Sudên dara dom ê ji bo nexweşiyan

Dara dom a ku herî zêde di nava goristanên Misrê de tê dîtin ji bo gelek nexwşiyên weke penceşêr, şekirê xwînê û alzeyimirê dermane.

Navenda Nûçeyan – Dara fêkî dom herî zêde li ser goristanên Misrê tê dîtin û di dema Faronan de jî giringiya wê hebû ye, 'Hyphaene thebaica’ jî tê nasîn. Fêkiya wê ya bisud hişk û bitame, gelek birune û herî zêde jî sud di runê wê dene. Fêkiya wê mezinbûn û belavbûna penceşêrê asteng dike ji lewra ji bo dermanan jî tê bikaranîn. Vîtamîn, mineral û angîoksîdên di nava xwe de dihewîne ji bo vekirina demaran jî dibe alîkar û pêşî li alzeyîmirê jî digire. Dom xwedan şiyana kontrolkirina şekirê xwînê ye û yek ji wan fêkiyan e ku di kêmkirina rêjeya tansiyonê de bi bandor e. Ji ber ku gelek lêkolînan piştrast kirine ku di rewşên tansiyona bilind de pir dibe alîkar. Ava wê rê li ber weşandina por digire û ji bo daxistina kîloyan jî gelekî bisude.