Li gundê Jinwar şîfageriya jinan a xwezayî

Rêvebera Navenda Şîfageriya Jinan li gundê Jinwar Hêvîdar Herekol têkildarî girîngiya şîfageriya xwezayî her wiha feydeya wê ji bo jin û civakê got: “Em dixwazin rêbazên tedawiya xwezayî bibe sîstemek di nava civakê de û bibe bersiv ji hemû nexweşiyên ku derbasî canê mirovan dibin. Armanca alternatîfa me ya xwezayî ne em dermanên zanistî red dikin lê em alternatîfa wê çêdikin bi rengekî ku zirar li mirovan nebe.”

ROJ HOZAN
Hesekê-Di her serdemê de rêbazên cuda ji bo şîfageriya xwezayî dihatin pêşxistin. Mirovên ku ev xebat jî didan meşandin girêdana wan bi xwezayê re pir qayim bû û di çêkirina dermanan de xwedî fikrekî bi zanist û pispor bûn. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi avakirina gundê Jinwar re dîsa jinan ev çand vegerandin rastiya wê ku dîsa jin pêşengiya wê bikin û weke projeyeke bi sûd vegere ji tevahî jinan re. Niha li gundê Jinwar navendeke taybet ji bo şîfageriya jin hatiye avakirin û tê de hemû cureyên gihayên ku dibin derman ji nexweşiyan re bi rêbazên tedawiya xwezayî, têne çêkirin. Her wiha ji hin şînahiyan jî zeyt tê derxistin û ji bo nexweşiyan tê bikaranîn. Têkildarî mijarê Rêveberiya Navenda Şîfageriya Jin li gundê Jinwar Hêvîdar Herekol xebatê navenda Şîfageriya Jin û feydeyên wê ji me re parve kir.  
Şîfageriya Jin çi ye?
Hêvîdar Herekol Şîfageriya Jin pênase kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şîfageriya Jin ji dîrokê heya roja me ya îro heye lê em dikarin bêjin heya asteke bilind hatibû paşguhkirin. Beriya em dest bi xebatên wê bikin, me lêkolînên xwe li ser wê çêkirin ka şîfagerî çi ye û ji kîjan deverê tê? Li ser esasê wê me dest bi kar û xebatê kir. Şîfagerî berê mirovan weke rêbazê tedawiya bi xwezayê re bi kar dianîn û hemû tiştên wê ji xwezayê ne. Ji gihayên xwezayî derman tên çêkirin û li gorî cihê nexweşiyê dermanê wê beş bi beş tên amadekirin. Dayik û dapîrên me berê gihayên xwezayî ji çiyayan kom dikirin û ji bo nexweşiyên sereke bi kar dianîn, niha em jî parastina vê mîrasê dikin û weke çandekê di nav civakê de didin rûniştandin. Bi pêşketina kapîtalîzmê re çanda çêkirina dermanên xwezayî kêm bû, ji ber ku bala civakê ji bo bikaranîna dermanên kîmyewî hat kişandin. Di van salên dawiyê de weke proje li Gundê Jinwar me çêkirina dermanên xwezayî vegerand koka wê ya rast, ev ji bo me xebateke pir pîroz û serkeftî bû da ku civaka me bi rêbazên xwezayî tedawiya xwe bibînin.”
“Armanca alternatîfa me ya xwezayî ew e ku zirar li canê mirovan nebe”
Hêvîdar bal kişand ser nexweşiyên ku bi mirovan re derbas dibin her wiha feydeya gîhayan ji bo wê û wiha domand: “Di civaka me de gelek nexweşiyên sereke hene ku bi mirovan re derdikevin mîna nexweşiya piştê, tansiyon, şekir, nexweşiya dil pir li pêş e û nexweşiya êşa çokan bi taybetî li gel mirovên temen mezin heye. Em van nexweşiyan bi rêbazên xwezayî tedawî dikin. Gîhayên mîna catera berî li çiya heşîn dibin, ji bo wê komkirina gihayan ked û westandinek pêwîst dike û demsalên wê cuda ne. Ji meha Adarê û heya Gulanê em dest bi komkirina gihayan dikin. Di kelegerma havînê de hin giha hene divê em kom bikin da vîtamînên wê di hundirê wê de bigrin. Ger giha siharê zû bê komkirin tu feydeya xwe nîn e, ji ber ku divê di germahiyê de be û hemû feydeyên germahiya rojê tê de kom bûbin ev yek jî zanebûneke kûr jê re divê. Dema em giha kom dikin li ber rojê dîsa hişk dikin, paşê dixin qutiyan û navê giha lê dixin ka ji bo kîjan nexweşiyê ye. Hin giha hene em heşîn radikin weke krem di tedawiyê de bi kar tînin. Pêwîst e giha her sal bên nûkirin da ku feydeya xwe li canê mirovan bikin. Armanca alternatîfa me ya xwezayî  ne ku em dermanên zanistî red dikin em alternatîfa wê çêdikin ku zirar li mirovan nebe da mirovên me jî vegerin ser koka xwe û bizanibin ka kîjan dermanan bi kar bînin.”      
“Em dixwazin rêbazên tedawiya xwezayî bibe sîstemek di nava civakê de”
Hêvîdar bal kişand ser pêşxistina projeya vekirina navenda Şîfageriya Jin li gundê Jinwarê her wiha perwerdeya şîfageriya xwezayî  û wiha pêde çû: “Jinwar gundê avakirina jiyanê ye û jiyan ji jinan dest pê dike. Me hîmên esasî yên vê projeya xwe ji Jinwarê dest pê kir da em bikaribin li cihê din jî bi pêş bixin. Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê dikanên biçûk ên dermanên xwezayî difroşin hene lê wekî projeyek ewqas mezin tune ye. Em dixwazin rêbazên tedawiya xwezayî bibe sîstemek di nava civakê de, ji bo mirovên civaka me bi vê yekê bawer bin. Pêwîst e em perwerdeyên li ser feydeya dermanên xwezayî bêtir di civakê de birêxistin bikin. Niha li Jinwar em perwerdeya şîfageriyê ji şêniyên gund re didin û hemû jin beşdar dibin bi rengekî ku her jinek bikaribe di mala xwe bibe bijîşik. Endamên me yên Şîfageriya Jin hemûyan li vir perwerde dîtine her wiha bijîşkên me yên pispor ên jin hene. Dayikên bi temen mezin heya asteke bilind bi me re bûne alîkar ew mirovên xwedî tecrube ne û ji me zêdetir cureyên dermanan nas dikin. Perwerdeyên me der barê danasîna nexweşiyên giştî, bedena mirov, rêbazên tedawiyê û bi taybetî jî danasîna bedena jinan de ne. Nexweşiyên taybet ên jinan û nexweşiyên giştî jî em tedawî dikin. Piranî li gel me zarok û jin tên tedawîkirin. Ev demek dirêj e em xizmeta vê xebatê dikin, jinên tên gel me baweriya wan bi tedawiya xwezayî tê û rehet dibin. Em ne tenê mirovan bi dermanan tedawî dikin lê belê em li mirovan guhdarî jî dikin û derûniya wan rehet dikin. Hemû jin berê xwe didin Şîfaya Jin a Jinwar û jê sûd digrin.”
“Hemû dermanên ku tên bikaranîn bi destên me hatine çêkirin”
Hêvîdar behsa rêbazên komkirina gihayan û jê çêkirina dermanan kir û wiha anî ziman: “Di komkirina gihayan de rêbazên me yên cuda hene, mînak pêwîst e cihê ku giha jê bê rakirin pir paqij be û madeyên kîmyewî lê neyên reşandin. Cihê ku em lê giha biçînin pêwîst e lawir û tiştek nêz nebe. Li gund em gelek cureyên giha û çîçekan diçînin, hemû dermanên tên bikaranîn ji destên me ne wiha em feydeyê ji axa xwe digrin. Em di wê baweriyê de ku em ê bibin bersiv ji hemû nexweşiyên ku derbasî canê mirovan dibin. Ya din çêkirina dermanên xwezayî pir baldarî jê re pêwîst e. Em gihayên ku li ser erdê şîn nabin ji çiyayê Ebd-El Ezîzê û ji çiyayê Kizwanan berhev dikin. Hin giha hene em bi xwe diçînin û hin jê em ji gundên derdorê berhev dikin. Dema jin tên gel me tedawî dibînin em hesteke pir xweş dijî. Hin şênkahî  weke kuncî û reşreşk em dikin zeyt, hin jê em hişk dikin û yên din em şîn bi kar tînin. Rêbazên çêkirina wan piraniya xwe dermanên zeytê zehmet e çêkirina wan û yên din em hûr dikin, an jî diperçiqînin heya dibin krem. Em dixwazin ku bedana hemû jinan bi dermanên me rehet bibe.”
“Dermanên xwezayî bê zirar in û feydeyên wan pir bi encam in”
Hêvîdar li ser cureyên dermanan û ji kîjan nexweşiyê re tên bikaranîn axivî û wiha bi dawî kir: “Zeyta beybûnê ji bo kulbûna sîngê zarokan tê bikaranîn, siharê xurînî di nav şûşeyek av de tê vexwarin. Zeyta catera berî ji bo masaja mirovan e dema êşa bedenê hebe canê mirov pê rehet dibe. Zeyta gihayê ninayê ji bo êşa serî tê çêkirin, dema serê mirov pir diêşe em serî pê masaj dikin. Gihayê kelbeşê ji bo zêdekirina şîrê dayikê ye, hin dayik dema zarokên wan çêdibin şîrê wan kêm e kelbeş şîrê wan zêde dike. Gihayê xişxaşê dema mirov zikêşî dibe wê dikelîne û vedixwe wisa zikçûyîn disekine. Gula mehemedî ji bo tedawîkirina sîngê mezinan tê bikaranîn. Gihayê bincarê ji bo iltîhaba canê jinan baş e. Çîçeka eyn sefa weke krem ji bo birînan tê bikaranîn. Gihayê merwendê ji bo mîda mirov pir baş e. Pelê kîna ji bo hevsengiya lêdana dil başe lê ev pel tên kelandin û pêhinkirin yanî nayê xwarin û vexwarin.
Gihayê Pîjan ji bo birînan e. Dermanên xwezayî bê zirar in û feydeyên xwe pir bi encam in.”