina Kurdan berdewame’

Birîndara kimyabaran Helepçe Sûran Heme Ferc Koxe diyarkirin ku hertim behsa kimyabaran û birîndarên kimyayî dikin û wiha got: “Piştî kimybarana Helepçe hîna jî bombarana Kurdan bi çeke kimyayî berdewam dike. Dema ku Helepçe hatî kimyabarankirin, nekarîn dengê Kurdan bigihînin û welatên derdor jî bawer nedikirin ku Helepçe hetiya kimyabaran kirin. Niha li her deverekê bûyera ku di qewime agahiya hemû cîhanê belav dibe. Lê belê mixabin Kurd jê bê sûdin û birînên me nayên çareserkirin. Ji ber wê divê hikumet û rê li ber van êrîşan bigrin û li kêleka xelkê Helepçe bin.”

‘li hember çekên qedexekiri rêxistinên mafên mirovan bêdeng in’

Birînaderek din ya kimyabarana Helepçe Ciwan Mihemed bi bîrxist ku divê rê li kimyabaran kirina Kurdan û çiyayên Kurdistanê were anîn û wiha got: “Ew jenosîda ku li serê me hatî, jiyana me têkçû, divê hikumet were ser rêya rast da ku Helepçeyek din cardin dûbare nebe. Heta niha jî Kurd bi çekên kimyawî birîndar û Şehîd dibin û piranî welat û rêxsitinê mafê mirovan bêdeng dimînin.”