Nexweşiya penceşêrê li herêma Kurdistanê zêde dibe

Şêwazê jiyana bê tendirûst û nekirina werzîşê, xwarinên bê tendirust wisa kirine ku rêjeya nexweşiyên penceşêrê zêde bibe.

Navenda Nûçeyan – Penceşêr yek ji wan nexweşiyan e ku çend cureyên wê hene, li gorî gelên cîhanê yek ji sedemên sereke yên mirinê nexweşiya penceşêrê ye. Hemwelatiyên hêrêma Kurdistanê ji ber vê nexweşiyê, ji ber zêdebûna vê nexweşiyê bi fikar in.

Penceşêr ji ber bi awayek xirab û ne asayî belav dibe û gelek cureyên wê hene û yên herî bi metirsî ev in; penceşêra pankreasê, ya memik, ya kolonê, ya mejî, nîşaneyên wan bi awa û qonaxên wê tê guhertin.

Her çendî heta niha sedema girtina nexweşiya penceşêrê nayê zanîn jî lê belê sedema herî zêde pêketina nexweşiya penceşerê vexwarina cixare, alkol, tîrêjên rojê, qirêjbûna hewayê, xwarinên qirêj û zêde mayîna li ber tîrêjin rojê.

Tedawiya penceşêrê gelek caran bi dermanên kimyewî yan emeliyatê tê kirin lê belê çareseriya herî baş birêxistina şêwazê jiyana rojane ye ji bo başkirina sîstema xwarinê weke; şînahî, fêkî, kêmkirina goşt, zêde vexwarina avê pêwîst e.

Li hêrêma Kurdistanê rojane nexweşiya penceşêrê zêde dibe

Li herêma Kurdistanê ji ber xirabûna rewşa hewayê û avê her wiha nebûna dermanên pêwîst ên ji bo penceşêrê li gorî salên borî zêde bûye. Li gorî daneyên herî dawî ya wezareta tendirustiyê, li herêma Kurdistanê rêjeya pêketina nexweşiya penceşêrê 6293 ye.

Li herêma Kurdistanê pêketina nexweşiya penceşêrê zêde bûye. Ji ber wê her dem rêjeya pêketina vê nexweşiyê zêde dibe, ew rêjeya pêketinê li herêma Kurdistanê rojane tomar dikin li gorî welatên cîhanê kêm e lê belê ev jî pirsgirêka tunebûna plana hişyarî û kontrolkirinê ya li herêma Kurdistanê ye.