Iga Swiatek di şampiyoniya mezin de bû yekemîn jina Polînyayî

Iga Swiatek a kesa yekem a cîhanê ya Polonyayî, reqîba xwe ya Tûnisî Anas Jaber di finala DYA’yê de têk bir û nehişt yekemîn şampiyoniya mezin a kariyera xwe bi dest bixe.

Navenda Nûçeyan- Lîstikvana tenîsê Iga Swiatek li DYA’yê ji yek ji tûrnûvayên sereke de Anas Jaber a Tûnisî di fînalê de têk bir û di kariyera xwe de şampiyoniya sêyemîn bi dest xist.

Lîstikvana Tûnisî Anas Jaber, careke din nikaribû di kariyera xwe ya profesyonel de yekem "Grand Slam" bi dest bixe. Çend meh piştî têkçûna fînala Wimbledon, 10’ê Îlonê roja Şemiyê li hemberî Iga Swiatek ya hejmara yekem a Polonyayê fînala DYA’yê vekirî winda kir.

Şampiyoniya heftemîn bi dest xist

Iga Swiatek piştî têkbirina Anas Jaber bû yekem lîstikvana Polonyayî ku di sala 2022’an de li New Yorkê şampiyoniya mezin qezenc kir.

Iga Swiatek îsal jî astên xwe yên balkêş berdewam kir û piştî 37 rêzikên serkeftina li pey hev Doha, Indian Wells, Miami, Stuttgart, Roma û Roland Garros şampiyoniya heftemîn bi dest xist.

Dê ji rêza pêncemîn derbasî rêza duyemîn bibe

Lîstikvan Anas Jaber, piştî ku bû yekemîn lîstikvana gihîşt fînalê hêvî dikir ku bibe yekem lîstikvana Ereb û Afrîkî ku şampiyoniyek mezin bi dest xist.

Anas Jaber dê di rêzbenda cîhanî ya 12’ê Îlonê roja duşemê bê eşkere kirin de, ji rêza pêncemîn derbasî rêza duyemîn bibe.