Li Yemenê alarma taya dengûyê: 18 kes mirin

Li Yemenê zêdebûna bûyerên taya dengûyê dibe sedema fikaran. Ji mehên pêşîn ên salê ve li paytexta demkî Aden û bajarên cûda yên di bin kontrola hikûmeta ku ji hêla navneteweyî ve tê nas kirin de herî kêm 18 kes ji ber vê nexweşiyê mirine.

Navenda Nûçeyan – Di serî de peytexta demkî ya Yemenê Aden di nav de li herêmên dibin kontrola hikûmetê de îsal heta niha 4 hezar 819 bûyerên taya dengûyê hatine tomar kirin. Ji ber nexweşiyê herî kêm 18 kes mirin û herî zêde bûyer û mirin li Adenê hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Berpirsê Medyaya Tenduristiyê ya li Taîzê li ser medyaya dîjîtal hatiye dayîn de hate diyarkirin ku, di nava sala 2026’an de, li welat bi giştî  4 hezar û 819 bûyerên taya dengûyê li welat hatiye tespîtkirin.

12 mirin û hezar û 243 bûyer

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi 12 mirinan û hezar û 243 bûyeran, bajarê herî zêde ji şewbê bandor bûye Aden e. Li herêma perava Hadramut, 3 mirin û hezar 6 bûyer hatine tomar kirin. Bûyer û mirinên mayî li bajarên din çêbûne.

Rayedarên tenduristiyê anîn ziman ku duvê têkoşîna kontrolkirina mêşan zêde bibin û raya giştî ji bo pêşîgirtina li belavbûna tayê dengûyê tedbîrên parastinê bigire.