Koçberên Serêkaniyê: Em dixwazin beriya zivistanê vegerin malên xwe
Bi nêzbûna salvegera 8’an a dagerkirina Serêkaniyê re, malbatên koçber, xwestin bi lezgînî mercên bi ewle werin avakirin û beriya zivistanê vegerin warê xwe.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Serêkaniyê dest pê kir, bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn û Rêveberiya Xweser ji bo wan kampên Serêkaniyê û Waşokanî ava kir. Di van kampan de, tevî şert û mercên dijwar ên jiyanê, qada perwerdeyê , zarok û malbatên wan hewl dan xwendina xwe bidomînin û têkiliya xwe bi ziman û nasnameya xwe re biparêzin.
Di çarçoveya Peymana ku 29’ê çileya 2026’an a di navbera Fermandariya QSD’ê û Hikûmeta Sûriyyê de, vegera ewle û bi rûmet a kesên koçberkirî jî di nava bendên peymanê de hat destnîşankirin. Di 10’ê Tebaxê de, konvoya yekem ku ji 410 malbatan pêk dihat ber bi bajar û gundên wan ve çû. Piştre, di 8’ê Îlonê de, konvoya duyemîn jî ku ji 689 malbatan pêk dihat ber bi gundan ve ket rê.
Lê di demeke ku sala nû ya xwendinê dest pê kiriye de, şert û mercên jiyanê li kampan dijwartir in û dibistanên li kampê hatine girtin. Ji ber vê yekê, zêdetirî 6 hezar û 200 xwendekarên keç û kur ji xwendinê bêpar mane. Daxwaza vegerê ji bo malbatên koçber tenê vegera mal û waran nîn e; di heman demê de dixwazin zarokên wan vegerin dibistanên xwe û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê were parastin.
‘Em dixwazin beriya zivistanê vegerin malên xwe’
Xatûn Mihemed, yek ji jinên koçber e, li ser şert û mercên jiyanê û daxwaza vegerê wiha dibêje: “Em dixwazin vegera me zû pêk were. Em dixwazin beriya zivistanê biçin malên xwe. Rewşa me nebaş e. Elektrîk tune ye û dibistanên zarokên me hatine girtin. Zarok li derdora malan dema xwe derbas dikin. Em dixwazin vegerin da ku zarokên me bikaribin li dibistanan bixwînin.”
Miha Hewas Mihemed jî bal kişand ser rewşa zarokan, girtina dibistanên kampê û got ku zarok li derdora malan dimînin û dibistan tune ye û diyar kir ku şert û mercên jiyanê li kampê dijwar in, daxwaza wan ew e ku zû vegerin. Her wiha li ser girîngiya ewlehiya vegerê rawestiya û got ku divê veger bi awayekî ewle pêk were.
‘Cihê perwerdeyê di kampê de nemaye’
Wedha Reşîd jî li ser rewşa kampê got ku heta niha du konvoy hatine birêkirin lê konvoya sêyemîn dereng maye û şert û mercên kampê her roj dijwartir dibin.
Wetha Reşîd diyar kir ku li kampê pirsgirêkên avê, elektrîk û ewlehiyê hene û zarok ji ber girtina dibistanê nikarin xwendina xwe bidomînin û bang li aliyên têkildar kir ku ji bo vegera malbatan şertên ewle misoger bikin û pêvajoya vegerê bilez bikin, da ku zarok bikaribin vegerin dibistanên xwe.
‘Ez dixwazim vegerim dibistana xwe û bi zimanê dayîkê bixwînim’
Ayê Ehmed, keçika ku li benda vegerê ye, daxwaza vegera bi ewle ya malbatan kir û got ku dibistanên li kampê hatine girtin, divê em vegerin bajarê xwe da ku li dibistanên xwe bixwînin.
Ayê Ehmed her wiha bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê û diyar kir ku dixwaze xwendina xwe bi zimanê dayîkê, bi zimanê Kurdî bidomîne.
Nermîn Emîn jî li ser şert û mercên jiyanê di kampê de axivî û diyar kir ku malbatên wan li kampê bi kêmasiya xwarin û şertên dijwar ên jiyanê re rû bi rû ne, diyar ku ew dixwazin bixwînin lê di heman demê de dixwazin vegerin malên xwe.
Nermîn Emîn bal kişand ser girîngiya vegera dibistanê û got ku daxwaza wan ew e vegerin dibistanên xwe, bixwînin û bi vegera malên xwe jî jiyana xwe ji nû ve ava bikin.
Di vê çarçoveyê de, Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku koma sêyemîn a koçberan ku ji zêdetirî 500 malbatî pêk tê di 4’ê Cotmehê de vegerin gundên xwe.
Her wiha koma duyemîn a koçberan ku nêzî 700 malbatên ku li kampa Serêkaniyê diman di 8‘ê Îlonê de vegeriya bûn warê xwe yên li nêzîk 55 gundên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê.