Dibistan bale ya keçên Silêmaniyê ji ber bêderfetiyan li ber girtinê ye

Dibistana bale piştî 11 salan bi perwerdekirina çend xwendevanan û nasandina balê, niha ji ber alikariyek madî bi wan re nayên kirin ev dibistan li ber girtinê ye xwendevan û mamaostayên bale yê ji bo domandina perwerdeyê daxwaza alikariyê dikin.

TERZE TAHA
Silêmanî – Koma Leyzin ku bi zaravayê Kurdî Behdînî tê wateya Sema ya zarokên keç ên perwerdeya bale dibînin, niha xwedî 45 xwendevane ku ji aliyê Aktor û şanoger Rubar Ehmed tên perwerdekirin. Zarokên ku temenê wan di navbera 3 heta 13 salî de berê xwe didin dibistanê û perwerda bale yê dibînin. Berê astek diyar a xwendevanan hebû, lê belê ji ber pirsgirêkên aboriyê her diçe lewazî dikeve perwerdê û niha tenê komek maye ku heftiyê çend rojan pirove dikin. Ev kome bûye hêviya zarokên ku xeyalê wana sema an jî bale ye. Ev koma niha ji ber kesê alakiriya madi bi wan re nekiriye heta niha 11 caran dibistan vekirine û girtine. Ji beriya niha jî dibistana Bale hat vekirin lê ji ber gotinên civakê cardin hat girtin. Di derbarê avakirina dibistana Bale de xwedevan û mamosta daxwaza alikariyê dikin daku carek din neyê girtin.  
Mamostaya Bale Rubar a bi îsrar perwerda bale yê didomîne û dixwaze perwerde dewam dike dibêje: “Heta niha qet alikariyek bi me re nehatiye kirin. Piştî 30 salan ji bo xizmet û karkirinê ez xwendevanan di qada bale de perwerde dikim. Hîna ji Bale ji aliyê civaka Kurd ve nehatiye pejirandin. Dibistana paytexta Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê gelek ziyan ditiye û hatiye wêrankirin. Bale kevintirin hunera cîhanê ye lê ji aliyê civaka Kurd ve hîna jî nehatiye pejirandin. Ger alikariya me neyê kirin wê ev der di nava mehekê de were qepatkirin. Em naxwazin qepat bikin, em dixwazin zarokên xwe ji bo pêşerojê perwerde bikin.”
Zarok naxwazin dibistana wan ya bale were qepatkirin
Ano Alan a 11 salî ku ev nêzî dû salane endamê koma Lezîne bale wele hunerek ciwan û cûda ya xwe dibîne û naxwaze qepat bibe dibêje: “Ez daxwaz dikim ku alîkarî bi me re were kirin da ku em dibistana xwe qepat nekîn.”
Ketan Paşkû ya temenê wê 10 salî nêzî salekê ye nedama koma Leyzîne û gelek ji Sema Bale hez dike û daxwaz dike ku gelek kes werin temaşeyî hunera wan bikin û wiha dibêje: “Ez gelek ji vêderê hez dikim ez dixwazim li gel havalên xwe bale bikim û gelek temaşevanên me hebin, em di westin û hêza xwe bi kartinin. Ji ber wê em naxwazin dibistana me qepat bibe.”
Hemû zarok dixwazin dibistana wan ya sema Bale hebe, lê belê ji ber nebûna pîştgiriya madî, êdî ev kom ber bi rojên xwe yên dawî ve diçe, ger alikariya wan neyê kirin wê koma yekem ya Samaya paytexta Rewşenbîrî û hunerî  wê qepat bibe.