Jinên ciwan ên tîma werzîşa qeretê ber bi asta herî jor ve diçin

Bi merasîmekê lîstokvanên tîma werzîşa Helepce belgeyên spasiyê girtin û jinên ciwan ên di tîma werzîşa qereteyê de xwe ji bo olîmpiyatan amade dikin.

Helepce – Di merasîma beşa qereta ya taxima werzîşa Helepçe li hola Serxêl Şehîd Ebdûrehman xelat û belgeya spasnameyê dan lîstokvanên jinên ciwan û ciwanên ku karîn pileya yekemîn a di lîstoka werzîşî ya qereteya Kurdistanê de bi dest bixwin.

Di merasîmê de ji 60 lîstokvananên nû yên jinên ciwan û xort re belgename hat dayîn û her wiha guherîn di asta lîstokvanan de hate kirin û belgeya spasiyê girtin. 40 lîstokvanên jinên ciwan û xortên ku di qada werzîşa qerete ya Helepce de, hewil dan pêşbikevin. Di merasîmê de jinên ciwan ên di beşa qereteya tîma werzîşa Helepce de li ser dikê werzîşa qeretê pêşkêşî mêhvanan kirin.

“Bila jinên ciwan berê xwe bidin qeretê”

Lîstokvana tîma werzîşa Helepce Selar Zeynedîn a 6 sal e qerete dike wiha behsa entramanên xwe kir: “Di qeretê de bi rengan asta kesan diyar dibe, di beşa me de gelek lîstok hene û di qeretê de kemera sipî û reş heye, min jî karî bibim xwedî kemera reş.”

Rêjyar Dara ku xwedî kemera reş e wiha got: “Min li seranserî olîmpiyatên Iraq û herêma Kurdistanê pileya yekem bi dest xistiye û ji destpêka olompiyatên herêma Kurdistanê heta niha di pileya yekem de me. Daxwaza min ewe ku jinên ciwan da ku di aliyê derûnî de aram bin û bibin xwedî fîzikek bi tendirûst bila berê xwe bidin werzîşa qeretê.”

Beşê werzîşa qerete ya Helepce di olîmpiyatan de gelek caran encamên baş bi dest xistiye, niha amadekariyan ji bo tûrnûvaya asayî ya li bajarê Şîraz a Îranê.