Keçên ciwan ên Helepçe di qeretê de serkeftî ne

Hunera xweparastinê qerete, di nava keçên Helepçe de pêş ketiye û gelek keçên ciwan fêrî qeretê dibin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Hunera xweparastinê qerete yek ji şaxên hunerê ye di van salên dawî de jinên ciwan berê xwe dayê ye. Gelek dayik û bav zarokên xwe dibin daku fêrî hunera qereteyê bibin. Tîma werzîşê ya Helepçe bi navê Tîma xwe pileya yekemtî bi dest xistiye. Di pêşbazîyên navdewletî de Kupa Master ya bajarê Tahran ya di navbera 13 welatan de pileya sêyemtî bi destxistin. Niha ji 5 leyîstokvanên jinên ciwan xwe ji bo antrenortiyê amade dikin. Antrenorê werzîşa Helepçe yê beşa qeretê Eyub Ehmed diyar kir ku beşê qeretê li Helepçe di sala 2016’an de hatiye avakirin. Eyub da zanîn ku di destpêkê de leyîstokvanên wê kêm bûn û herî kêm ji keçên ciwan bejdar dibûn, lê belê niha 109 xwendevan ên temenê wan di navbera 12-30 salî de hene. Eyub bilêv kir ku heta niha ev tîme bejdarî pêşbaziyên Îraqê û Navdewletî bûne û encamên baş jî bi dest xistine.
 “Lîstokvanên me yên serkeftî hene”
Lîstokvana tîma werzîşê ya Helepçe Ayinde Mehemed a sê salane di hunera xweparastinê de antrenortiyê dike got: “Asta lîstokvanan gelek başe û roj bi roj hîn zêdetir pêş dikevin. Zêdeyî 70 kesên ku dixwazin fêr bibin hene ku bejdarî pêşbaziyên navxweyî û navdewletî bûne û pileyên gelek baş me bi dest xistiye.”
“Dixwazim bibim lîstokvanek bijartî”
Selar Zeynedîn jî di beşa qereta Helepçe de xwedî kemera qehweyi ye xwesteka xwe ya ji bo qereteyê wiha anî ziman: “Ev nêzî pênc salane ez qeretê dilîzim û rojane xwe ji bo antrenortiyê amade dikim. Ez gelek kêfxweş dibim dema keçên ciwan berê xwe didin cihek wisan. Ez dixwazim bibim lîstokvanek bijartî û encamên baş bi dest bixim.”
“Qerete ne tenê ji bo kurune, keç ji dikarin têde pêşkevin”
Derya Sîrwan a ku nu fêrî qereteyê dibe û nêzî salekê ye bejdar bûye jî dibêje: “Lîstoka qeretê ne tenê ji bo kurune, ez daxwaz ji dayik û bavan dikim ku keçên xwe jî bişînin qeretê ji ber ev lîstok lîstokek bi tendiruste. Ez hewil didin di demê xwe de amade bibin û antramanên xwe di demê xwe de bikim. Ez ê berderwam bikim heta ku xwe digihînim kemera reş.”